Welaté hinaran

Arjen Arî

Heke hûn ji ser vé axé bin, di nava vé civaté de we rih spî kiribe, rojeke ji rojan li cihekî ji cihan, dibe ku we bihistibe ev çîrok ji devé hinekan. Lé we bihistibe jî, we yé ev çîrok nexwendibe di pirtukan de. Werin ev çîroka ku dé tékeve nava rûpelan û dé bibe éşa pirtukeke çîrokî, wekî hemû çîrokén çîrokbéjan ew jî bila wisa dest pé bike: Hebû nebû…

Dibéjin li dinayaya ku li ser sturehén gamasî di gera xwe de xayîz, ji roja ku Xweda bizré serreş li axé bizirandibû; zilm hebû, zilmdar hebû.

Û tégotin, di demeke ku stûyé dinyayé di bin şûré zilmé de bû, li ser axa welatekî ji welatan qir hebû, qelan hebû…
Navé wî welaté welaté hinaran bû!
Li gorî şairekî ji wé axé; ji ber ku xelk wî welatî wekî tumén pirparé belav û perav bû , dibéjin ne tiqak hebû, ne îtîfaqek hebû, ne jî serwerekî wan î çak.
Ji lew, şair di kiteba xwe ya qedîm, di beşebendeké de xwediyé van ristan bû:
Hindî ji şecae’te xeyûr in
Ew çende ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev uluwwê himmet
Bû mani’ê hemlé barê minnet
Lew pék ve hemîşe béîttîfaq in
Daîm bi temmerud û şiqaq in
Şairé ku qewî bi gazinc e ji béyekitî û rewşa xelké xwe yé béser û wekî xwe kohî û çarkenar, digel gazindan dixwaze van ristan bike melhema birîna çîroka welaté hinaran û weha dibéje :
Ger dé hebûya me padîşahek
Laîq bidiya Xwedé kulahek
……………………………
……………………………
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane deré j’ desté  leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyé’d desté bûm
Mehkumî ‘eleyhî û sea’lîk
Mexlûb û mutî’é Turk û Tacik
Li tevî kisseristén şair bibin jî bi tevahî; li gorî vebéjerinan, guhertoyeke çîroka welaté hinaran wisa ye:
Dibéjin; rojeke ji rojén, dilé hirçé çawakî bibije hirmiyan, dilé serweré du welatén cîran jî wisa diçe ava hinaran. Herdu serwerén çill-çillek, seba tér tér vexwarina ava hinaran, nexşeya welaté hinaran wekî çarşafeké radixin li erdé û bi wezîr û kizîrén xwe re dicivin û çil şev û çil rojî béyî ku biwestin bi hev dişéwirin. Roja çilî piştî ku mû bi şûré méjî dibirrin, digihéjin encemeké: Hinar yek e lé ku tu bişkîni?
Wezirek dibéje, ‘hinara ku kulmé bixwe dibe du felqe, her felqe an lib lib diperçiqe, dihelise; an jî her lib, lib bi lib bela dibe’.
Wekî şairé ya xwe gotî, çîrokbéjén vé guhertoyé jî mitefiq in li ser béserwerî û çarkenariya zom û eşîr û axa û mîr û ehlé welaté hinaran!
Dibéjin, herdu serwerén hinarnas baş dizanin ku welaté hinaran tije hinar in û her hinarek di şaxekî de serberjér û dernixûm e.
Li vir çîrokbéjekî  vé guhertoyé, desté desté xwe yé rasté dide ber guhé xwe û  çîroké mîna ku veguherîne awazeke dengbéjiyé, piştî ‘hayé hayé hayé dinyayé li te nemayé…’, vedigere ser çîroké:
.
Şer şerekî bi şéwr bû. Arteşek li jor yek li jér bû. Welaté hinaran û qewmé hinaré li ber devé kéran berxé nér bû…Çirokbéj li vir radiweste, çixareyeké ji qotiya xwe dipéçe, kevir û pîşo û hesté xwe derdixe, piştî derba sisiyan çixaré ji agiré pîşo védixe, bi kesereke mişt re dû bi ser seré xwe dixé, û paşé dadigere ser çîroka nîvçe mayî:
Piştî herikîna çemkén xwîné û  lodén laş û kelaşan, herdu  artéşén xişr-giran  ji ber hev vekişiyan…
Wekişiyan; lé her leşkeré mayî, her serbazî; şûrkéşan, rimbazan, tîravavéjan… siwarî û peyayan dîq dîq meyzand li şah û siltan:
Di qada şer de hew ew mabûn. Qada wan mezeyek bû. Li héleké şah, li héla din siltan!
Di navbera şah û siltanekî de welatekî beyaban. Welatekî ne serî ne binî; bi av û roj, bi robar û ronahî..û…tije hinar!
Didîtin artéşén ku ji ber hev rabibûn; didîtin ku bi mebesta kuştiné, herduyan: şah û siltan  xencerén xwe ji ber şûtikan kéşan û dildan, û bi peyva ‘ya Allah ya Yezdan’!
re xencerén serjahr di heman kéliyé de daweşandin nav polé welaté hinaran.
Welaté hinaran…welaté bejna wî Pîre-Megnûn, seré wî  Zaxroj , tahma sarî polayî a seré xenceran di hinavén xwe de hes kir: Welat ne mir; lé derba herdu xenceran birîneke xedar, birîneke ku laşekî bike pirpar, birîneke ku bi tu derman û  melheman rehet nebe, wekiribûn di laşé welaté ku her bihust axa wî, demeké bi simén hespén İskender hatibû stiran…
Li vir çîrokvebéj li cixareya di xwelîdanké de ramedayî dinere, li guhdaran guh didére û vedigere ser şairé welaté hinaran:
Şair, lihevparvekirana hinar û welaté hinaran wisa rave dike:
Levhatina Qesrî Şîrîn jé nabînim tu meferé
Piştî roja me bû tarî, mirin xweştir e j’ emberé
Çîrokbéj piştî herdu ristén helbestkar vé pirsé aresteyî guhdaran dike:
Piştî  wé ‘roja tarî’ rojén tarî kém bûn  li welaté hinaran?!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…