Werin hésran vemalin

Arjen Arî

Ji ber ‘hişkesaliyé’; li Efrîkayé méş û mihor bigirin ser çavén zarokén di ber sînga diya xwe de ji néza hestî û çerm mayî jî; zerik an jî reşik, li her deré dinyayé di çavén her kesé hişmend û xwedî-wîjdan de zarok  péşeroja civaké ye.
Ji vé feraseté; her civat li gorî derfetén xwe yén aborî, baweriya xwe ya olî û çanda xwe ya ji bav û kalan de mayî, bi riya perwerdeyé ‘bingeheke péşerojî’ amede dike bo zarok û cîlén

ku di siberojé de civaté bi ré ve bibin.
Ji ber ku bav û kalan ne péşerojeke ku em xwedî û  xwedanén wé ; wekî ‘mîrate’, bindestiyeke bépéşeroj ji me re hiştin;  li Kurdistané pisiklété zarokén ku dixwazin bibin xwediyé  ax û péşeroja xwe, di xwepéşandanaké de bi desté polisén ku xwîn ketiye çavan té şikandin.
Li welatekî ku héz û pastarén ‘ewlekariya dagirker’,  kerb û nifrîna xwe di seré zarokan re derxînîn; şikenandina çeng û pisiklét térî wan nake; li Dérsimé Mazlûm’ekî zarok, terheke dara jiyiné şehîd dixin.
Pisiklété Mazlûmé zarok nehatibe şikandin jî, li kolanén Amedé  Xweda zane,  polisan çend çaran dilé Mazlûm şikandine, ku wî jî riyeke din a hember derketiné nedît, ji xwe re got, ‘ez bi keviran serî bi wan deyûzan  dernaxim’, rabû û beré xwe da çiyayén ku di hembéza xwe de azadîyé xwedî dikin.
Péşiyan gotine, ‘ku dil bişike, nacebire’!
Dilé gelekî, dilé qewmekî çend caran hate şikandin?
Çend caran bi kuştina çend qizén xama, bi kuştina çend ciwanén xér ji ciwaniya xwe nedîtî, bi  valakirin û wérankirina çend  gundan, bi dîlkirina çend hezar siyasetmedaran hate şikandin û hé jî té şikandin?
Di serdemeke ku kurd ji héleké ve dixwazin hemû karesatén ku rih û derûn û laşé wan tiştîşî, zîvar zîvarî kiriye de birînén xwe wekî kevirekî téxin ber dilé xwe û beré xwe dabin çareserkirina  ‘pirsgiréka xirboqî’, pirsgiréka ku li tevî AKP’yé her hikumeté  girékeke din lé da û şidand; ne bi devé tivengé; di bin bané parlamentoyé de , bi ré û rébazen demokratîk, li ser maseyé bi nîqaş û dialogé çareser bikin de; destén zarokén kurd, desté zarokén gelé ku li tevî réber û réveberén xwe dixwaze ‘biratiya derizî’ bi kilsa pevrejiyînî bicebirîne; té şikandin, û bi ser de jî wekîlén ku bi dengé gelé xwe  hatine bijartin ji girtîgehan nayén derxistin! 
Té bîra min: Piştî derbaya leşkerî, darbeya ku ter û hişk bi hev re şewitand û yé ku ji sotiné filitî zevt kir û  wekî ‘kahrikek’ be  avéte hewşî, hişt ku di zîndana de ré û réwanî nemîne.
Îro jî rewş ma ne heman rewş e?
Eskeré ku di van demén nézîk de ji ber doza Ergenekon û Balyozé  wekî ‘vegerayî qişleya xwe’ dixuye; wisa  eyan e  ku ‘hunera xwe’ daye desté polisan ji xwe ‘hunerbaztir’:
Déné xwe bidiné, polisé ku édî wekî ‘artéşa melayî’ téne pénasekirin, bi helwest û tevgera xwe ya vé daviyé a li hemberî xwepéşanderén kurd, mîna bixwaze vé peyamé bide ye: Em é Kurdistané bikin girtîgeheke servekirî!
Başe, heta kengî em é ‘girtî’ û ew é ‘qerdiyané’ ser seré me bin?
Nivşé ku niha ‘zarok e’, wekî Mazlûmé zarok zilm û çewsa hézén dagirker bi çavén seré xwe dibîne û dijî?
Û dizane; siyasetmedarén wî girtîne, parlementerén ku bi dengé gel hatine bijartin di girtîgehé de ne û ew jî zarokek e.
Ew zarok, ew zarokén ku ji mafé xwe yé herî rewa û mirovî, mafé perwerdeya bi zimané xwe bébahr e;  polisén ku çeng û pisiklété wan dişikînin, bîr nabin rojeké kevirén di mista xwe de biqedînin,  dé dest bavéjin çeké?
Çek bi çeké re, pey bi peyvé re…
Di rewşeke ku ji bilî kurdan her kes di dévla Simail di ber xwe de dibéje; ‘siiiimmmm simmmmm; kurd li riyén dialogé digerin û dixwazin encemeke wergirin de his û kippînî ji devé ‘Lehengé Dawosé’, serowezîré ku Cihû bi kujerbaziya zarokan tawanbar kir, dernakeve.
Ne ew bi tené; hemû korén pé re kor, hemû kerén pé re ker, mîna ku ne li Tirkiyeyé; ‘di guhé gé de’ bin, ne bahsa pisiklét dikin, ne jî şehîtkirina Mazlûmé zarok ji xwe re dikin kul û xem û mitale…
Baş e…ev bédengî heta kengî, réveberén tirole?
Béxemiya we heta kengî, wezîr û kizîrén ku hé duhî li qadan digotin, ‘ em naxwazin hésirek bi tené bibare ji çavén dayikan?
Heke hûn nexwazin dayik xilolîkan bibabarînin li dû zaokén xwe, heke hûn nexwazin Mazlûm’én zarok, zarok zarok verin kuştin, heke hûn nexwezin çeng û pisiklét werin şikandin; destmalén aştiyé derxin ji bérîkén  xwe û werin, werin hésrén ji çavén vé erdnîgariya bariyayî vemalin.

06.07.2011/A.Arî
Tébinî: Ji ber astengkirin û kontrola li ser enterneté a desthelata Sûrî, ji Qamişlo min nekarî vé nivîsé rébikim ji rojnameyé re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…