Monolocên dîtineke beravêtî

 

Diyarî Ebdulkerîm Şêxo dikim

Şepal Hêvo  

1
Perçeyek ji dûyên çixareya te
bi belengaziyê re dibişkivî
Tûrê ramanên te bi jibîrkirinê re dikeniya.
Gava te pesnê xwe ji pûçbûnê re dida
hêsirên te li ser te digriyan
gotinên te yên bidarvebûyî guhên xwe digirtin

û tu bi giranbûnekê  dimeşiyayî.
2
Xirecira gavên te şev diporisandin
li rexekî rê,
dareke şikestî terqêna buharê dixwend
û li rexê din,cewrikekî reş bang dida.

3
Dengê te yê vemirî
nîşana radaneke bêcir bû.
Geh te çavên xwe ji vegerê zuha dikirin
û geh jî te çûkên xêzaniyê ji deşta bala xwe difirandin.

4
Şev jî di hêlana evîndarekî de
tembîniyên te werdigerandin
geh li te dinerî û digot:
Malneketo….
çend destan ji gijola pora te dertên
çend welat di xweziyên te de hêrifîne
çend birîn  di razana te de xilmaş bûne.
Erger reşbûna min ximava pênûsekê be
gelo wê çend şev bikarin te binivîsînin?

5
Tirên meşiya.
Çûk firiyan.                             
Tu veciniqî.

6
Mizgîniya rojeke din bû
te pala xwe dida tenahiyê
û li wir te Fatîheyek li ser şeva buhurî
dixwend.

7
Awriên te yên xirxilî
çîroka nasnameyeke birîndar
diyarî kolanên bi paye dikirin.
Kî dizane…
Bê .. Dîmenên birçîbûna te
 têra kirîna xwedayekî din dike?
Kî dizane…
 Bê ..Navê te yê sêwî ,
palgehê serê mirinê ye

8
Rengên seqet
di tabûta pirtûkeke nûjen de
salên te yên  bi cenabet diwerivandin
û ew dikirne aleke behitî ji şikestinê re
Kî dikare…

Di komara helbesta te de bijî?
Kî dikare…
Parsiwê hevokan cebar bike?

9
Bi nerxê zivistaneke zuha
te pilêta dawiyê dikirî
û tu diçûyî mêvandariya poşamniyeke xav.

10
Riyên qufilî pêşwaziya te dikirin
geh bi kulan te nîşan dikirin
geh jî di nav babîsoka qidoşiyê de
te winda dikirin.
Kî diwêre…

Nêzîkî tîna tabloyên te bibe?
Kî diwêre…
Tengbûna  mebestan nîgar bike?.

11
Hîna ew pêlên nizim
di çavên te de nalenala zarokine bej tomar dikin
û wan li xewne ker belav dikin.

12
Bijî  ji te re
te helbesta min  ji tofana  ken rizgar kir
û bi şêweyekî cadobazî
te Serûka dilbijandinên min yên çengokirî
firand.   

13
Berî keser hingafî xewliyê bibe
xwestekên te yên lal di hundrê  xwe de
barebara zarokne  badayî dikeyandin
û ew dikrine nîvişkekî tal ji demê re.
Çi maye…
Di tûrê dastana te ya qop de?
Çi maye…
Di serê êşeke pêşketî de?

14
Tiketika mijgulên te yên raketî
 baranên kurdayetiyê
diyarî oxirê dikirin
û ew dihiştin
pêşgotineke avis ji dawiyê re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…