Serkeftin… Lê ya ”Alozîyan”

  Azîz Aliş

Piştî hilbijartinên12ê Hezîran a 2011 ya li Tirkîyeyê êdî pêvajoya nirxandin û şîroveyan destpê kir. Helwesta beşek ji kurdan ya di vê hilbijartinê de û ewên ku hatin hilbijartin; him di destpêkê de û him jî piştî hilbijartinê, di daxuyanîyên xwe de careka din helwestên xwe eşkere kirin ku, êdî sîyaseta li ser şexsan/kesayetîyan û munaqeşeyên/pirsên hevwelatîyê yên di nav Missaqî Millî bû siyaseta rojê û ya pêşerojê.
Li Bakurê Kurdîstanê her dem rê li ber polîtîkayeke serbixwe hatiye tengkirin. Ev demek dirêje ku ji bo avakirina Tevxebateke hemdem, ji bo Raya Giştî û bi taybetî Komara Tirkîyeyê Hebûn û Realîteya Milletê Kurd qebûl bike, hin rêxistin û tevgerên li Bakurê Kurdistanê  pêvajoyek lêgerîna Tevxebatekê destpêkirin û ji bo wê armancê hin caran hatîn ba hev û hin tevgerandinek pêk anîn.
Lê mixabin ji bo hilbijartina û bi taybetî ji bo berjewendîyên xwe yên grûpî û kesayetî, bi  hesabên biçûk, careka din Rojevê şolî kirin û ew hêvîyên avakirina Helwesta Neteweyî kete rêza dawî.
Destpêkê de bazara namzedên li kîjan bajar û rêza çenda bû rojeva wan, paşê jî ji bo xatirê xatiran deng wergirtina ji milletê kurd û di encamê de ji dêvila derûdora 45 parlamenter were hilbijartin; 36 kes hatin hilbijartin û ew jî wek serkeftinê hate nirxandin.
Li gor min ne ”bazara” ku hate kirin, ne tengfikirandina kes û grûpan û ne jî encama hilbijartinê bersiva Doza Neteweyîyê da.
Belkî ji bo hin derûdora Serkeftin be ango belkî li gor projeya ”Komara Demokratîk”, Pirsa Kurd wusa tê çareserkirin, lê ev bixwe Taldehiştina Doza Rewa ya Milletê Kurd e û tirsa KT ya li hemberî Kurdistanîyan e, ku roj bi roj dengê wan bi girseyî bilindtir dibe.
Li gor rojeva KT ya polîtîk ya îro û li gora dem û pîvanên berê, bêguman hin guhertin çêbûne û ev guhertin roj bi roj berfirehtir dibe. Lê divê em bibînin ku, Statukoparêz vê carê jî bi navê hin ”guherandinên demokratîk” û bi hin mafên çandî li pey xapandina Kurdan e ku dîsa bi stratejîyek cuda lê ser bingeha înkara Neteweya Kurd; wek Turkîya Nuh, xetê li ser hemû pêvajoyê ango dîrokê bikşînin.
Mixabin di pêvajoya hilbijartinê de ew kurdên me yên ku beşdar û serkêşîya hilbijartinê dikirin, di qada siyasetê de motivên ” Bratî, Aştî, Demokrasî, muhatabîya Evdilla Ö., rengê oldarî û garantîya Necudabûnê ” bikar anîn û bilêvkirin.!
Evana hemû rojevên sûnî/nereal in, ku bi salan e nahêle pirsa Kurdistanê eşkere were munaqeşekirin ango ku Milletê Kurd li ser qedera xwe (self determination), biryarê bide.
Bi zanebûn alîyê xurt an jî desthilatdar bi dîtin û sloganên xwe gotin ” Tek Millet, Tek Dewlet û Tek Al ” ku, wan mesaj dida milletê xwe ku bibînin em tu tawîzan nadin.
Li alîyê din ve jî ” Bloka Kurdan ” li dijî wan sloganan, dengê kurdan wergirtin. Lê wan jî negotin ku em milletek cuda nin û li ser de bi yek dengî gotin ku em naxwazin ji Tirkîyeyê veqetin (ku ne mecbûrin bînin zimên). 
Başe kî di hilbijartinê biserketin? Bêguman her 2 alî.
Bi stratejîyek lihevkirî ku Pirsa Kurdistanê ji qada Siyasî û di rojeva Raya Giştî de bidine alîyekê û paşçav bikin.
Bi gotina kurt û kurmacî Proje ev e; di Dewleta Yek Ziman, Yek Al, yek Millet de Demokrasî, Hevwelatî û Bratî  pêk tê…!!!
Ez bixwe rêz li hemû xebatkar û têkoşer û şehîdên Kurdistanê digrim. Lê Şerm e ku meriv nav an jî paşnavê xizmên xwe bikarbîne û ne xwedîyê tu kêrhatîbûnekê / kompetensekê be û qaşo serkêşîya Pirsa Kurd bike. Ne Etîk e…!
Encamên Hilbijartinê ewê tu guherandinan ku wek  ”Pirsa Kurd” tê bilêvkirin de,  neke. Ji ber ku, meseleya bingehîn qebûlkirina Hebûna Milletê Kurd e. Ji destpêkê de ewên ku dengê kurda wergirtin, bi fermî û bi program daxwazîyek wenî nekirin.
Wê gavê ewên ku xeletî kirin, bila jı kerema xwe careka din Kumê xwe deynin berxwe û bifikirin ku wan çuqas xisar dan derengxistina Doza Neteweyîyê.
Encama Hilbijartinê, serkeftina Tirkiyeyê û xisar û bargirankirina Kurdan e..
Bi vê mebestê, encama hilbijartinên li Tirkîyeyê ji dêvila derîvekirina Çareserîyan; wê neçareserîyê afirand û xwedîyên vê projeyê (çi tirk û çi kurd), xwestin temenê vê povajoya sûnî dirêj bikin û pêşî li ber munaqeşeya Pirsa Kurdistanê û Kurdistanîyan bigre.!!
Nuha jî serbest berdana kesan ketîye rojeva sîyasetê û ewên ku xwe ji bo parlamentoya KT dan hilbijartinê, mixabin careka din bi awayek lihevkirî Rastîyê ango Pirsa Bingehîn dixwin taldeya serbestberdana kesan û neçûndina Meclîsa KT ê … !
01.07.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…