Spasînameyek ji Ehmedê Huseynî

Bi navê xwe, bi navê xwişk û birayên xwe û bi navê binemala Huseyniyan, çi li derve û çi li hundirê welêt, ez ji dil û can partiyên Kurd, perlementerên Kurd, sazî û dezgehên civakî û çandî, dost û hevalan, rewşenbîr û hunermendan û revenda kurd a li ewropayê û hemî kesên ku beşdarî şûn û sersaxî û oxirkirina dawîn a birayê min Ebdulrehman bûn, çi yên ku bi xwe amade bûn, çi yên bi telefonan û peyman û çi jî yên ku di Fêsbûkê de hestên xwe derbirîn, bi hestine rasteqîn û dilsojane spas dikim.
Spasiyên germ ji boyî hemî dost û hevalên ku ji welatên dûr bi hawara min ve hatin, bi taybetî yên ji Swêd û Danmarkayê, Beljîka û Holandayê.

Her wisa spasiyeke taybet bo westan û dilsozî û destpakiya birêvebirên Komeleya Hêlîn a Kurdên Essena Elmanyayê yên ku hetanî xuleya dawîn li tenişta min man û bi min re darbesta birayê min spartin  goristana Essenê .

Bila serê we hemiyan ji me re sax be.
Bila hûn û ezîzên xwe û bila gelê kurd hetahetayê di nav xêr û xweşiyê de bimîne.

Ehmedê Huseynî

00 49 17635718448  Elmanya
00 44 7526776202    Brîtanya
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…