‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin

Qado Şêrîn

Şoreşa Sûriyê ji 15ê adarê ve berdewam e. Rojên înan, piştî nimêja înan gel ji rojên din bêtir dadikeve kolanan. Heftane çalakvan û xwepêşanderên şoreşa Sûriyê navekî li roja înê û wê hefteyê dikin, vê carê, vê hefteyê navê ‘’Îna Azadî’ lê kiribûn.
Li seranserî 40 salî rêjîma Sûriyê xelkên Sûriyê dabûn famkirin ku kurd perçebûnan dixwazin, kurd veqetandina ji Sûriyê dixwazin, kurd bi derve ve girêdayîn in, kurd bi Emerîka û Israîl re pilanan li ser serê Sûriyê dideynin, kurd ne welatperwer in, kurd aramiya Sûriyê têk dibin, kurd xefk û davan li ber Sûriyan vedidin, kurd dixwazin perçeyekî ji xaka Sûriyê veqetînin û bi welatekî biyanî ve vekin, kurd…kurd…kurd… Kurd kiribûn dijmin û neyarê miletê Sûriyê.
Lê,

Peyva ‘’Azadî’’ di ‘’Îna Azadî’’ de, û şêweyê beşdarbûna kurdan di çalakiyan de, hemû piroje û pilanên rêjîmê derew derxistin, dema bi milyonan peyva ‘’Azadî’’ guhdarî kirin. Diyar bû ku kurd jî mîna tevaya miletê Sûriyê dixwazin bi azadî bijîn, zarokên wan bi azadî bilîzin, bi azadî mezin bibin û biçin dibistanan.

Di ‘’Îna Azadî’’yê de bîr û boçûnên her kesî li ser kurdan hatin guhertin, dema ku kurd bi şaristanî û bi hezaran daketin kolanan û doza ‘’Azadî’’ya Sûriyê xwestin, doza azadiya Derha, Banyas û Himsê berî Qamişlo kirin.

Diruşmeyên kurdan, bilind kirina ala Sûriyê û piştgiriya kurdan ji bo bajarên dorpêçkirî, diyar dikin bê çiqasî kurd perwer in, birayên xwe yên bajarên din bi tenê di bin zulmê de nahêlin, û miletê Sûriyê dibin sîwana zulmê de yek e.

Li dawî, ‘’Îna Azadî’’ û binavkirina vê hefteyê bi ‘’Îna Azadî’’yê, kurd ji hemû tawanan, ji hemû derew û bêbextî û telaqreşiyan, azad kirin.

Oooh, çiqasî xweş û şêrîn bû dema li ser ekranên televizyonan(Al jazeera, Al arabiya, BbcArabic, Alhurra, ..h.g.d): 20/05, cumhet Azadî, ango‘’20ê gulanê, Îna Azadî’’, dihat gotin. Bayê azadiyê li pozê mirov dida..

22/05/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...