Wager: evîn şkakî
Dîsa zomên nû bî belkî ew deng bî û min ne dibi hîst lê belê ez bi bawerim min di dît … erê … min di dît min dît xaçiyek rengîn bero min tê rêz û ronahiya xwe veda
Li wî cihî û li ser Malan û ser canê min çirîskek ji omîdê veda bi dil xweşî ne bi tirs Min pirskir: …….. Tû kiyî
Hêdî ……. Hêdî bersiv da û got ez di karim li tirsa te binerim di wêgavê de bi hinek tirs min ji xwere got gelo: çawe ew dengê miştî zelalî û narînî û halanî û ciwanî li tirsa min di pirse û ez nizanim ez çi bi hizîm min tirsa xwe veşart bi hevokên min ji pirtûka (hazar şev û şev)min ji berkirî (xwya bike tu ser bestî) bayê xacê yê ko bê bendewarî deng di himbêza xwede veşartî hêlmek xweş li ser serê minde ajot û ronahyek geş di xanîde xwya kir û hêdî ……hêdî bero min de hat destê xwe danî li ser milên min dilê min lerizî û mam behitî tenê pirsek destê min de ma ma gelo : ez vegeryam demekî ko ez ji dor ketibîm bê ko ez bizanim min hawildanê xwe kir go ez derbasî derghê reben û xwdanê deng bigerim dengek hate min siwarbe…
-rewşa bajarê we çawya Di bêjin: hinek hene dixwazin nikamiyê biçînin dinavbera Kurd û Ereba de û hewldanê xwedikin ko cudabînekî peydakin dinav bera tevgerê xak û dîrokê û dixwazin birînin kûr di canê biratya mede ya kû sedê slain ve berdewame Bêje min tu çi zanî li ser van buyeran bidengekî lerizî min got: serokê min tu baş di zanî ku mûsil ji kevinde heta nuke bajarekî hevgirtye û cane û cihê aramy û samanîa mirovaye û buhara rengîn li hewîrdorê wê ve daye tu cara weke roja îro ev nexwşiya kû kesên bi ol û bi wijdan
hawildanê xwe dikin û vê tevna keskesor ya hev girtî parça parça bikin û tu dizanî kû kurd ew parçek mezine ji vê tevnê û ji kevinde li ser vê xakê jiyana xwe berdewam dikin ji nişkîve pirsek ji min kir û got : ma raste ku tişta li ser we tê gotin ko hûn xwe ji ramanên demkrasiyê diparêzin û bidijwary ko cihê wê di ferhinga mede nine diçînin di dilê mirovande û hûn çanda heskirnê û lê borînê li bajêrde belav nakin
Tererûsta gelek malbatê kurda ji bajarên wan koçber kirine di demê kû Kurdistan malbatên yên ku ji van tirorîsta parastine wek dayîkek dilovan Dibêjin Kurd serê sedî sisêne ji xelkê mûsil lê dîrok dibêje KO ew hene ji despêka avakirina wêre û zeradeştî mînakek mezinin li ser vê gotinê min got: serokê min di gelek axiftinê te de …. Te gotiya mûsil bajarê biratyê ye û çi xwestekê me nînin ko em wê tevlî kurdistanê bikin lê ew goh nadin va axiftina û li wan naghêjin kurdê Mûsil le hingin serokê min ji ber ew canê xwe dikin qurbaniya riya kurdayetiyê û ronahiya dîroka weya bi romet û dêrêj û ya gelê Kurdistan keş bikin kenê wî yê xweş hemî tirs û leriz ji dilê min revand û ji nûve xwîn di rayên minde gera.
Va min name ya xwe gihand serok û xewna min pêk hat û dîsa wê kulanên bajarê min û baxên wê û dibistan û mêrgên wê vegerên wek ko ez wan nas dikim û ezê di kolanên wêde bi meşim bê tirs ji kesên pêçayî yên ku zordariyê li ser kesê guneh di barînin bi agirê çekê xwe ji nişkîve ez hesam ku çakoçek li sere min ket û qîrînek hate mindemê min xwest wê qêrînê bigerim min dît ew ya mûbayla mine û dixwaze bêjê min ko demjimêr sisêye . Xwihdanek sivik li ser aniya min ez şiyarkirim û da xwya kirin ji min re ku ez di xewnekî de bîm ma gelo ez dîsa vegerim û xewna xwe bi dawî bikim??????

Şîrove (0)