GOTINEK RESEN

BEXT REŞÊ KOÇER

Ji pirojeya min di  gasîna nivîsandinê de û nêrandina min li ser piraniya berhemên nivîskarên ciwan yên ku hatîn çapkirin û belavkirin di dema van deh salên dawî de , û dan û standina min bi gelek nivîskarên extiyar re , yên ku xwe dibînin stûnin di gasîna nivîsandinê de di beşê Kurdistana Sûryê de , gelek têbîniyên min hene li ser van kesên xwe her wesa dibînin .
Gelek ji wan xwe dibînin rexnevan û lêkolînvan dema berhemek nû ji nivîskarek ciwan derdike ve holê û rexneyek bero vajî li wî berhemî dikin û mebesta rexneya wan ya ku li wî berhemî dikin ne ku sûdeyekê bidin wî nivîskarê ciwan û kêmasî û kurtiyên wî jê re bidin xuyakirin , lê di rexneyên xwe de hewlê xwe dikin ku wî nivîskarê ciwan perçe perçe bikin û nivîsandinê li ber çavên wî reş bikin û wî dûrî nivîsandinê bikin , ji ber  ew nivîskarê ciwan sibe bi nivîsên xwe di ber wan re dernekeve û cihê wan negire û ji ber gasîna nivîsandinê ji wan tenê re bimîne .

Lê ev nivîskarên ez li ser wan di axivim û ev nivîskarin yê ku bi çavek mezin li xwe dinêrin , mirov bê rastiyê ne nivîskarin û tu girêdan di navbera wan û nivîskarên bi doz û welat perwer de peyda nabe , ji ber nivîskarên bi doz û welat perwer kêfa wan tên dema bi şûn xwe ve  hejmarek cîgerên xwe dibînin .

Û li gor nêrîna min , yên ku xwe dibînin stûnin di gasîna nivîsandinê de divê ji nivîsên nivîskarên ciwan netirsin û divê baweriya wan werê bi yaseya nivîsandinê ya ku parçeyeke ji yaseya dinyayê .

Gulek ji dara xwe dike ve û yek din ji nû ve vedibe ji ber cihê wê bigire .

Mejiyek tê girtin piştî rola xwe dibe serî û mejiyek din derdike ve hebûnê ji ber armancên xwe bi cih bîne di hebûnê de .

Ev gotinên ez dibêjim pêwîstin bigihin li hemî nivîskar û rewşenbîrên Kurd û bi gotinên min bikin , û hêvîdarim çi kovar be çi rojname be bi zimanê Eُrebî be  yan bi zimanê Kurdî be yên tên weşandin di beşê Kurdistana Sûryê de , qorziyên taybet di wan de hebin ji nivîsên nivîskarên ciwan re , ji ber gelek bêtar û pirsgirêkên nifşê nû hene nivîskarên extiyar nikarin xweşik li ser wan binivîsînin û çareyan ji wan re pêşkêş bikin û nivîskarên ciwan bihtir dikarin çareyên nû û wêneyên nû ji bêtar û pirsgirêkên xwe re pêşkêş bikin .

Banga min ji wan nivîskarên yên ku bihtir derfeta xwe dîtin di nivîsandinê de .

Werin bihtir delîvê bidin nivîskarên ciwan wek hûn jî rijek ji rojan ciwan bûn  û ji berhemê koş û xebata we di cîhana nivîsandinê de hûn gehane vê qonaxê û vê navdariyê ev nivîskarên ciwan jî rojek ji rojan wê bibin stêr di esmanên Kurdistanê de û wên roniya xwe belav bikin bê ku roniya wan sînoran naz bike .
17 . 11 .2006
Sewêdiyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…