Rojnamevaniya Cegerxwîn, Kovara Gulistan Û Gerek Di Nav Hejmara 15 An De

Konê Reş

   Wek ku em tev helbestvaniya seydayê Cegerxwîn dizanin; wî di ser heyşt dîwanan re nivîsandiye, her heyşt dîwanên wî di nav gel de hatine belavkirin. Di çerxê bîstan de, ew dîdevanê heyamê xwe bû. Wî, li gor imkanên xwe, gelek bûyer, rûdaw û serhildanên Kurdistanî di hunraw û helbestên xwe de şopandine, anîne ziman û ji gelê xwe re pêşkêş kirine.. Her wiha di helbestên xwe de kiriye, hawar, gazî û şerê kevneşopiyê, oldariya kor, beg û axayên zordar û kedxwar kiriye.. Ev yek ji rexê helbestvaniya wî ve.

Ji rexekî din ve, Cegerxwîn beşek ji folklorê me kom kiriye, hinek ji dîroka me nivîsandiye, di gel ku wî di warê ziman, ferheng, çîroknivîsandinê û danheva gotinên pêşiyan de jî karekî baş kiriye.. Belê di vê mijarê de, bi min xweş e ku ez rexê rojnamevaniyê li cem Cegerxwîn bînin ziman. Cegerxwîn wek rojnamevan ji xwendevanan re bidim naskirin.
*                    *                    *
   Piştî rawestandina herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan (Hawar:1932-1943 û Ronahî:1942-1945) û (Roja Nû û Stêr) yên birayê wî Dr. Kamiran Bedirxan, pênûsên ku ew kovar bi berhemên xwe dadigirtin, bi rola xwe wek ku pêdivîye ranebûn..?!    Erê ranebûn… Ew kesên ku, naveroka wan kovaran bi helbest û nivîsên xwe dixemilandin û wek şagirtên mîr Celadet Bedirxan û Dr. Kamîran Bedirxan dihatin naskirin, Li gor pêdiviya demê bi karên xwe yên zimanî û rewşenbîrî rabûn, ji wan: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrddîn Zaza, Mele Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî, Mele Ebduhadî, Hesen Hişyar û Reşîdê Kurd û gelek kesên din jî hebûn..  
  Belê piştî ku ew kovar û rojname hatin rawestandin, gelekan li wan kesan, ji wan rewşenbîr û helbestvanên ku me navên wan gotin, dûrî karê wêjeyî ketin.. Hina ji wan dest bi karê siyasî kirin.. Hin, ji ber tirsê û qedexebûna zimanê kurdî bi dîzî xebitîn û hin ji ber feqîrtiyê û ji bo bidestxistina gepa nanê rojê, dûrî ziman, ferheng û wêjeyê kurdî ketin..
   Lê Cegerxwîn, ji ber bîrbûn, zanîn û dûrdîtina giringiya zimanê Kurdî di hebûna miletê Kurd de, wî bi berdewamî, bi Kurdî nivîsand û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw helbestên xwe li dor kul, êş û derdên gelê Kurd hunandin û wiha di çerxê 20 an de xebat û bizaveke zor mezin ji ziman û rewşenbîriya Kurdî re pêşkêş kir..

   Di sala 1968 an de, piştî 23 salan di ser rawestandina kovara Hawar û Ronahiyê re, 23 salên ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, seydayî Cegerxwîn hewlda ku wê valahiya dagire û wiha dest bi weşandina kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir. Ew kovar navê wê (Gulistan) bû.

 

 

Gulistan: Kovareke toreyî û edebî ye. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di meha cehzeran sala 1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kişandin.. Naverok bi piranî bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin.

 

    Li dor weşandina Kovara Gulistan, di roja 07/04/2008an de min ji mamoste Hemîdê Derwêş, sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûrîyê pirsî, yê ku Cegerxwîn endamekî vê Partiyê bû, birêz Derwêş wiha got; Cegerxwîn doza weşandina kovareke kurdî bi navê Gulistan kir, hingê min jêre got: Bela navê kovarê Stêr be, lê Cegerxwîn razî nebû û wek xwe kir, navê wê kir Gulistan… Wî kovara Gulistan diweşand.. Me wek Hizib (Partî), her tişt jêre amade kir, dektîlo, kaxet.. Me gelekî guhdida ziman.. Kekê, di wan salan de em di rewşeke zor dijwar de derbas dibûn.. Hevalên me dizindanan de bûn, em revyayî bûn, ew derfeta xweş nebû.. Me dixwest em gelek tiştan bikin..

Gulistan: Li ser bergê hejmara Dawî (38), zivistana 2009 an, pênasîna kovarê wiha hatiye diyarkirin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye, Lê li ser bergên hejmarên pêşîn manşêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin; Kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî Kovarek Torevanî û Civakî ye!. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye, kevin û nû:
Ev kovar kovara te ye
Ev bax û gulîzara te ye
Têde darek xweş biçîne
Ev dar nivîsara te ye.
Piştî koçkirina seydayê Cegerxwîn, ev manşêt li ser tev hejmaran tê nivîsandin: (Di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara Gulistan damezirandiye û bûye berpirsyarê wê).
Û wek ku me got, hejmara pêşîn ji vê kovarê di nisana sala 1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikir.
Ta bi sala 1979 an, sala ku Cegerxwîn têde berê xwe da penaberiyê û çûye Swêdê, bi tenê 16 hejmar jê hatibûn weşandin, anku Cegerxwîn 16 hejmar ji vê kovarê weşandine û naveroka wê bi piranî, bi berhemên xwe dixemilandin. Mixabin ku hejmara 16 an bi dest min neket da ku ez geryanekê di naveroka wê de ji xwendevanan re raxînim ber çavan.. Vêca ez neçar dibim li naveroka hejmara 15/Nîsana 1978 an a berî dawî ku Cegerxwîn berpirsyariya wê kiriye vegerim. Ev hejmar di nîsana 1978 an de hatiye belav kirin, ji 14 rûpelan pêk tê, li ser pelên A4, bi bi ronyo hatiye kişandin, naveroka wê, bi van babetan hatiye xemilandin:

 

 

Rûpelê 1: Pêşgotin e, ev pêşgotin bi pênûsa Cegerxwîn e, di bin vê manşêtê de ye: Çi ji zana û torevanên me tê xwestin?
 (Miletê Kurd pir li paş maye. Di bin barê nezanî, perîşanî û bindestiyê de pişt xûz bûye. Û dijmin û kevneperist, keysê têde dibînin, fena lê dikin, xwîna wî dimijin û wî dûrî armanc û daxwazên wî, bi riya şaş de dajon..
   Gotin jêr navê ko miletê Kurd, ji vî barê giran piştrast nabe û ji perîşanî, nexweşî, nezanî û bindestiyê, rezgar nabe, bê xebat, hişyarî, zanîn û gorîdan.. Û bêgûman jî ko di van meydanan hemûyan de zana û torevanên bi milet re dilsoz, dikarin karên hêja û xizmetên mezin, ji pirs û dozên welatê xwe re pêşkêş bikin..
   Ristvanê bi milet re rast û dilsoz, dikare bi ristên ko ji kûraniya dilê wî derdikevin, komên fireh ji milet tev bide û daxîne meydana xebatê.. Nivîsevanê miletperist, riya xebatê bi nivîsanê xwe ronî dike û dihêle milet bi bawerî, li ser pêş de, ber bicîkirina daxwaz û armancên xwe de, here. Û hinermend (Stranbêj, sazbend û ayîngir), derdê milet digirin, dibêjin û dibilînin û nav têde didin da ko li ber dijmin û kevneperistan rabe..
   Û wiha ristvan, nivîsvan û hinermend lîzkek mezin di jîna miletan de digerînin. Çi di warê hişyarkirina milet û ji hevdanalîna dost û neyaran de û çi di warê şer û xebata dijê pêwendên malbatî, êlperistî û hemû rêçik û rêcîmên kevnarede..
   Û heta ko nivîsvan, ristvan û hinermendên welatperwer, xweş bi vî karî ranebin, divê dakevin nav kom û rêzên milet û jîna karkir û cotkaran û bi kul û derdên wan agahdar bibin û li gel wan kar û xebatê bikin.. Da ko rist, nivîsar û stranên wan, bi rastî û dirustî derdê milet bêjin..
Û wek em tim dibêjin, Gulistan meydaneke vekiriye li pêşiya her kesên ko dixwazin ko kar û xebatê ji welat û miletê xwe re bikin. Û di vejandina pêmayê Kurdî de pişkdar bibin).
Rûpelê 2: Çîrokeke bi navê (Çûna Bajêr), bi pênûsa (Pîran) e.
Rûpelê 3:Gotareke bi navê (Hoşî Mîneh ê nemir) bi pênûsa (Rêwî) ye.
Rûpelê 4: Helbesteke bi navê (Banga Şoreşê), di bin manşêta (Ji ristên Afrîqa Reş; ristên serbest), yekî bi navê (Navdar), ji ingilîzî guhestiye Kurdî.
Rûpelê 5: (Lêkolînek li ser seydayê Xanî), bi pênûsa Cegerxwîn e.

Rûpelê 6: Helbestek Cegerxwîn e bi navê (Li Rojhilat Ci dibî?). Di eynî rûpel de ev manşêt û şirove heye: (Niviştên Ko Cegerxwîn Çêkirine). Xuya ye ko wî bi xwe nivîsandiye, dema Di dawiya wê de dibêje: Lê mixabin ko yek jî li cem min nîne û tev ji derve ne.

Yên Neçapkirî:
3 – Dîwan; 1-2–3
5 – Tarîx; 1-2-3-4-5
1 – Tarîxa Jindariya wî, 3 perçe.
4 – Tercume; Mînorûskî, Xalîfîn, Basîl, Dewleta mehabad.
1 – Tarîxa Şoreşa Kurdistana îraqê ji 1961- 1968 bi Kurmancî ye.
1 – Ristvanên Kurdistan.
1 – Nivîsarek li ser seydayê Xanî û çend nivîsarên dî jî û çend kurteçîrok jî çêkirine..
Çapkirî:
3 – Dîwan, 2 – Perçe Ferheng, Destûra Zimanê Kurdî, 2 – Çîrok, Cîm û Gulperî û Reşoyê Darî, Gotinên pêşiya.. Lê mixabin ko yek jî li cem min nîne û tev ji derve ne).
Rûpelê 7: Xelekek ji tercuma nivîsek Mînorûskî ye li dor Kurdan, Cegerxwîn wergerandiye Kurdî.
Rûpelê 8: Xelekek ji tercuma nivîsek Xalîfîn e, bi navê (Kêferat Li Ser Kurdistanê), Cegerxwîn wergerandiye Kurdî.
Rûpelê 9: Gotarekî Cegerxwîn e, bi navê (Nûroja Îsal), Cegerxwîn di vî gotarî de pesnê Newroza sala 1978 an daye.
Rûpelê 10: Di vî rûpelî de manşêt weha hatiye; (Ristvanekî Kurd: Tîrêj/Nayifê Heso). Cegerxwîn bi kurtî hin ji jînenîgariya wî aniye ziman û di dawiya wê de wiha gotiye: (Tîrêj niha hin ristên xweş dibêjî û çîroka (Ciwan û Kejê) çêkiriye. Hêvîdarim ko berpêş gavên xwe bavêje. Ca ji ber ko dîwana wî li nik min peyda nabî, divêm çend ristan ji çîroka wî di vir de bidim nîşandan). Û wiha Cegerxwîn çend perçe ji helbestek Seydayê Tîrêj di vê hejmarê de belavkiriye. Di eynî vî rûpelî de hin ji gotinên pêşiyan jî weşandine.
Rûpelê 11/12/13: Ev her sê rûpel bi çîrokek Mîxayîl Şoloxof ya bi navê (HÎNBÛNA KÎNÊ Û GIR), hatine xemilandin, wergêrê çîrokê (A. D) hatiye nivîsandin, lê xuya ye ku (A. D) mamoste Ezîzê Dawê bixwe ye. Hem jî di eynî rûpel de, helbestek seydayê Keleş bi navê (Yara Bê Bext) hatiye belavkirin.
Rûpelê 14: Bi bermayê babetan hatiye dagirtin.
   Piştî koçberiya Cegerxwîn û çûna wî welatê Swêdê di sala 1979 an de, hêjî Cegerxwîn berhemên xwe ji kovara Gulistan re dişandin û têde belav dibûn..
Hêjaye gotinê ku ev kovar ketiye nav gelek destan de; di pey Cegerxwîn re mamoste Ezîzê Dawê ta bi sala 1991ê bi kar û barên weşana wê rabûye û du salan hatiye sekinadin. Di sala 1993 an de Ferhadê Çelebî û Saihê Heydo bi berpirsyariya wê rabûne û bi rengekî mederin, spehî û bi wêne weşandiye. Piştî çend hejmaran û di sala 1997 an de hatiye rewestandin, ew jî wek kovarên rêxistnan yên din tevlî kovara Biharê bûye.. Lê ew biryara tev rêxistinên kurdan ku kovarên xwe yên bi Kurdî bi sekinînin û bi tenê kovara Bihar bi weşînin, neçûye serî.. Vêca careke din Kovara Gulistan hatiye weşandin. Vê carê jî Ferhadê Çelebî, Salihê Heydo, Derwêşê Xalib û Fewazê Kano bi berpirsyariya kovara Gulistan rabûne.. Ji mirina Ferhadê Çelebî (2005) û virde û ta roja îro, wek ku ez dizanim, bêtir Selmanê Heso û Salihê Heydo bi berpirsyariya vê kovarê radibin…
   Eger her sal hejmarek ji vê kovarê bihata weşandin, gerek niha 43 hejmar hatibana belavkirin.. Cegerxwîn dikarîbû di 12 salan de 16 hejmaran biweşîne lê yên di pey re, nikarîbûn her salekê hejmarekê biweşînin…! Ev yek jî cihê mixabinyek mezine ku ziman li cem rêxistinên me di pileya dawî de ye û di ser guhan re tê avêtin..!
Hejmara dawî (38) ji kovara Gulistan di zivistana 2009 an de hatiye weşandin.
Not: Hêjaye gotinê ku di pey Cegerxwîn re, Mecîdê Haco û Mele Tahir jî di vê meydanê de kar kirine, wan jî di sala 1979 an kovara Gelawêj di ber Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (Alpartî) de, weşandine. Ta niha bi tenê 34 hejmar jê hatine belav kirin.
– Wek ku di kovara Gulistan de hatiye min wiha nivîsandiye.

 

Konê Reş

 

Qamişlo, 01.03.2011
Jêder: Rojnameya Dilname, hejmara 5 an / 01. 04. 2011

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…