Sûda çêkirinê çiye? ger ji vacak sitimkariyê de peyda dibe..?

Sernivîsa DENG

Ji nîvê avdara borîde û ta nuha, meydana sûriyê rewşek ji kelek gelêrî dîtyarî dibîne, li dirêjiya robara welêt beladibe, ji ( derayê ) ta parizgeha hesekê( cizîrê kurda ) derbasdibe di piraniya gund û bajaran re,..dernewên wê aşkere dibin di şêweyên mehnedanên şarewanî û raperînên aştî yên ku hemî zagûn û rîdar wan e diparêzin, ta rîdarê welêt..wek ku mafek millîye ji rûniştvanan re.. ev mehnedanên yên ku derdibin ji nehametên gelêrî,
 ya ku hemî  êşkence dîtine, ji sivîlî û tinebûnê, û qedexiya herdemî ji azadiyên demoqratî, û nemaze ji serbestiya rêkxirawa rêzanî, û sendîkey, û ji azadiya dernew û weşanê, yak u deselat zorganiya wana kiriye di riya amîrên xwe yên qedexkarî re û rahatên polîskarî, ji girtina devan ta kuştinê mirovan,.tevlî têxistina xebatkaran di rêreşiya zîndan û girtîngehan de,..ev bêlidike ku girmista ewlayê ya paldayî ji dehê salan de li ser hustiyê gelê sûriyê çi tekane dibin yan koder, ewa ne sedama hemî êşekên civakê ye, û ji hemî şêweyên gendeliyê ye ya ku li hemî mifrikên welêt û dezgehan de belabuye. …Hemî raperîn û mehnedan ji despêkên xwe de bi şêweyek aştî pêdabûn, û ta nuha jî ji wê riyê derneketine, û hemî jî azadî û jiyanek şiya û demoqratiyê naşandikin,..tevî ku hemî bi qedexkariyek hovîtî   enberbûn,..ta avêtina raperîvanan bi qorşînê, yak u di encamde bi sedan şehîdbûn û bi hezaran wan jî birîndarbûn,..ev li nik hin sozên desolatê ku daxwezên raperîvanan bi cih bîne, û deranîna hin merasîm û kirdarîşan di wê arastê de, lê hemî ta nuha bê sûdebûn, ji ber ku titiştê ku vîna gelêrî vehesîne ta nuha bi cih nehatiye, çimkî ew têkarên han ji jor de tên û ji vacak melhorîde dertên, û rijîm pê tê parastin, û ti misokerkirin ji wan têkaran re tinene, çimkî tiştê tê xwestin ne perspankirina tiştan ne, lê belê tiştê ku tê xwestin vegerek îjdil de çêbibe ji hemî dozên bingehî re, ta ku li ser wane guhastinek curreyî di hemî dezgehên welêt de û têkîliya xwe bi civakê re bibe, û camawerê dilsoz di riya nûnerên xwe re tevlî çêkirina biryara guhartinê û çaksaziyê be, misokerkirina ortaniyeke rasteqînî bike di deswelat û samanê de bike, û vêra jî navlepek aştî ji deselatê re, û têde ti ciyabûn yan maxakan ji ti kesî re tinebin, çi ji kesan re yan ji komdaran re.. Biryara ku hatiye wistandin ji bo rakirina dadgeha bilind ya ewleya welêt, û rewşa awerte,.ti tişt di rewşê de ne gewirî, çimkî her çû rewş pîsbû ( girtî pirbûn, kuştin û birîndar bêtirbûn ) û hîn tiştin din jî tên der, û nemaze terûza hin dasazan di derheqa zagûnên ku bên der di warê azadiyan de ku qotîne, û nemaze yasaya partiyan ya veşartokî,..wate jê derwerîna rewşa heyîna gelê kurd û partiyên wî yên rêzanî, û herwisa jî yasaya çapemeniyê û weşanê jî, û her wiha jî yasaya hilbijartinê ya ku ti kes nizîkê wê nebuye bi carekî, beyî ya ku têkîldar dibe bi kargêra deverî re, wate jê jî dive yasaya hilbijartinê jî bê guhartin, ta ku nûneriya hemî pîlekan ( çênî ) bike, herwesa jî hîn denkirin pire li ser bûjena heyştan di yasya welêt de, tevî ku yasaya welêt hemî dibe bê guhartin..û li gor qonaxa nuh be û daxwezên dawerojî be.
Di vê rêbazgehê de, nirîna partiya me – azadî – ya hatiye weşandin di 642011z ji gifteguhêre tê holê , ji bo çareseriya astenga ku welêt dipêçe,..nirîn bi xwe vexana hevpeyvînek niştimaqnî, hemî şevengên niştimanî û hêzên niştimanî û sandîkî û çeniyên civakî têde beşdarbin ( kongirek niştimanî tevane ) yan encûmanek bingehî, her kes nûnerên xwe têde hilbijê re, lê belê girîngtirîn ku berî wê hin rahat bên kirin, ta rastiyek têxînê meydanê,..di despêşiya wê de berdana hemî girtiyên rêzanî û xudî nirîn, û yên di raperînan de hatin girtin, û selmandin bibe ji bo xisneciya xudanên şehîd û birîndaran, û selmandin bibe bi milliya liva camewarî, û pirotistkirina karê kuştin û qedexkariyê, û kesên gunehkar bên dadgehkirin, û dûre dest bi dozên niştimanî yên lezok bibe,..ji wane danîna piransîp û bingehan ji welatek şarewanî nûjan re, ya misokerkirina venasîna yasayî bi ferelayanî netewî, û olî û rêzanî dike, û misokerkirina cudabûna hersê deselatan dike ( yasayî, dadayî, raykirî ) û hêzganiyadadgehê û serxwebûna wê û danîna hin çareyê kiryarî ji hemo dozên niştimanî re, û nemaze doza netewî ya gelê kurd di çarçewa yekîtiya welêt de, û dxiyaniya lihevhatinek niştimanî tevane bibe, û sazkirina deselat demdemî û fere niştimasnî, û hilbijartinên gişane destpêbikin li gor rîdara nuh, û yasaya hilbijartinê…
Ji ber vê em dibêjin ku ti caran çareyên perspankirî yan çaksaziyên sêwî yên ji vaca sitimkariyê tên der, narin serî, û ti carî jî nav lênabin ( çaksazî ), çikî pêdadibin ji bo paristina zor û sitikariyê, ji ber vê ti sûde tê nine, çimkî pirsgirêk bi xwe pêdeviya pirsiyarek îjdil de û mêraniyekê dixweze,.. ta hin gav bên havêtin berve çareyên ji binde kokane,. ta li gor daxweziya camwewarî be di sibehek geş de, ya hilgira beşdarbûna hemiyan bike di çêkirina biryarê de, û di xizmeta pêşketina welêt keve, û herwisa jî beşdarbûn hemiyan di deselat û belakirina samanê de, li ser piransîpa ku (( sûriyê ji hemo sûriyan re ye )), û hemî têde bijîn bi nazdarî, û li ser hezkirin û  hevdegiyekê…
752011
FERHENGOKA SERNIVÎSÊ:
-beşge(شريك)–bijardin,xisnecî(تعويض)–ciyabûn,jekar(تمييز)–çaksazî,çêkirin(إصلاح)–çênî,çêtî,pîlek(شريحة إجتماعية)–dasaz(معلومات)-dernew(تعبير)–danpêdan,selmandin(إقرار)- hevdegî(انسجام,وئام)-kirdarîş,têkarî(إجراءات)-malhorî(استبداد)-mehnedan(احتجاج)-maxakan(امتياز)-nehamat(معاناة)-rahat(ممارسة)-rêbazgeh,rêrew(مسار,سياق)-rênewîn(تعليمات)-raykirî(تنفيذي)-sandîk(نقابة)-şiya(لائق)-şeveng(طيف)-terûs(تسريب).
( DENG )

 * Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…