welatparêz Abdilselam Osman çû ser dilovaniya xwe

Îro kasayetekî welatparêz Abdilselam Osman bavê hunermend Ronî û Dilo Doxan û birayê şehîdê Hunermend Xebat Osman di18.05.2011 an de katjimêr 15:00 li bajarê Tirbespiyê çû ser dilovaniya xwe, Abdilselam bavê Ronî bi dehên salan bi erkên xwe wek welatparêzekî Kurd rabuye û dilê xwe kiriye hêlîna şoreşgerên welatê rojê.
Bavê Ronî  di dawiya salên heftêyî de bi sedan şoreşgerên Kurd di mala xwe de xwedî kirin her wiha jî dilê xwe yê fereh kir hêlîna xwazginyê welatê rojê,
Abdilselam Osman  kesayetekî hizkirîbû li bajarê Tirbespiyê û derdorên wê,

Bavê Ronî di sala 1950 î de li bajarê Tirbespiyê çavên xwe li jiyanê vekirye
ev demek bû li ber xwe dida li hember  nexweşîna penceşêrê .

Oxirbe Xwediyê dilê mezin
Oxirbe mamosteyê hunermend Ronî û Dilo
Oxirbe welatparêz hêja

Şîna rehmetiyê Abdilselam Osman
Roja înê 20.05 heya roja yekşemê 22.05.2011 li vê navnîşana li jêr çêdibe.

Navnîşan:

Gorch Fock str 9
29640 Schneverdingen

Tel:05193982930
017624504950
015779639870

———–

Behîname
Malbata xelo ” Dogan  “di serî de diya ronî “nasîbe dogan ” û zarwên xwedê jê razî Ronî , Ebdo bavê Ronak ,Sabir bavê Osman ,Roder bavê Ronî ,Dilgeş , Deysem , henermend Dilo dogan ,Rêda û hemû kes û karên wî , bi xem û kovan me koçbûna kesayetiya welatparêz xwedî jê razî Ebdulselam bavê Ronî bihîst , em bi hest û can beşdarî behî û şîna we dibin û bere serê we hemûyan saxbe , em hêvîdarin ku hûn zarwê wî cihê bavê xwe bigrin û mala we bimîne mala kurdan û kurdewariyê Çi di alîyê welatparêzîyê de û çi geşepêdana hunera kurdîde ku mala we cihê hunermend û hunrê bû weke şehîd Xebat û Ronî û Dilo, piştî koçbûna bavê weyê hêja em di wê bawerîyê dene ku hûnê rêbaza kalik , bav û amê xwe bigrin , ji  we hemûyan re sersaxî û ji kes û karên were sebir û aram û ji xwedê jê razî re bihişta hemdem .

Xelîl kalo
20.5.2011

————

sersaxî
Malbata xelo di serî de diya ronî “nasîbe dogan ” û zarwên xwedê jê razî Ronî , Ebdo,Sabir,Roder,Dilgeş , Deysem , henermend Dilo dogan ,Rêda û hemû kes û karên wî , bi xem û kovan me koçbûna kesayetiya welatparêz xwedî jê razî Ebdulselam bavê Ronî bihîst , em bi hest û can beşdarî behî û şîna we dibin û bere serê we hemûyan saxbe , em hêvîdarin ku hûn zarwê wî cihê bavê xwe bigrin û mala we bimîne mala kurdan û kurdewariyê û cihê hunermend û hunrêku ji wê malê   şehîd Xebat û Ronî û Dilo derketin, piştî koçbûna bavê weyê hêja em di wê bawerîyê dene ku hûnê rêbaza kalik , bav û amê xwe bigrin , ji  we hemûyan re sersaxî û ji kes û karên were sebir û aram û ji xwedê jê razî re bihişta hemdem .

Rêhevalê şehîd xebat : yûsiv silêman
20.5.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…