Ji bo rênivîseke yekgirtî

Hozan Robar

Gava yekem di fêrbûna zimanî de, rastnivîs e. Di çi zimanî de be, eger mirov di nivîsa xwe de şaşiyeke rêzimanî bike normal derbaz dibe çunku rêziman gelek fireh û kûr e, lê eger şaşî ya rênivîsê be gelek bi şerm tê dîtin.

Helbet ev nêrîn li cih e, çiku rênivîs hinek rêpîvan û rêzik in ku li gor wê hemû xwêner û nivîskarên wî zimanî dinivîsin û hemû pêdagiriya wê dikin.

Mînak jî di vî warî de gelek in, di zimanê îngilîzî yan fransî de zaf bêje hene ku tê de hin tîp û hin caran digihe 2-3 tîpan nahên bilêvkirin lê ew tên nivîsandin. Di zimanê îngilîzî de wek: right, soldier… her wiha di zimanê fransî de ji bo cihêkirina 2 bêjeyan ji hevdu ku ji heman tîpan pêk tên nîşandekekê li ser yekê datînin: ou bi wateya yan e û où bi wateya her

Anku xelkê ji xwe re li ser rênivîsekê li hev kiriye, lê kurdan çi li başûr û çi li bakur ta niha nikarîn di hemû dam û dezgehên xwe de li ser rênivîseke yekgirtî li hev bikin. Sed dax û mixabin ji vê rewşa nelibar û xembar re.

Li başûr (Herêma Kurdistanê) ji bajarekî heta bajarê din, na bi xwedê di heman bajarî de jî 2 dezgeh wek hev nanivîsin, rênivîsa qaşo Akademiya Kurdî dahênaye kes dan pê nane û pêgiriya rêzik û rêpîvanên wê nake.

Her li bakur jî rewş ji wê ne baştir e, heta niha hin kes pertûkên xwe bi (i) ya bê xal û bi (î) ya bê şebqe çap dikin. Gelek malper bê pêdeçûn (redaksiyon) nivîsan diweşînin û lihevkirin li ser rêbazeke nivîsê nîne. Her çiqas behane di destê wan de hebe ku dezgeheke taybet ji bo vî karî nîne, lê ev kar bi paşxistinê dê berbavê û bê wate bibe.

Ez nimûneyekê li ser lihevnekirina rênivîsê bi bîr bihînim:

Ev cînava nenas (nebinavkirî) tu, ti, çi, çu li her cihekî yek ji wan bi kar tê yan ji nivîskarekî ta nivîskarê din û li gor baweriya xwe her yek a xwe dinivîse.

Di vê mînakê de têbîniyeke wek ya mînaka borî ya di zimanê fransî de heye. Gelo em ê çawa tu (cînava kesane) û tu (cînava nenas) ji nav hev derxin.

Tu hevalê min î        (cînava kesane)
Min tu heval nînin   (cînava nenas)
Belkî hinek bêjin, cudahiya wan ji hevdu diyar e. Ev yek ji bo kurdekî tê bawer kirin (helbet ku zimanê wî yê dayîkê kurdî be). Lê eger kesekî biyanî bixwaze fêrî kurdî bibe, ew dê çawa wan her du cînavan di vê mînakê de ji ber hev derxe:
tu tu kesî nas dikî?       (tu ti kesî nas dikî?)
Lewma ez dibêjim ti behane nîne ku em dest ji tu (cînava nenas) bişon û berdêla wê ti bi kar bînin, tevî ku ew li hin herêman bi “u” tê bilêvkirin ne bi “i”.
Her wiha derbarê çi, çu de, her tê zanîn tîpa (u) bi piranî li pey van tîpan têt (h, g, k, q, x) û kêm caran li pey (ç) têt, her wiha ev şêwe (çu) di herêmeke gelek teng de heye, xwaziya nivîskarên me yên ji wê herêmê bikaribin çu ya xwe bikin çi, helbet mebesta min tenê di nivîsê de û her dîsa bila çu bi lêv bikin.

Gelo ma qey nabe, ma nabe ji bo rênivîseke yekgirtî durist bibe, em çend gotinan ne bi dilê xwe binivîsînin, ma hemû kar bi kêfa dilan dibin.

Ez ji kesên ku gotinên min ne bi dilê wan in, dipirsim: Xelk çawa fêr dibe van peyvên îngilîzî bi lêv bike: ball, right, nation, does… û bi sedan peyvên din hene ku gelek tîp tê de nahên bilêvkirin yan bi şêweyekî din têne bilêvkirin.

Helbet, mebesta min bi van çend gotinan ne reşbînî ye. Bi berevajî ez geşbîn im û bi taybet bi kurmancî. Eger em rewşê bi berî 15 salan re hevber bikin dixuye ku hêdî hêdî hemû kanî û avze di rûbarekî de kom dibin.

Êdî, hêleke (xeteke) pan û aşkera di rênivîsa kurdî de diyar e, lewma divê em li ser wê hêlê re biçin û eger pêşniyaz û lêkolîn hebin em pêşkêşî dezgeh û pisporên zimanî bikin, neku bi serê xwe serkêşiya dîlanekê bikin.

Ji bîr nekin, nifşên nû tên û pêdiviya wan bi rênivîseke rast û yekgirtî heye.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…