Sibehên bêrîkirinê


Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

1.
Vê sibehê,
min pencereyên xemgîn ên dilê xwe
Li ber pêlên gulava te vekirin,
Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin,
Min dînbûn û dilbijîna xwe pêşkêşî çurisîna xunava lêvên te kirin,
Min Mem û Zînê, Ferhad û Şêrînê, ji behişta eşqê derkirin,
Û min hemî xewnên xwe di rûbarên gerdena te de werkirin.

2.
Vê sibehê
min li deryaçeyên çavên te dinêrî,
Min bi sedan xewnên kuştî li peravan didîtin,
Bi sedan mesiyên bêrîkirinê di girî de digevizîn,
Bi sedan alên azadiyê bi pêlan re li ba dibûn,
Bi sedan evîndaran nameyên xwe bi baskên balindeyan ve girêdidan,
Vê sibehê min dixwest ji te bipirsim: gelo ewrên porê te bi ku ve diçin?

3.
Vê sibehê,
xûşîna daristanên peyvê yên li ser lêvên te dibihîzim,
Lê tu xwe bêdeng dikî, tu dizanî ku ji zimanê bêdengiyê hez dikim,
roj baş..!
Çemên kêfê ji çavên te herikîn
bajarên bêrîkirina min di xwîna te de vêketin
tîrên awirvedana te jî di dilê min de lerizîn.!

4.
Vê sibehê,
min dixwest tiştekî ji te re bibêjim:
tiştekî bi qasî welatê min şêrîn
bi qasî azadiyê xweşik
bi qasî dilê dayika min germ
bi qasî xwîna şehîdan pîromz
Û bi qasî çavên te xemgîn
min dixwest ji te re bibêjim:
ji te hez dikim!

5.
Vê sibehê,
ewrên bendemanê bi ser daristanên bêrîkirinê de digirîn..
Çûkên dengê te di hêlînên dilê min de bîranînan vedikolin..
Destên min di nav destên te de dişewitin,
 stêrkên çavên te dirijin û di sînga min de dadiçikin
û kulîlkên kenê te jî di asoyên hevdîtinê de diçurisin!

6.
Vê sibehê,
gulên sor ên evîna te bi rondikên bêrîkirinê av didim..
Bi pey sirûda agirê te dikevim,
bi êşa sorgulên azadiya te dikevim welato!!
 Vê sibehê bi kurmanciya şêrîn û birîndar ji te re,
ji we re dibêjim:
Newroz baş hevalno!
Newroza te pîroz be welato!

London
30. 03. 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…