Dîrok xwe dubare dike

Ciwan Dêrikî

Dema cenga cîhanê ya yekemîn , ku împeratoriya osmanî qels û lewaz ket , miletan serî hildan û li kesatiya xwe ya neteweyî pirsîn , û paşî jî serbixwe bûn .ew dem derfetek zêrînî bû ji kurdan re jî . lê kurd ne amade bûn , bê rêxistin û bê hêz bûn . . tê zanîn çawa bûn qurbanên peymanên navneteweyî ( Saykis-Pîko , Sêver , Lozan .. .) me ti wane û ders ji wê dîrokê negirtin , ew êşa zirav -ku herkesî derman jêre dîtiye û saxbûne jê – hêjî em jê dikşînin .
Îro jî derfetek hatiye , rewşek nû li holê ye , kî pêkhatî be ew dimîne û mora xwe li dîrokê dide . .
Taviyên biharê li rojhilata navîn dan , bû bahoz û tofan , bû tsonamiya gelan , her tişta leq û sist li ber xwe dibe , bingehên rijîm û deshilatên kevn û demçûyî dihilweşin . bahoze , dîwar û kelehan nasnake , dimale û li ber xwe dibe .
Va ew bahoz gihaye me jî , her kes xwe jê re amade dike , tenê em li ser piştê paldayî – mîna li fîlmekî temaşe bikin – li benda guherîna ne , bê ku tiştekî bikin . . ne amadekirin , ne rêxistin , ne parastin … heçku em ne ji vî welatî ne ..
Berê me li kûye kes nizane , berê kî li me ye em baş dizanin , ava serê me dikele lê em xwe nebihîstî û nedîtî dikin , em li benda pariyan , li hêvya xêran mane …xuyaye emê dîsa bibin kevrê Şetrencê , kerê kêşanê , li benda kulmek kizmik di teşteka perçiqî de .
Mixabin û sed mixabin ku ev halê meye , 50 sale em li zirnê didin hêjî em nikarin carekî tenê ji xwe re govendê bigerînin , ne me zarok baş mezin kirin , û ne me sermayek berketî ji wan re hêla , û îro gava nifşê nû deshilatiya me ya demçûyî napejrîne . . em xwe li erdê didin û dibêjin divê hûn me nimûne bigrin , em babê we ne . . . na bi xwedê em nabin bav û bavîtiya me ne diriste , ka kengî me ew zarok hembêz kirine ? kengî me pirsa xwe bi wan kiriye ? kengî me ew dîtine kes û xwedî nêrîn ? ne me perwerde kirin û ne me bermayek baş ji wan re hişt , û wesa jî divê em bmînin çav û mejiyê wan . gelo qey bavîtî welê ye ? !!
Me bav nedîtine , her em ber destê zirbava mezin bûne ,di sedsala bûrî de  carekî bav ji me re çêbûn lê zû kuştin , erê kuştin .. Apê Osman Sebrî bav bû , Dr. Nûredîn Zaza bav bû , ewên ku destên xwe bi serê me de tanîn , ewên em hembêz dikirin , ewên bi êş û jana me re dinalîn û dişewitîn û li paşroja me dipirsîn . .   
Bav bûn , zana bûn , dûrbîn bûn , siyasetvan bûn .
Îro kî bave kî kure kes nizane , her kes xwe dike bav , partîzan , siyasetvan , rewşenbîr , û kes jî tiştekî nake , tenê xwe bi xwe bihevketine , hev pîs dikin , hev piçûk dikin , hev bêbext û xiniz dikin . . dev ji dijmin û dozê berdane , zevî û meydan ji xelkê re hêlane û pey çîrokên bûrî ketine .
Di vê hingeding û cenga giran de , rewşenbîrên me xwe bi xwe bihevketine , siyasetvan xwe bi xwe bihevketine , partî û nivîskar bihevketine . . xwezî tiştek berketî di destê wan de hebana ku li ser pevbiçûna !!  
Her kes ji paşerojê re dixebite , li dahatuyê dinêre û xwe amade dike , em jî bê pîlan , bê piroje , bê hêz û bê yekîtî . . .
 çarenûsa me çiye , cihê me li kû ye , para me çiye kes nizane .
Welatek nû dize , dîrokek nû dize , guherîn û veguherîn sedîsed tên lê em li pey dihola rizî ketine , ( devê hebana rûn qetaye em bi hingilokan digrin ), bêndera hemî melhem li ber me .. me ji xelkêre berdaye . . em diçin li liqatê digerin , ger em ev bin dîsa emê wek carkê cara bibin qurban , bimînin kole , derbider û perîşan , bê hebûn , bê nasname û bê welat .
Her kes ji vê rewşê berpirse , rewşenbîr , siyasetvan , partîzan … bila nakokî bimînin li alîkî , rexneyên mêrkuj bidin alîkî , bila carekî tenê em qedera xwe bajon û çarenûsa xwe nîşan bikin . da dayîkên me hew reşê girêdin û werin serê xwe bi tepa .
Bila ev tirajîdya dîrokê carek dî dubare nebe û dawî were .

17 8 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…