Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Niştîmanî yên Kurd li Sûriyê hevkariyek damezrandin

Weke berdewamiyekê ji kar û xebata ”Partiyê Tevgera Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê” li hundir welêt û da ku li Ewropa jî Tevgera Kurd, di vê dema nazik û hestedar de, kari be baştir bi rola xwe di warê dîplomasî û têkiliyan de, nemaze jî di warê têkiliyên bi hêz û partiyên rikberiya sûrî re, bilîze û kari be bêhtir li maf û berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê xwadî derkeve Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê rojên 02.-03.07.2011-ê di konfiransekê de hevbendiyek di nav xwe de damezrand û komîteyên xwe (Komîta Serkirdayetiyê, Komîta Rêzanî, Rêveber) li gor tozikeke navxweyî destnîşan kirin.
Ermanc ji vê hevkariyê ew e ku em bi hev re li ber roniya Înîsiyativa Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê û biryarên wê xebata xwe li pênawî xalên jêrîn hîn xortir bikin:
1. Peydakirina piştgiriya siyasî, di asta navnetewî de, ji daxwaz û viyana xelkê Sûriyê û şoreşa wê ya pîroz re;
2. Danhev û yekxistina hêzên rikberiya sûrî bona piştgiriya şoreşê û bilindkirina dengê wê li dervayî welêt;

3. Bervedêriya maf û daxwazên rewa yên gelê kurd di hemû têkilî û danûstandinên xwe bona bicîkirina mafên me yên netewî di destûra Sûriyê ya pêşerojê de.

Daxuyaniya Konfiransa Rêxistinên Ewropa yên
Partiyên Tevgera Niştîmanî yên Kurd li Sûriyê
Dortmund, 02.-03.07.2011

 

 

Piştî bêtirî sê meh û nîvan ji temena serhildana gelêrî ya pîroz li Sûriyê hîne jî rêjîma Şamê ya totalîter ji dêvla ku guh bide daxwazên rewa û dadmend yên xwepêşandêran, bi şêweyên curecur yên hov û dirinde dide xwe ku stemkarî û desthilatiya xwe biparêze. Pêşî wê dest bi sozên vala û derew kir, pişt re jî ragihandina xwe ya derewkar bi kar anî, li dawiyê jî hovîtiya xwe û dezgehên xwe yên leşkerî û ewlekariyê bi kar anîn. Di encamê de ta îro roj bi hezaran şehîd û birindar ketin, gelek kes jî hatine girtin û ”wendakirin”, gelekên din jî hatine koçbarkirin.

 

Tevgera me ya Kurd li Sûriyê ji roja pêşî de eşkere û zelal ji rêjîmê xwastin ku dest bi guhartinên demokrat bike, da ku xelk û welat bên parastin û dilopeke xwînê jî nerije. Lê mixabin, rêjîmê guh ne da van daxwazan û bi serhişkî û hovîtiya xwe têkelî rewşê bû. Îro roj jî serkirdayetiya tevgera me di wê baweriyê de ye ku riya herî rast ji çareserkirinê re ew e ku kongireke niştîmanî ye giştî li dar keve, da ku pêşeroja Sûriyê bête guftoguhkirin û pêngavên pêşîn ji avakirina welatekî demokrat û nûjen re bêne avêtin û destûreke demokrat bête amadekirin, ya ku tê de rastiya Sûriyê ya dîrokî û erdnîgarî bê parastin û hebûna gelê kurd û mafên wî yên netewî bên naskirin û bicihkirin. Ji bo ku ev daxwaz bi ser bikeve helbet pir girîng e ku:

  1. serhildan bi hemû awayan û bi şêweyên aştiyane berdewam bike;
  2. piştgiriya siyasî û dîplomasî ji miletê Sûriyê û daxwazên wî yên rewa re bête peydakirin û
  3. berî her tiştî jî yekkirina hêza tevgera kurdî û ya rikberiya sûrî serûber.
 

Di vê çarçewê de Tevgera Kurdî ji aliyekî de navmala kurdî da ser hev û çarçewa xwe ya netewî ”Partiyên Tevgera Niştîmanî ya Kurdî” damezrand û înîsiyativa xwe bona çerserkirina buhrana Sûriyê pêşkêş kir, hem jî gelek hewildanên bona yekxistina hêzên rikberiya sûrî pêk anîn.
Da ku li Ewropa jî tevgera me ya kurd kari be baştir bi rola xwe di warê dîplomasî û têkiliyan de, nemaze jî di warê têkiliyên bi hêz û partiyên rikberiya sûrî re, bilîze û kari be bêhtir li maf û berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê xwadî derkeve me weke Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê roja 02.-03.07.2011-ê di konfiransekê de hevbendiyek di nav xwe de damezrand û komîteyên xwe (Komîta Serkirdayetiyê, Komîta Rêzanî, Rêveber) li gor tozikeke navxweyî destnîşan kirin.
Ermanc ji vê hevkariyê ew e ku em bi hev re li ber roniya Înîsiyativa Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê û biryarên wê xebata xwe li pênawî xalên jêrîn hîn xortir bikin:
1.   Peydakirina piştgiriya siyasî, di asta navnetewî de, ji daxwaz û viyana xelkê Sûriyê û şoreşa wê ya pîroz re;
2.   Danhev û yekxistina hêzên rikberiya sûrî bona piştgiriya şoreşê û bilindkirina dengê wê li dervayî welêt;
3.   Bervedêriya maf û daxwazên rewa yên gelê kurd di hemû têkilî û danûstandinên xwe bona bicîkirina mafên me yên netewî di destûra Sûriyê ya pêşerojê de.

 

Herweha biryar di konfiransê hate standin ku divê ev hevkariya me ya siyasî kesayetiyên kurd yên serbixwe û dezgeh û komeleyên revenda kurd li Ewropa kom ser hev bike û sûdê ji wan û şiyanên wan werbigre, da ku em bi hev re rajeya doza xwe ya netewî û niştîmanî bikin.

 

·         Serberzî bo şehîdên azadiyê, nemirî bo semkaran
·         Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

 

 

03.07.2011
Hevkariya Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …