Komcivîna diwem bi Komîta mafê mirovan û alîkariya mirovane re di perlemanê elmanî de

Kombûna cara yekem, di navbera komîta mafê mirovan di perlemanê elmanî û koma Koordinasiyonê, di 27.05.2011, pêk hatibû.

Eve cara diwa ye, ku komek ji rikberên Sûriyê, di gel serokê komîta mafê mirovan û alîkariya mirovane, rêzdar Tom Koenigs, ku ji fraksiyona Bundnis 90/Grünê ye,  berpirsê fraksiyona SPD (sosiyal demoqratan), xatûn Agelîka Graf, seroka nivîsgeha CDU/CSU xatûn Wurmbach, û gelek berpirsên nivîsgehên endamên perleman  yên ku bi pirsên mafên mirovan re têkeldar in, civiyan.
Hêjayî gotinê ye ku Elmaniya di 01.07an, wê rêvebiriya encumana neteweyan bike.
ṣanda rikberiya Sûrî hemereng bû, wate, ji tax û çînên civaka Sûrî ya siyasî, civakî, etnîkî û kesên serbixwe pêkhatibû.
ṣande li ser rewṣa aktuell ya sûrî axift û diyarkir, ku ta niho bêhtir ji 1600 mirovî ṣehîd ketine, di nav wan de, bêhtir ji 100 zarokî û bi hezaran birîndar û derbeder bûne. Derbederî jî berbi Urdun, Libnan û Turkiya ve çûn.
Daxwaz û hêviyên rikberiya Sûrî ji endamên komîteya perlemana elmanî ev bûn,
1.    Bikaribin li hukumeta sûriyê teng bikin, ku ṣandeyên mafên mirovan, yê rojnamegerî û mediya serbixwe û bêlayane rêbikin Sûrî, ji bo rastiya agahiyan bête der.
2.    Hêza xwe ya siyasî û têkiliyên aborî pêkbînin, ku ev kuṣtin raweste. Teng, top, leṣger, ṣebîha û hêzên istixbarata ji bajar û bajarokên Sûriya derkevin
3.    Daxwazên rewa yên xwepêṣanderan pêk bîne.
4.    Qewrandina balyozê Sûrî ji Elmaniya.
5.    Pêkanîna zextekê li ser Çîn û Rûsiya, ku li hêla gelên Sûriya rawestin, çunku têkiliyên Elmaniya di gel wan welatan di asteyeke baṣ de ne.
Di danûstendinê de, ṣandeyê diyarkir, ku ev rêjîm ne di wê asteyê de ye, ku bikaribe guherîna bike. Ya durust divêt ev rêjîm bi xwe bête guhertín.
Berpirsê Encumana bajarê Hannover, rêzdar Lothar Schlickau( Partiya keskan), xemgîniya xwe da diyarkirin, ku komîta têkiliyên derve di Perlemanê elmanî de, nebeṣdar bû û hêvî kir, ku di paṣerojê de, kombûnek digel wan pêk bêt.
Ji hêla xwe ve jî, serokê komîta mafê mirovan û alîkariya mirovane, rêzdar Tom Koengis spasiya xwe pêṣkêṣî “wek wî got: destpêṣkeriya Hannover” kiri, ku karîbû vê hemerengiya siyasî, civakî, etnîkî, di vê kombûnê de beṣdar bike. Rêzdar Koenigs diyar kir, ku ev bîr û baweriyên cuda bingeha hêza we ne. ev cudabûn û yekîtî nîṣana serketina we ye û hêvî kir, ku ew têkilî berdewam bin û agahiyan ser bi ser ji destpêṣkeriya Hannoverê werbigrin û soz da, ku encama vê civînê di rûniṣtina dawî ya berî bêhinvedana havînê, ya perleman li ber perlementeran bîne ziman.
ṣandeya rêkberiyê jî spasiyên xwe yên gerim pêṣkêṣî serokê komîta mafê mirovan di P.E de û endamên fraktsiyonan û karmendên wan kir, bi hêviya ku danûstendin berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye, ku komîta amadekar, dosiyeke rojnamevanî, ku tê de, li ser rewṣa Sûriya, li ser kurd û helwest û kar û daxwazên wan, raportên Amnesty International, Humen rights  woutch û DVD yek li ser  ṣoreṣa Sûrî hebû, da serokê komîtê û fraksiyonên di civînê de, beṣdar
 
Tengezar Marînî /Hannover
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…