Bizavên xortan…û paşeroj

  Xelîl kalo

   Îro bi îna azadiyê, bizava xortan wê ji heftiya dehan /10/  yên xwepêşandanên azadiyê derbasbibe yeke paştir ku li herêmên kurdan têne li darxistin , her bijî û sed car herbijî digel bizava giştiya gelên sûrî bi hemû neteweyên xweve , ku ew bizav wê xwe ber heftiyên werên de berhemên baş bidestve bîne ,ev goman û dîtin  ne xeyale û ne derewe, belê  xebateke pîroz û mêjûyîye dijî sitemkariyê û rê vedike roj bi roj li pêşiya asoyeke baştir ji bo gelê sûrî bi giştî û gelê kurd bi taybetî,
armanc ewe ku paşerojeke geş were afirandin ser bingiha ku em hemû gelê sûrîne , pêkve digel hev bijîn bi girêbesteke civakî ya nûjen “destûr” naveroka wê dimuqrasî be , û mafê mirovan û azadiyên giştî biparêze digel ku em kurd bijîn bi nasnameya xweyî netewî bê kesek yê dîtir inkarbike û hebûna wî bi çewisîne  .

  Heta niha civaka kurdan bi tevayî bijartiyên xwe bi şêweyekî qels û lawaz derbasî van xwepêşandana dibin , pirê li wan rûdanên ku li sûrî di qemin weke temeşevan li meyze û seyrdikin bê berpirsyarî , bê helwest  û bê armanca xwe bidine xuyakirin  yan li ba wan hebe , xwe jê dûrdikin bi bihane û hin hêncetên pûç ku zarok pê qayil nabin ,armanca wan ji vê texepaşîyê ewe ku xwe ji sêla sor dûrbixin û difikirin belkî sûd û berjewendiyên wan werin zirarkirin û gefkirin , pêre hin metirsiyên dîtir ku rêjîma basiyan di dema îro de weke gurê birîndar harbûye û hew dizanê çawa xwe biparêze ji ketina xwe ku pêre kuştin û girtinê dike  , ew rêjîm di wê bewrîyê deye ku di demên pêş mede wê temenê wê bi dawî bibe , lewma jî heta jê were wê hemû şêwe û nifşên hovane bi karbîne ,û vaye bikartîne li pirê bajarên serhildana .

  Bi rastî, bê ku em serê hev gêjbikin  , kurt kurmancî ev bizavên xortan wê bi ser kevin û  xwe bighînin astên bilind di demê pêşde , bê goman ewin ronak û hêviyên gelê me di paşerojê de ,ev rastî gereke em pê bawerbin û rastiya mêjûya her miletekîye ,li vir pêtiviyer em kurd bi hêz beşdarî van çalakiyan bibin heta ev rewş û qunax xwe ber aso û rewşeke nûtir ve bibe , bê guhartin , pêşveçûn û rizgarkirin ji rêjîma bas û çanda wan ya şofînî bere kes ne fikirê ku wê karibe karekî baş bike yan jî wê bigihêje armancan , ji ber ev bû zedetirî /40/ salî jiyan rawestaye û alozbûye , eger ev rêjîm ne wê hilweşandin ji binê xwe ve di vê dema ku  nîr alîkarin ,lê ku ew basî bi mînin ser xwerebezê xwe ew dih carî ji demên berê wê zulm û serdestiya xwe ser gelê sûrî berdewambikin û wê devê me bi têlên hesinî bigrin ,wê rojê êdî poşmanî tu sud û feydê nade .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…