Arjen Arî Taldeya tehteké sitar e carinan, carinan; di qijjîna havîné de hénikahiya binê kolikeke li nava werzan, carinan jî; siya bîşengeke li peravén Ava Bûnisra şaxén xwe mîna jineke porberdayî dabe desté bé…
Xasma vé évaré, ev bajar vé évara ku havîné dergehé dinyayé li germahiya hezîrané vekiriye û ne sura bé heye ne jî tîjkek ronî; bi taybetî min é ku bériya stéran kiriye dike ku bifetisîne di nava lepén reşahiyé de.
Gur ji şevén reş û bi mij hez dike. Lé ez…ez ew kes im ku ji welatekî nézî welatén stéran hatî ye.
Niha, dixwazim rahijim seré xwe û mîna yekî ji xerebata derketî bidim ser riyé…Lé, di vé reşé di şevé de..?
Wekî yé seré ben wenda kirî, min jî seré riyé wenda kiriye. Û reşahî dike ku dinya li dora min bigere. Bérikirin ji héleké de min kaş dike, ji aliyekî ve stér bangî min dikin . Min bériya stéran kiriye…Stérén lib lib, goşî goşî…Stérén ku ji dûr ve bi nazenînî çav li min diniqirandin û zarok zarok dibişirîn…
Ez û wan heta van salén dawî jî bi hev re vedigariyan wan deman, wan demén ku ne ew ji min, ne ez ji wan tér dibûm:Wekî bazekî çiyayî ez jî ji gundekî çiyé bûm. Û her ku dibû şev; gund, ez û seré bén nezîktîrî stéran dibûn. Ezmané bi roj ji min ve dûr û bi ewrén nermehevrîşmî, bi şev dibû mîna lihéfeke bi stéran neqişandî…
Hé wan wextan çavén min î mîna xarén dîndoqî, férî temaşeya li sitéran bibûn. Navé hinekan Komika Séviyan bû, yé hinekan Goşiké Tirî, yé yeké Hirçé, yé yeke din Kerwankuj…
Diya min digot, ‘Kuré min…tu bi ser derî ve bî, tu é di Riya Kadizé re bişé biçî welaté stéran’.
Ez é ku her şev li seré bén di xewnén xwe de diketim ser ré û min ji stérén ku leqeyî wan dihatim riya Stéristané ji wan dipirsî, piştî ku çavén min hingavtibûn stérén çavén Stéré, min bawer kir ku li Stéristané her şev Leylé dide dû Mecnûn.
Min dimeyzand: Carinan Mecnûn ku dilezand, Leylé jî lez dida xwe. Gava ku min digot, ‘Dayé dayé, binere… mîna ku bibezin dilezînin’, diya min digot, ‘ kuré min…ew dé bi ser ya xwe ve bin…şeveké dé bigihin hev’!
Wé şevé, beriya ku hîv biçe şivé, gava ku min dît mîna kulmek xwe bikeve agir, ji ezman wisa béjimar stér xwéjinkî hatin xwaré, ez ji ser livînan hilçeniyabûm û min kiribû qîrîn: Yaaaddd yaaaad! Li rijîna stéran meyzén!
Yadé, piştî gotina Xweda sebré bide dayika wan, keserek kişandibû û gotibû, ‘Sih sal e berxé min… sih sal e stér dikevin erdé û em her şev li rijîna stéran temaşe dikin’.
Diya min piştî ku stérén çavén xwe paqij kiribûn, gotibû, ‘berxiké min… ka li ezman meyzén… heke stérek jî jé kem bûbe’?!
Min li ezman meyzand. Mîna ku kitek jî nerijiya be erdé, yek kém nebûbe, wisa bi bişirîn, stér kit kit diçurisîn.

Şîrove (0)