Sipas name

  Ez (Mihemed Sa`adon Ebdî) endamê komîta siyasî yê Partiya Azadiya Kurdî li Sûriyê sipas nameyeka kêfxweşiyê pêşkêşî we yên hêja dikim.

Bi navê xwe, ez ji dil sipasiya tevaya kesatiyên siyasî, rewşenbîrî, civakî, niştîmanperwer û şandên rêxistinên partiyên siyasî yên kurdî dikim, ku beşdarî di pêşwazîkirina min de kirin, çi di hundir de bin yan jê ji derveyî welêt bin ,ewên ku di wê pêşwaziyê de amadebûn yan jê bi rêya telefonê peywendî bi min re kirin,
 û sipasiyeka taybet ji hemû kesên ku di dema zêndankirina min de li tenişta min rawestan û ji wana rêxirawên mafên mirovan yên ku berevaniya min kirin û herweha malperên elektironî û kenalên esmanî yên ku nûçeya girtina min ragihandin. ez ji tevan re gurzek gulên bêhin xweş dişînim û ji dil û can sipasiya wan dikim.

Mihemed Sa`adon Ebdî

endamê komîta siyasî yê Partiya Azadiya Kurdî li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…