«Dîmenên jiyan û mirinê – Enfal» Xelata Jury a bengehî li Dubai stand

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal” di festîvala Filman li Dubai a li Emîrata Erebi, ku ji 14 heta 20 meha Nîsanê li dar ket xelata Jury a taybet stand.
Derhinêrê Kurd Mano Xelîl şeva 20 meha Nîsanê li Dubaî xelat ji destê berêz Muhamad Almur berpirsiyarê Kultur û hunerê li bajarê Dubai stand.

Film “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal”  hat laiyqî xelatê ji ber ku ne tenê çîrokên trajîdîa kurdan bi rengekî rastî tîne ziman, lê li ser îdîolojiya Partiya Baasa erebî desekine, metod û praktîkên wê di komkujiya kurdan de, ku bi rengekî fermî hatibu danîn tîne ber çavan.
Ev film bi gelek dokument û belgenamên rejîma Baas a Saddam şanî dide, ku kuştin û tunebunkirina miletê kurd bi rengekî fermî-îdîolojî hatibu danîn.

http://www.gulffilmfest.com/index.php/ar/movie_details/al-anfal-fragments-of-life-and-death/10160/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…