Veşartokên Qamişlo

  Konê Reş

   Qamişlo; ev bajarê ku bi veşartokan dagirtiye, gelek gernas û cegerdarên Kurd têre derbas bûne û mora xwe lê xistine.. Kesî- wek ku pêdiviye- li dor wan ne nivîsandiye û wiha di tariyê de mane, bûne ji veşartokên bajêrê Qamişlo.. Belê nivîsandin jî ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye.. Nivîsandin name ye.. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin li dor bajarekî mîna Qamişlo be..
   Sebaretî min; Ji ber ku ez li Qamişlo çêbûme, di nav kolan û sikakên wê de mezin bûme; nikarim dûrî vî bajarî kevim.. Û ti bajaran jê xweştir nabînim ku lê bijîm.. Dibe ku di wiha roj de karibim, hinekî ji his û hestê xwe derbarî vî bajarî bînim ziman.. Ev bajarê ku ez nikarim, her roj di nav sikak û kolanên wê de negerim.. Bi xelkên wê re neaxifim, kul, êş û derdên wan ji nêzîk ve nebihîzim.. Û her bi hewildan im ku veşartokên wê ji nêz ve nas bikim..

   Qamişlo; Ev bajarê ku ji sala 1926 an ve bi hunera Kurd, Siryan, Ermen, Aşûrî û Ereban hatiye avakirin.. Dergehê xwe zû bi zû ji xelkê re venake û veşartokên wê nixumandîne..

   Belê di vê rojê de, roja bîranîna rûdawa Qamişlo a 7 emîn, gelek weneyên kevin û nû ji veşartokên Qamişlo wek filaşbakê di ber çavê min re derbas bûn.. Di qûnaxa 85 salan de mirovên wê bi xurtî li dergehê hiş û xeyala min dan, doza mafê xwe kirin ku ez wan bînim ziman; Qidûr Begê Milî bi kumê xwe yê bi rêşî.. Hesenê Haco bi kum û kolozê Hevêrkî.. Dr. Ehmed Nafiz Zaza bi bijîjkiya xwe a çelengî.. Cegerxwîn bi helbesta xwe Kîme Ez.. Namî bi helbesta xwe Pêşkevin em serfirazin.. Karabêtê Xaço bi strana lawikê Metînî.. Aramê Dêkran bi Zimanê Kurdî şêrîn û xweş e.. Mihemed Şêxo bi strana Ez bûme pîrê xemcivîn û Seîd Yûsiv bi strana Qamişlo bajarê evînê.. Û Wiha wê filaşbakê ez bi dûv xwe de kişkişandim, li roja 12 adara 2004 an vegerandim, li kuştina şehîdên rûdawê zîvirandim..

   Erê Qamişlo bi veşartokan dagirtiye û dergehê xwe ji her kesî re venake!. Ez, yê ku min piraniya çax û demê xwe têde bûhirandiye incex karibim bi ser hin qûncikên wê yên veşartî vebim wek: Behcetê Mele Mihemed yê ku ji girtin û lêdanê hişê wî birîndar bûye û ji Kurdîtiya xwe nehatiye xwarê, bi kolosê gulgulî ku li serê xwe dike û bi payebûn, her roj di sikak û kolanên Qamişlo re dikulkule.. Bi wî kolosî Kurdîtiya xwe beyan û eşkere dike.. Xalidê Meşayix, yê ku di ser heft salan re di zindanên Şamê de razaye, di firoşgeha xwe de bi mitale ye û ji Kurdîtiya xwe nehatiye xwarê.. Mehmûdo yê ku em dibêjin dîn bûye, hêjî li hina digere ku wan her sê kuçên ku her dem di bêrîka wî de ne (He sê Keviran), di bin hima de deyne -wek gurkê- da ku bibin çêçik..! Silêman Adî şehîdê Newrozê, hêj li hêviya Kurdperwera ye ku serekî bidin gora wî li taxa Mehmeqeya û gulekê li ber serê wî deynin..

   Îro rawestandina pênc xuleyan li ser canê şehîdên 12 adara 2004 an bi serketin derbas bû, her wiha serdana gornên şehîdan jî bi serketin derbas bû, belê em li hêviya gelek serketina ne.. û gelek veşartokên Qamişlo jî li hêviya xepartinên me ne.. Silav li giyanê şehîdên 12 adarê bin û sebir û aram ji malbatên wan re be.

Qamişlo, 12.03.2011

Jêder: Netkurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…