Pirtûkek nû ji Kawa Şêxê

  Di roja 21.03 yanî roja Newrozê de, pirtûkek nû ji şanoger û nivîskarê kurd, Kawa Şêxê re derket.

Pirtûk bi navê Neqşek ji Agir e, û mijara wê jî çîrokên kurdî ne. Pirtûk ji 150 rûpelî pêk tê.
Ev pirtûk wekû pirtûka sêyemîn e ji Kawa Şêxê re, ji ber ku wî berî vê jî û di sala 2007 an de şanoyek bi alîkariya dezgeha Semakurd li Duber derxistibû bi navê Derî veneke!  û di sala 2010 an de şanoyek bi navê Şikeft li Istanbul çapkiribû bi alîkariya weşanxana TEVN û anha jî bi alîkariya weşanên HAN pirtûka çîrokan ya bi navê neqşek ji Agir çap kiriye.Ev pirtûk çîrokên çiyayên Kurdistanê dibêje.
Kawa Şêxê wek ku tê zanîn şanoger e, bêtirê xebatên wî di warê şano de ne, lê ew ji bilî nivîsandina deqên şano, her weha çîrok û helbestê jî dinîvisîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...