Bêjesaziya kurdî bê ‘SAZÎ’ ye

Hozan Robar

Bêjesazî (morphology) zanisteke bi serê xwe ye û babetên wê pir fireh in, rêzik û rêpîvanên duristkirina bêjeyan tê de hatine danîn, li gorê ferhenga ziman hatine rêkxistin.

Lê mixabin, zimanê me wek erdekî bûr cot lê nehatiye ajotin, ji vê zanistê bê par maye û zimanzanên pispor di vî şaxî de bi têra xwe nînin ku zimanê me jî rêkûpêk bikin û ji nû ve raxînin, yan jî eger hebin rêya vî karî li ber wan venebûye. Ew jî ji ber nebûna saziyeke taybet bi vî karî.

Her kurdîhezek ku cihê bêjeyekê di nivîsa wî ya kurdî de vala maye li gor zanîna xwe bêjeyên nû dariştiye yan jî hema ji zimanên dagirkerên tirk, ereb û farisan peyv wergirtine û di nav kurdî de bi cih kirine, lê eger ew xwenda (xwendina wî hebe) be li ser rêya tirkên modern çûye û ji zimanên latînî ew peyv wergirtiye.

Helbet, kesên rast û durist kar kirine jî hene û gelek peyvên lihevhatî li kurdî zêde kirine, destên wan xweş bin, tiştê baş nakokî li ser nîne. Lê şaştî her cihê gengeşe û gotûbêjan in ta rastî derkeve holê.

Berî çend rojan min di nivîsekê de peyva “Opazisyon” bi kar anîbû, hevalekî ji bakurê welêt li ber wê peyvê sekinî û got “çima ne Mixalifet?” min got: ji ber em ji ereban û ji zimanên wan têr bûn me têra xwe ji dest wan dîtiye lewma ti peyvên erebî hîç bi kar nahênim.

Eger em bi çavekî bêalî li her du peyvan binêrin çi ferq di navbera wan de nîne “Opazisyon, mixalifet”, ev gotin li cî ye çunku her du peyv biyanî ne, lewma min berê xwe da kurdî.

Di gera nav kurdî de ev peyv derketin pêş (rikber, rikeber, neyar, dijber, dijberî, dijbere) hemû jî heta niha di çarçoveyeke teng de têne bikaranîn, lê em ê wan rakin û deynin û li pey regên wan biçin ta em zanibin çi peyv ji “Opazisyon, mixalifet” ê re berdêl û alternatîf e.

·  Rikber, rikeber: rik + e + ber
peyva “rik” hevalnav e (rengdêr, sîfet) zaf tête bikaranîn.
Wate: kîn, kerb, serhişk, eynat.
Nimûne: çi zarokekî bi rik e, ew kar li wî bûye rik.
Peyva “ber” gelek wateyan dide û şîroveya wê pir fireh e, eger “ber” a hevalkar be (hoker, zerf) wê demê wateya cih dide: li ber derî rûniştiye, di ber min re çû.
Wateya peyva hevbend “rikeber”: hevrik, dijber, minafis, dijmin, reqîb, pêşbaz, pêşbir.

Anku heman wateya “Opazisyon, mixalifet” nade:

· Neyar: ne + yar
Wate: ne dost, dijmin
her dîsa wateya “Opazisyon, mixalifet” nade.

·  Dijber: dij + ber
Peyva “dij”, hevalnav e (rengdêr, sîfet) zaf tête bikaranîn gotina dijmin (dij+min) jî jê hatiye dariştin.
her yek wateyê dide (hember, li aliyê din, ne wek hev)
nimûne: li dijî kesekî yan tiştekî, li dij hev derketin.
Wateya peyva hevbend “dijber”: rikeber, hevrik, mixalif, reqîb, dijmin

·  Dijberî: dij+ber+î
Bêyî em kûr û dûr biçin, ev peyv hevalnav e (rengdêr, sîfet).
wateya wê bi wateya “dijmintî, dijminî, rikeberî” ye û ti carî wateya “Opazisyon, mixalifet” nade, lewma bikaranîna bi wê wateyê şaştî ye.

Wek diyar e wateya herî nêzîk ji “Opazisyon, mixalifet” di peyv “dij” heye, lê têbîniyek heye, berî em biryara dawî bidin:

·  Dijbere: (dij+bere) bereya li dijî ya din, bi wateya “Opazisyon, mixalifet”.

“Opazisyon, mixalifet” anku aliyê din yê li dijî aliyê yekê, bêguman ew eniyeke (bereyeke) li hember aliyên din.

Enî yan jî bere, her du di kurdî de têne bikaranîn, lewma dê wateya Dijbere hûrtir û nêztir be ji “Opazisyon, mixalifet”ê re.

Em dikarin bêjin kesê di nav dijbereyê “opazisyon, mixalifet”ê de jî dijber e:
– Ew kes dijberê min e, hevrikê min e, rikeberê min e, mixalifê min e.
Puxte:
Dijber: mixalif
Dijbere: mixalifet

Helbet ev herdu peyv ne min çê kirine, berê hene û têne bikaranîn, ev tenê hilbijardeya min e, eger hilbijardeyeke têvel li ba we hebe û hûn min haydar bikin dê gelek baş be.

Armanca me, em berev zimanekî yekgirtî biçin, ji bîr nekin di vî karê xwe de em pir dereng mane, em di sedsala 21ê de ne.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….