Li Sûryê Şepolên azadiyê sînorê tirsê herifandin

Siyamend Brahîm*

Min di zindanê Qamişlo de Buhara guhertinê dît, dîtina me jî di riya kenalên televizyonî de destpêkir, Em birrek xortên Kurd û Ereb li gorebana zinadana Qamişlo  digeriyan, û kurte pista me li ser buhara rohilata navîn bû, buhara ku ev rêjîmên hesinî yek bi yek herifandin, Em dibeşirîn, goft û go ya me ne hewqas diçû guhên polîs an jî girtiyên noker, ji ber ku di vê zindanê de noker û peyayê parastina desthildarên Sûryê pirr bûn, Û a rast û durust Em tev gihan baweriyekê  ku ev çirîska El Bûezîzî vêxist hêrgiz wê bighêjê Sûryê, hinekan henkên xwe bime dikirin, û hinan jî mat û gêj diman, diponijîne, di xeyalan de diçûn û dihatin?
Min di biryara dilê xwe de digote : Surra bayê azadiyê wê li vî welatê bixîne, bûyereke şîndare, û hêrgiz (Bû Ezîzê Tûnisî) vêxist, ew bû sedema ku hişt gewdê tac û todên van rêjîmên xepe biherifin, wê şoreşeke xurt pêlên wê zincîra tirsê li Sûryê bişkîne? Şoreşeke her tiştên çewto mewt li erdê xîne, Lê birastî em bi hayedarî diaxivin? Û me digo gelo ew roja wê bê xewne yan jî xeyala? gelo wê şîna komara hesinî pola bête herifandin. Belê ev guherînin mezin ku li gerdûnê çêdibin, ev şoreşa xorane, hemû têgihiştin, û ramanên kevin wê biqetin, dewleta zordestiyê wê birûxe, Serokê Sûryê çirska van guhrtinên ku li Tûnis û Misrê çêdibe bê hempa didît, û digote Sûryê ye ji van bûyeran parastiye û ew ji dewletên ku li dijî Israilî berxwedanê dike, û helbet nagihê  Sûryê?!
li dirêjahiya 50 salî de, Em di giyaneke reşî tarî de dijîn, , rêjîma  ku xal bi xal em ji  kelem û stiriyiyên van  faşistan xelas ne dibûn, ew wekî kurmê binê çalan hêdê hêdî di gewdên me de her tiştên xweş dixurrimand, hin bi hin kesayetiya me ya kurdan dixwar, em di tracîdiyeke kirêt de dijiyan, mejî û aqil bawer ne dikir ku ev milletê Sûryê li himberî vî desthilatên zordestiyê rawestin, û tixûbên tirsê bişkînin, Na….Na Îro vaye qewimî ew ne xewn û xeyala ewe rastiya li ber çavane, li seranserî Sûryê, jin, zarok, keç û xortên çeleng her în berê xwe didin xwepêşandinê serfirzî û rûmetê, ji nuh ve buhara me kat da, Xwedê hezkir, bi hêza şîn û vîna xortan em mafên xwe bistînin, bese gelê me di vê renc û zordestiyê de dijî.

 Ji alîkî din jî gelek siyastmedar partiyên me rolleke nigativ standin, û bi rolekî keysbazî dilîstin, û û em dikarin bêjin dixwazin keda vê şoreşa bidizn û bikin a xwe, ev  bû çar meha vê şoreşa me berdewame, û hîn jî ew li ber pala jinên xwe kebaban dixin, û hayê wan ji bayê felekê nîne?!
Û gelekî kirêt hin di wê baweriyê de ne ku ev rêjîm nakeve, û çavên wan ku herin şaneşîna Beşar El Essad û dauelogê bikin, ta ku mafê gelê kurd bistînin?! Lê piştî hin ji wan ketin balafira sernexwîniyê li Şamê bera wan dan û polî poşman vegeriyanm Îcar ji fedya xwe li xorzîkên celdetên Qamişlo xwe vedişartin, ji ber ku li cem wan tu rengê mêraniyê tuneye, ew xax û pûçin, Ev nerîna wan ku derkevin yan na cihê berpirsyariyê ye?! Û li ser kar û barê van xortên şoreşê lawaz dikin, û ya herî xerab lê ji neçarî bûne berpirsyarê vî gelê han?! Ew bi doza gel me dilîzin?! Ev helewsta wan dide xuakirin ku helwesta wan helewsteke revok û tirsê ye?! Neyse ew piştî rêjîma Sûryê bi bayê şoreşê re here, di cî de ew jî difirin, û karê wan xelas dibe, û dikevin entîka dîroka jibîrkirinêm, ji ber ku bi vê helwesta xwe ya sist û tirsê xwe ne dan pêş her mat û gêj man, nizanin wê çibikin, xuyaye di (guhê gê de gelekî razayîne)?!  ji xewa giran şiyar nebûne, û ev  volkan û erdhejînê nabînin,   ew jî wekî desthilatên dewletê mat û gêj bûne gelo ev heyecana han li vî welatê me  çê dibe û li halê hazir bighên armancên xwe?!
çiqasî ev rêjîma hesinî xwe bi hêzên asiyişên yê têvel xwe dorpêç kiribûn tu siûd neda wan, gel rabû li ser piyan, dengên durûşim û qîrîna sirûda azadiyê digha ezmanê heftan, tu carî gel  ji tank top, û fîşekên leşkeran neditirsiyan, her baweriya wan bi nameya azadî û xelas bûnê zêdetir dibû, serhildana Sûryê bajar bi bajar digere û geş dibe, û xortên Kurdan yên ku ez jî tevî wan bûm rûyê Kurdan sipîkirin, û niha di nav gelê Sûryê de de dibêjin Kurd qehremanin ew jî rabûn
 
Roj bi roj  belê ev Şoreşa han riçên komela Sûryê geşkirin., û gur dibe, nivîsakr, , rewşenbîr û hunermendên meizn bi deng û stranên xwe yên xweş geşkirin, ewan surreke ji bayê dahênana xwe ya afrandî buhara şoreşa me nuh kirin, , hunermendê mezin Şivanperwer û hunermendê Ereb yê Sûryê Semîh Şiqêr ji bo bûyera vê şoreşa han ji ahengeke xweş straneke balkêş pêşkêşkirin, , ewan   hizir û xeyalên xwe xistine, û li gorî vê şoreşa pîroz balkêşiyeke mezin stand, kesî di xeyalan de bawer ne dikir ku ev herdû hunermendên mezin bighên hev û deşt û çiyayê Sûryê bihejînin. Evana hiştin ku hêsirê çavên me biherikin, ,  evana  corên gul kulîlkên rengîn bişkuvandin, reqs û semayê şoreşa me xemilandin.
 Bi rastî divê mirov gelekî li ser tabloya huneriya wan temaşa bike,  ev şagirtekî min ji min re gote: ku li Bajarê Dêra Zorê  xelkê vî bajarî piştî sirûda Sûryê (Humat el diyarî) strana Şivan û Semîh Şirêr guhdarî dikin, û dirawestin.          

Carna min ji xwe dipirsî? Gelo em di xewn û xeyalan deye an jî em dibin akama xewa giran dene. Çiqasî dîmenên vê meşa me ya ku em Kurd, Ereb, Suryan destên xwe dixin destên hev û bi yek dengî qîrîna me dighê ezmana, Azadî Azdî… yeke yeke gelê Sûryê yeke Şoreş her tiştî diguherîne: hesta me dibe yek, niha nuh ez bi hesta wekheviyê dihestim, dibînim, ku ev rêjîma pola em tar û mar kirine, şaxên jiyana me ya qeşeng herifandine, rêjîma (Baasî ) em ji hev xistine, nîv bablîsk li ser jiyana me derbas bû, hemû beşên jiyana me genîkirin, xistine pinkave hejiyayî, civak qeto qeto kirin?!
 Pênc mehên girover derbas bû, û Ez hîn jî ji van xwepêşindanên aştiyê  qut nebûme, û bi şêweyeke hayedar rola me ku  ev xwepêşindan neçin ciyê xerab, û em birrek xort kontrol dikin û ji ber ku ez di wê berpirsyariy de me ku xwîna çar millyon ji Kurdan di stûyê me de ye, divê em herêma xwe ya Kurda biparêzin, û bûka welatê me Qamişloka rengîn ji xerabiyê biparêzi, lê nêzîke wê elenda azadiyê derkeve….. 

 
16/8/2011 
 
Qamişloka rengîn

Siyamendbrahim55@gmail.com
Mazidax55@hotmail.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…