
Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
Em bi dilekî ji mirinan dihatin û dema em diçûn jiyanê; em seddil bûn..
di bagera xatirxwestinê de li xwelibakirina destên te digeriyam.
Bajarekî bi qasî dilê te nazik, bi qasî kenê te xweşik, li pey min di tozê de dima.
Min ji te dipirsî:De vê kurdistanê ji ser milên xwe bavêje!
De vê reşegirêdanê hînî êşan, hînî xewnan, hînî birînan û hînî kezebên şewitî yên berbangê bike!
Pênûsa xwe di çavên qederê de daçikîne, hawara min a ji kevir himbêz bike, darbesta min li ser milên peyvê bi dilopên baranê bipesinîne…!
Van welatan…
Wan sosretan…
Dabeze siwaro û li hinarkên avdarê binêre!
Li reşegulên dilê Qamişlokê binêre!
Û pênûsa mirinê ji destê xwe bavêje, ximava xwe di çiyayên bêrîkirina min de dawerivîne, min li pey xwe, wek ku mirin hêjayî deryaçeyên girî be, di nav pencên bêriyê de zuha bike!
Min gulhinarên dengê te di himbêza çîrokên dayika xwe de dilorandin
Min bajarên mirinê, wek rûpelên helbestê, yeko yeko li pey darbesta te diçirandin
Min dilê te yê nazik, bişirîna te ya ji komkujiyan, avdara te ya ji goristanên mezin, ji şehîdên mezin, ji xewnên mezin, ji xatirxwestinên mezin, ji şkestinên mezin, ji giriyên mezin û ji xwînên mezin, di ferhenga evînê de dimeyandin..
Min ji te re digot: dabeze, jiyan li me dereng bûye, çavên bendemanê bi ewran re dibezin û destên me di bagerên mirinê de pêrgî hev dibin.
De peya be siwaro!!
Li Dekşûriyê, şevistan radestî şopa rêberan û radestî silavên me dibû
Li Amedê birc û keleh di giriyê me de dixeniqîn
Li Hewlêrê destên me di taya xatirxwestinê de pûç dibûn
Û li Qamişlokê, bi hezaran qublename di çavên me de diteqiyan..
03. 03. 2011







Şîrove (0)