Peymana telaqreş

 

Diyarî bo siyasî û rewşenbîrên Kurd. Ev helbest bi awakî galtebêj hatiye hûnandin, bi hêvî me hûn, herdû alî, dilê xwe negirin. 

Beyar Umer

I
Yaho, yaho, ev kî ne?!!
Yek saxlem e, sê kurmî ne.
Do bêbext in, çar kovî ne,

Partîzanên kurdewarî ne.
Yaho, yaho, ev kî ne?
Yazde partiyên kurdî ne,
Partiyên kurdê Sûrî ne,
Ne yazde ne, sed serî ne.

Yaho yaho ev kî ne?
Hemîd û hekîm du partî ne.
Hemê û Alî du Yekîtî ne,          
Ev çar hizbê dermalî ne.    

Ezzo û Tahiro ber derî ne,   
Hawara xwe birin Nisredîne. 
Nesir dibê esil Salih e,     
Raya wî jî rast û esih e.   

Yek ji derve dibê ev şerm e?
Gedo dikenê dibê nerme nerme,  
Xudê razî, nabê sergerm e,
Havîn e dinya germ e.

Ya dî jî em gelek jimar in,
Hin serbar in hin binbar in,
Lê ne xem e, em her bêkar in,
Karê înê dîsa çend zar in.

Karê me civata niştîmanî ye,
Gelek zehmet û bargiranî ye,
Xelkê jî pê ve mijûl bikin,
Wan çavkor û sergêj bixin.

Hilalo jî bûye hizbek,
Hizba wî jî nabê gundek.
Kes bi çapka wî napîvê,
Şensê me ne zêr e ne zîv e.

II
Li van partiya van serbîra,
Êrîş berdane rewşenbîra,
Bê şerm in, û bê tevdîr in,
Bêkêr in, ne ku bê xêr in.
Em ji hev re xweşmêr in,
Ji xelkê re qelsemêr in.

Yekî ji wan xwe da navî,
Go: Bes e êdî bêbavî,
Ev çi pênûsên zêdegavî.
Yê dî go: Heval, çi bela va ye?
Derdê me qey ne bes e,
Jixwe eyin dora va ye,

Qurqura Siyamend û Kalo ye,
Yek jê guriyê nûza ye,
Yê dî jî guriyê qeda ye.
Em dikin nakin, nayên raye.

Namekê ji wan re binvîsin,
Dema van peyva bibhîzin,
Wê`j tirsa bi xwe de bimîzin,
Nema êdî bi dûvê xwe dilîzin.

Ma wella van em tar û mar kirin,
Bêqîmet û bê rûmet kirin,
Hevalên me jî li me harkirin,
Milet bi me bêbawer kirin,

Ev çi pênûsên bêfedî ne!
Ma hûn nizanin em gundî ne,
Em ne zarên şaristanî ne,
Em qebûl nakin rexnê birîna,

Ji pêşya me rakin van stirî ne,
Ne hemû jî xirabî ne,
Bi van rexnê nexweş,
Nik xelkê em bûn rûreş.
Belav bikin beyana hawbeş,
Peymana roviyên telaqreş.

III
Birahîmek çû, me go:
Mala Xudê ava ye,
Ma çi xêr e! xudêhiştî,
Birahîmê dî jî ha va ye,
Herdû jî li wan xweş naye.
Tew Deham sîrek naçê
Bi xwedê ji me qebûl nakê
Zavê wî jî wek dîkê sor e
Xalis jî kelgerm e, bêpor e
Hewas jî çilo forta didê
Hew zanê xwe bi kûve bidê

Pênûs tûj e, zendê xwe badin
Em ticarî ser hev nadin
Ji berê de halê me wa ye
Eşîrtî û dubendî, bê mifa ye
Lewre barê me hê paş maye
Mafê Kurda tim wunda ye

Ta rewşenbîr û siyasî wa bin
Em ticarî gokê bi dest naxin
Milet jî bindest û binbar bin
Tenê bêjin em partîbaz in.
Ta em wilo bibin hezar kerî,
Kurdîtî jî wilo naçê serî.
 ———

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…