Gotar

Xwe hetikandin

Qado Şêrîn

Işkence û kuştina kurd bi destê birayê kurd du taq, sed taq dijwartire ji ya bi destê dijminan. Taaaahl e, zilindar e, jahra silêmanî ye, qet nayê daqurtandin. Mirov mirina zer bi çavên xwe dibîne, mirov hêvî dike tune ba, bimra û bi destê kurdekî nehata işkence kirin.

Şebîhên wan dikarin cerg û hinavên dê û bavên zarokên mîna Hemze El Xetîb li ser kuştina Hemzeyê biçûk bişewitînin, mixabin, xuyaye li Serê Kanyê wek ên wan ên me jî derketine bin heyvê û dikarin jiyana zarokan li ser bavên wan bikin jahr û ziqûm, dikarin wan zarokan ta ebed bê ken û lîstik bihêlin.
Kes wisa nake biranooo, kes wisa li birayê xwe yê kurd nake, ew ne karê we bû, karê hin in din bû, lê we ji bedêla wan hinan ve kir, ew hin ku gihan wê herêmê, dibe ku pêşî te yan jî zaroka te ya di dergûşê de li pêş çavên te bikujin.
Eger wan her du kurdan, Kurdistana kurdan bi erzanî firotibin, yan jî bi navê çil melyon kurdî mafê azadî û serxwebûna Kurdistanê bi maf in herêmkî û kesane guhertibin, buhayê wan daliqandina piştî birajtinê bû, ne lêdan bû.
Xwezî şebîha wisa bi min û malbata min bikirna, û ne kurdan bi kurdan.
Şerme, weleh şerm û fehête, hetîketî ye. Ji berê de gotin e: Golikek garanekî xera dike.
Bi hêviya ku kiryarên wisa yên ku tenê dikevin tûrikê rêjîmê, tenê rêjîma li ber rûxandinê, sûdê jê werdigre, rawestin û dubare nebin.

09/08/2011

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…