Rezoyê Osê di salvegera yekemîn de

Samî Ehmed Namî

Di rojeke wek vê rojê de, ronakbîr, siyasetvan, nivîskar, helbestvan, û  rexnevanê kurd Rezoyê Osê bi nexwşiya penceşera bêqudoş li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li gundê Dekşurîya Aşîta hate veşartin.
Navê wî Ebdulrezaqê Elîyê Îsayê Osê ye. Di roja 10.10. 1950 an de, li gundê Dekşurî, parêzgeha Cizîrê, “Qamişlo“, hatiye dinyayê.

Xwendina xwe ya serete li gundê Tenûriyê û ya navîn û bakelorya li bajarê Qamişlo kuta kiriye, piştre mamostayê matmatîkê bû li bajarokê Tirbespiyê.
Di sala 1971 an de ji bo xwendinê diçe Elmanya û piştî du salan cihê xwendina xwe diguhêze Sovyêta berê û li zanîngeha Mosko bawernameya xwe di endazyariya petrolê de werdigre û vedigere welêt.
Li welêt çend salan bê kar dimîne paşî li Kompaniya petrolê li Rimêlan dibe endazyar.
 Rezo di sala 1986 an de, bi hevala jiyana xwe, Nîgara Samiyê Namî re dizewice û dibe bavê du zarokan Salr û Rolan.
Di dema xwendinê de û di peyre, ta demekê dikeve nava tevgera siyasî de. Ne tenê wilo, lê belê bi karekî bê westan radibû di warê fêrkirina xwendin û nivîsandina kurdî de çi li welêt û çi li Elmanya û Sovyêtistanê. Derdê wî ê herî mezin ew bû ko bikaribe û bi çi awayî be wê hezkirina xwe ji ziman û çanda kurdî re têxe dilê her kurdekî dilsozê torevaniya kurdî be.
Rezoyê hest nazik, zar xweş, dilpaqij , bawerpê û beşuş û dev li ken bû, bi herkesî re dost û heval bû, sûnda wî her ev bû: Bi Xwedayê min û te…Li hember kar û toreya kurdî têgihiştî bû, bi her kesî re dost û heval bû her û her bi peyva kurdî re mijûl bû. Doz û daxwaza wî pêşvebirina hemû şaxên zimanê kurdî bû, alîkarê nifşen nûhatî yê rewşenbîran bû. Pirê caran karê nivîsîna xwe bi paş ve di da, da ko rêziman yan rastnivîsa wan rewşenbîran durust û serrast bike.
 
Kar û xebata Rezo di warê torevaniya kurdî de, li welêt û li derveyî welêt ev bû:
Endamê komîta kovara Şoreşgêr li Berlînê, vekirina kursên fêrkirina zimanê kurdî ji xwendevanên zanîngeha Moskoyê re, yek ji damezrênrên Hevbenda Kawa bo wêjeya kurdî li Mosko, endamê komîta yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, berpirsiyarê komîta weşandina belavoka Ronakbîr li Sûriya, Mamostayê kursên fêrkirina xwendin û nivîsandina kurdî li Qamişlo, digel Zagrosê Haco damezranerên kovara Stêr li Qamişlo, Endamê komîta kovara Pirs li Qamişlo, endamê komîta xelata Cegerxwîn li Qamişlo, endamê Pena Kurd…û hewd.

Çalakî û beşdarbûnên Rezo li:
Ahenga sedsaliya seydayê Cegerxwîn li Amedê û li Izmîrê, ahenga “Rojên Wêjeya Kurdî” li Amedê, konferensa Pena Kurd û Pena Tirk a di bin çavdêriya Pena Navnetewî û UNESCO de li Amedê, festîvala rewşenbîrî a yekemîn û duwemîn li Dihokê “Başurê Kurdistanê“, festîvala seydayê Cegerxwîn li paytexta Başurê Kurdistanê li Hewlêrê, ahenga Namî piştî 20 salan zindî dibe li Qamişlo, rêportajek li Yûbîla Zîvîn a bîst û pênc saliya koça dawî ya mele Ehmedê Namî li Qamişlo, Di heftiyê de rojekê pêşkêşkirina nûçeyên çalakiyên rewşenbûriya kurdî li Binxetê di “MedTv” de …û hewd.
Rezo nivîsandinên xwe bi van navan dixemiland: Rezo, Aro, Ebdulrezaqê Osê, Rezoyê Osê, Stêr, Azad, Pirs.
Ji bilî berhemên wî yên çapkirî û yên neçapkirî, hejmarek mezin ji gotar, lêkolîn, helbest, çîrok, şano, folklor, rexne …û hwd, di gelek kovar, rojname û melperan de hatine weşandin wek: Kovara Stêr, rojnama Armanc, kovara Dugir, kovara Pirs , kovara Metîn , kovara Dengê Azadî, kovara Zanîn ….û hewd.

Berhemên Rezo yên çapkirî:
Çîrokên kurdî gelêrî yên Zarokan
1- Dîk-dîko
2- Libhinarê
3- Bavê Hepûn
4- Şengê û Pengê
5- Finda Şemal

Berhemên Rezo yên neçapkirî:
1- Merganê
2- Rexna Li Rexnê
3- Tûjik
4- Xilmaşî
5- Helbest
5- Civîna pêlavan
6- Kurteçîrok

Ji bilî van tevan hîna hejmarek mezin ji destnivîsên Rezo li benda danehav û nijinandinê ne.
Di wan çend salên dawî de, bi sedema astegiyên hêzên ewlekariyê di derheqê Rezo de dihatin kirin ew bivê nevê bû ko destê xwe ji karê petrolê berde û li bajarê Qamişlo ofîseke endazyariya ceolojî veke û karê endazyariyê û çalakiyên rewşenbîriyê tê de berdewam bike. Ofîsa karê Rezo ji rewşenbîran re bûbû wargeha rewşenbîriya kurdî. Lewra helbestvan Mehfûz Mele Silêman dibêje:
Bi Xwedayê min û te
Ku her ev bû sûnda te
Zû bû çaxê çûna te
Dil bi kul bû ji bo te
      *     *
Hêlîna me xirabû
Ya dost û hogira bû
Serî li me gera bû
Dema janê dest da te
                             
Sed heyf û mixabin nexweşiya penceşerê û mirina bêbext nehişt ko Rezoyê xemxwerê ziman û peyva kurdî, rêça xwe di warê torevaniya kurdî de bibe serî, bi lez û bez û di çaxekî ko ne çaxê wê bû, ew ji nava refê rewşenbîriya kurdî revandin.
Rezo bi van kul û ês û derdan serê xwe da xewa dawî xewa bê hişyarî,
xwe siparte dilovaniyaXwedayê mezin.
De bere serê gelê Kurd sax be û cihê Rezoyê Osê buhuşt be.
Êdî ezê bi van herdu malikên ji helbesta Xwedê lê xweş be, yên bi vî terzî li ser kêla gora wî hatine neqişandin, vê bîranîna xemgîn bi dawî bînim.

Li azmanê bilind îro, şevên tarî hejarim ez
Stêra min xuya nake, nema ron û zelalim ez
                                               (Rezo Osê)

Stockholm. 2011.03.04

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…