Feisel Qasimê Kurda ji cêbûn, lê ne di Qenala Alcezîre Tv de !

Y.Sabri Qamişloki

Dema kû me Kucberi da pêş xwe, bê gûman, me hesabê her nexwşîkê ,tengezari û belengaziyê kiribû, lê mixabin pişti  kû hin ji me ketin nava jiyaneke nû, tev xweşi arami bû , Dê û Bav, Xwişk û Birayê wan li kêkeka wane, dûri êş û estengiyên kû Miletê me yê Belengaz dibînê, pir ji  van Kesan  xwestin  kû xwe derxin Medanan, navê xwe belav bikin, xwe navdar bikin, bi  ci  awayî bê !,  li ser  hesabê  kî bê !, ci  qurbani hebin !, lê ew di  xwe de  mijûl nebû, li xwe ne vegeriya, bê wê  ci  encam werin rastê.
Gotinên  min li ser hin kesane, Mîna Xwedanê Malpera www.amude.com , kû ew her demê, li bûeyreka bicuk  digerê, kû wê berfireh bike, Cîrokeke trajîdik jê cêbikê.

Yek ji van Ciroka beri 2-3 Mehan dema kû Konfirensê Partika Kurda li Elemaniya  pêk hatibû, û di wirde, alozîn di navbera hin ji Endamên Partiyê cêbûbûn, lê dîsa sed  mixabin, vê Malperê bê cawa ev bûyer ji xwe re xiste Mijar û xwendevan pê mijûl kirin, bê cawa li ser navê Filan û Ilan diaxifê.Ya dî ji ku Mesele Helbestvan û Nivîskara Kurd Rêzdar DILŞA YUSIV ji xwe re xistiya cîrok, û dipirsê cima wê bi vi rengi nivisiya û Hozan Serhrd cima wiha strandiya, ew kesan bi  her tişti gunehkar dike, ti dibêjê ew di Dilê wan deya, yan ji ew bûya Zanyareki Fal xwend.

Ez bi  dirêjayi li ser kû nivîsiya na rawestim, ji ber kû, hê nûce di Malperê de mijare serekeya, kû di 16.12.2006 hatiya wesandin. Her wiha jî Xwişka DILŞA li ser Helbesta HEWLÊR di Malpera www.rojava.net de axifiya, û ez  jê bi hêvîma kû bi şêweki berfireh bersiva van êrîşên bê insaf bide, kû ji nakokiyan pêva ji mere nayînê.
Ez  bi  xwe weki Kurdeki, ji roja vê Malperê dest bi xebate xwe kiriya, ji  bo Kurdewariyê wê dişopînin, û hirmeta  me jêra heya, kû xizmeta gelê me dike di her Wari de, lê bi van mijarên wisa dihêlê yek li xwe vegerê û gelek pirsa deyinê ber cav: Gelo ev kes cima wiha dikin?  Armenca wa ji van tista ciya?

 Birano, hêjano,barê kû li ser pişta meya , ne ew êrişên li  diji hev meriv  bike, erkê me yê netewi ne avêtina Nivîskarekiya, ne ji kû yek bi karê mîna BEKO yê Ewan rabin,  ne  ewe kû em ji Sîsikekê  bixin Mehserek, lê ya girink ewe kû em gelê xwe nêzîkî hev bikin, dijmnatiyê ji nav wa rakin, ci problemm û xayintiya heya kû hêja DILŞA YUSIV yan ji kesne dî, berê Hevalê PKK yan YNK bûn û îro Dostên KDP ne, û her wiha ji beruvaji, pêwista em bêhtir şa û dilxweş bibin, bê cawa kurd ji hercar Parcan hin bi hin dibin yek, sînorê kû dijimin danîna radikin, her sê hêjaya Kak Mesûd Mam Celal Heval Apo serokên xwe dibinin, Partiti tenê mîna Rêxistin dimînê,
Ji ber kû karê li  ser pişta gelê  me ji van gotonên bê Wate pir  mestire, dibê em êrîşan li  ser  Dijmina bikin,  dibê em karê Peyamnêrên Qenale Erebi ALCEZIRA dûri  xwe  bikin, ji  ber ticari  ev kar me  bi  ser naxê, encamên baş ji me re nayînê.
Recisa îro go em têde ne, provakasionên kû li diji me têna amedekirin, gefên kû dijminê me li me dikin, ji van tişta ha pir mestirin.
Dibê em bersiva Rapora Bêker-Hamilton bidin, dibê em li diji Salih almutlek, Haris Aldari, Muqtede Alseder û bi Hezaran ye mîna wan binivîsênin, wê ev bibe karê me  yê Welatparêzî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…