Bang ji bo malperên kurdî

Qado Şêrîn

Roja 25ê gulanê, Tevgera Ciwanên serhildana kurd daxwiyaniyek ragihand, ji daxwiyaniyê diyar bû ku hinan navê wan bi şêweyekî kevneperestiyane bikaraniye û êrîşî tevgera siyasî ya kurdî kirine. Di dûv re Tevgera Ciwanên Serhildanê di daxwiyaniya xwe de dinivîsin ku; li gel ku ew û Tevgera Siyasî ya kurd di gelek xaleyan de ne li gel hev in, lê em wê daxwiyaniyê derwîn derdixînin û ne me belav kiriye.
Ji ber wê ji xwedî û sernivîserên malperan re dibêjim: ne her cil li ser têla mirov tê raxistin.
Di van rojan de, gelek nivîs, daxwiyanî û bêbextiyên wisa belav dibin. Bila her kes şiyar û agahdar be..
Di demên zirav û teng de kesên baş û zikêş pêl li berjewendiyên kesane û partiyane dikin, daku berjewendiyên gel ên giştî bi ser kevin.
Berî hezarên salan, mirov li hember êrîşên lawirên hov nêzîkî hev dibûn û bi dilekî mêrane dijiyan, daku bikaribin bijîn û biserkevin. Her wisa dema êrîş û metirsî diçû ber deriyê êlan, gelek êl li dijî wan êrîş û metirsiyan dibûn yek, daku xwe biparêzin û biserkevin. Îca di qonaxa guhertin û şoreşan de, ji me kurdan wek berpirsyariyeke dîrokî tê xwestin ku em nêzîkî hev bibin û dijîtiya hev nekin. Mafê xwe bi mêranî bixwazin an nebêjin em doza mafê gelê xwe dikin.
Bi gumana min heçê bi wan lîstikên kevneperestî radibe, rola rêjîmê dilîze, bê ku bi xwe hişyar û agahdar be. ‘’Giya dibin keviran de namîne’’ û dê rojekê eşkere bibin û wek xayîn bên cezakirin, bi taybetî eger hat û şoreşa Sûriyê bi ser ket.
Di vê dema zirav û teng de, ji me hemiyan tê xwestin ku em berjewendiyên gelê xwe biparêzin û li dijî hev dernekevin. Heçê ji bo kesê xwe, çi jî ji bo berjewendiyên partiya xwe yekîtî û rêza kurdan têk bibe, yan jî bi tenha xwe serê karwan bajo, yan jî guman bike ku ew bi tenha xwe dikare mafê gelê kurd bistîne û xwediyê pirsgirêka kurd e, ew pirojeyên rêjîmê pêk tînin û bi şêweyekî ji şêweyan bi rola muxaberatên rêjîmê radibin.
Li dawî,
Bang û hêviya me ji medya kurdî, bi taybetî malperên Internetî, bila şiyar û agahdar bin, bila her tiştî belav nekin, ne her nûçe, ne her gotar, û ne her daxwiyanî belav dibe. Pêşî bixwînin, binçav û lêkolîn bikin, jêderan nas bikin, û di dûv re binirxînin, eger di berjewendiya gelê me de be hûn dikarin biweşînin. Çîmkî hûn roleke dîrokî dilîzin, û ji bo ku hûn nebin hevparê dijmin û xayînên ku dixwazin şoreşa ciwanên we têk bibin agahdar û şiyar bin, her tiştî belav nekin, ne her nivîs û daxwiyaniya giha we dikare baş û di berjewendiya gelê me de be.
Û hûn sax bin boyî piştgiriya gelê me…
30ê gulanê 2011

Qado Şêrîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…