Şoreşa Sûriyê û helwestên pepûk

Ebdulbaqî Huseynî

Wekû her înên çûyî, roja (29.07.2011) bi navê îna ”Bêdengiya we me dikuje” hate nasîn, ewe jî ji ber gelek sedeman ev nav hate helbijartin. Wekû diyare eve pênç mehin ku li ser şoreşa xortên sûriyê çi kurd çi ereb li dijî rêjîma Ba’as û serokê wê Başar AlEssad derbasdibe, û encama her înê gelek kuştî û birîndarin, eve ji bilî kesên ku têne girtin. Îna ”Bêdengiya we me dikuje” bangek bû ji hemî kesên sûrî ên ku ta neha dudilin û tevlî şoreşê nebûne, herwiha bangek  ji dewletên ereban û cîhanê re jî bû, ku ta wê demê tu helwesteke xurt li dijî rêjîma sûrîyê nedane, ev rêjîma ku gelê xwe rojane qir dike, ji ber ku doza azadiyê û dîmoqrasiyê dikin.
Piştî xwepêşandana gelê sûrî di wê înê de,li hemî herêmên welat, tevlî şarên kurdî, ji Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê û ta bi Kobaniyê tevlî vê bûyerê bibûn, di encama wê de, rêjîma sûrî bi dehan kuşt, û bi sedan brîndarkirin û gelek hatin girtin. Hin kiriyanên leşkerî ên taybet li du şarên erebî çêbibûn ku ew jî evbûn; Dêrazorê û Abû Kemal.
Helwesta konseya navnetewî a didûlî..
Dewletên cîhanê piştî van kuştinên bêhude ji layê rêjîma sûrîyê dijî hemwelatiyên xwe, bêçare me, ku divêt weke erkekî sincî û li gor qanûnên cîhanî ên ku mafê mirovan diparêze, helwesteke bi tund gereke. Piştî du rojan ji dan û standinê, di navbera 15 dewletên konseya navnetewî, ji bilî dewleta Libnanê ku xwe da alî, van dewletan “beyaneke serokatî“ ji vê konseyê belavkirin, naveroka wê helwesteke lawaz li dijî rêjîma Başar AlEssad hatibû standin; ku dibêje: “Divê hemî êşkencan li dijî hemwelatiyên xwe rawestîne”. Ev biryara lawaz, rêjama sûrî mejbûr nake ku pêkbîne, bi wateya ku ev biryar hebûn û nebûna wê weke hev e. An jî wekû ereb dibêjin; biryarek weke ” diwêta li ser kaxezê ye”.
Îna ”Xwedê bi me re ye”, dema ku hêvî tarûmar dibin..
Dema gelê sûriyê bi tevayî dît ku civaka cîhanî xwe li ber banga wan nelivand, rabûn îna (05.08.2011) navê “Xwedê bi me re ye” binav kirin. Di encama wê de jî rêjîma Ba’as bi hemî top û tanqê xwe şarê Hamayê dorpêç kir, ji ber ev şar di rûwiê rêjîmê de, şarê herî pêdar bû. Rêjîm jî tolhildana herî mezin bi serê vî şarî de anî, elêktirîk lê qutkir, û bi top û tanqa ew gulle- barankir. Wekû hate diyarkirin ku hejmara kuştiyan di vî şarî de a herî mezinbû.  Lê mirov dikare bêje ku Başar AlEssad tu guhdanê nade tu biryarên cîhanî, û wekû dixwaze wiha li dijî rikvanên xwe hemî alavên şer bikartîne.        
Helwesta konseya dewletên hevbenda Xelîcî a pepûk
Ereb û hemî mirovên musilman dibînin ku di meha rojîyê de, ev meha pîroz li cem musilmanan, çawa rêjîma sûrîyê hemwelatiyê xwe dikuje, û tu guhdanê li hemî bangên xêrxwazin nake. Konseya dewletên hevbenda Xelîcî nexwest bêdeng bimîne, rabû helwesteke pepûk da û got; divê şer li sûriyê bête rawestandin, û rêjîm li dozên hemwelatiyê xwe  xwedî derkeve. Ereban jibîr kirbûn, ku eve pênç mehin gelê sûriya xwînê dirjîne, da ku vê rêjîm birûxîne û Başar AlEssad ji seroktiyê bavêje. Ev konseye hatiye û vê helwesta fedyûk dide, ta ku rikvanekî sûrî li ser mediya erebî got: “ Xewna we xêr be erebno”.
Helwesta Rusiya, ji dostaniyê ta xemgîniyê
Ji dema ku şoreşa xortên sûriyê destpêkir ta bi vê pêla dawî, welatê rûsiya û berpirsên wê bi alî rêjîma sûriyê û serokê wê Başar AlEssad ve radiwestiyan, lê piştî vê hejmara mezin ji kuştiyan, Rûsiya dît ku rêjïma sûriyê tu sûde jê nemaye ku pêre heval bimîne, digel ku berjewendiyên Rusiya li Sûriya gelekin, rabû serokê Rûsiya di civîneke çapemenî helwesta xwe eşkerekir û got; “Eger Başar AlEssad kuştinê ranewestîne û bi rikvanên xwe danûstandinê bo rêformê neke, wê pêşeroja wî gelekî xemgîn be”. Eve jî sîgnaleke ji welatek dost ji serokê sûrîyê re tê dan, da ku Başar AlEssad destên xweyî bi xwîn ji ser gelê sûrî rake.
Helwesta Turkiya, piştî bêdengiyeke dirêj..
Xuyaye her ku sîgnalek ji welatên rojava (Emrîka an Europa) ji Turkiya re diçe, ev dewlet gavekê bi alî bûyerên sûrî ve davêje.. Erdoxan piştî dehfdanê ji alî welatê rojava ve, û piştî ku hejmareke mezin ji kuştiyan di meha remezanê de li sûriyê çêbû, evî mirovî hinek tevzînok ketne laşê wî û xwest helwestekê bide diyarkirin; dema got: “Ezê berpirsekî xwe bişînim Sûriyê bo ku kuştina sivîlan bê rawestandin û emê çend zirtan i rêjîmê bikin bo dîtina çareserkirinekê.
Helwesta Rojava (Emrîka, Fransa û Elmaniya), Başarko bi ku de?
Ji bo ku ev dewletên mezin rêza xwe winda nekin, ku yekî wek Başar AlEssad, pêşiya raya giştî, wan dixe ber fediyê, xwestin helwestekê bistînin û bêjin; Başarko bi ku de? Em li virin û em dikarin te qels û lawaz bikin. Ligel vê gavê jî van dewletan ta niha jî helwesteke li gor bejna şoreşa xortên sûriyê û ev xwîna buha ku heroj tê rijandin nestandine, dibe ku berjewendiyên van dewletan, bi Beşarko û çêtên wî re, ji xwîna hemî gelê sûriya, mezintire.
Helwesta Ban kî Mon, zirtên zilamoka!
Doh, Ban Kî Mon serokê Netewên Yekbûyî, zirtek li Başar da, dema jê re got; “Divê ana hemî êşkence û kuştin bêne rawestandin”. Lê vî rebenî ji bîr kiribû ku mirovekî çete wek Başar li telefonên wî venagerîne, wê çawa li gotinên wîyî ji dûr ve vegerîne.
Oslo 07.08.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…