Guhartinên mezin

M. Şêx Allî *

Li vê dawiyê , piştî têkçûna rejîma serok Zeyn-elabidîn bin Elî li Tûnisê û ya serok Hisnî Mobarek li Misirê , xwepêşandanên berfireh li Lîbiya , Behrên û Yemenê destpê bûn û hê berdewam û li darin , ji bilî xwepêşandanên li hin deverên Urdon û Îraqê , herêma Kurdistanê jî di nav de , nemaze herdu bajarên navdar Silêmanî û Kerkokê . Û li hêla dî , nûbûna xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li Tehran , Ehwaz û bajarên herêma Kurdistana Îranê .
Karbedest serûber xemgîn û mijûlin , nikarin têr razin , çavsor û sergerim dibin , û ji ber ku ew malxur , setemkar û dizin , lewre jî xwe sopermirov dibînin , xwe di ser milet , welat û dewletên xwe re digrin û dixuyê ew nikarin nejî dixwazin rastiyên heyî bibînin , berjewendiyên gelên xwe , rûmet , azadî , jiyana rojane û mafên mirov û hemwelatiyên xwe binpê dikin , û loma jî ew hertim bi darê zorê , bi tevdîr û kiryarên hovane , bi dek û dolab û pîlanên nediyar û nehênî dixwazin bersivan bidin . Kul û derdê wan karbedestan , armanca wan ya herî sereke , domkirin û berdewamiya kursî û quretiya karbedestiyê ye û hew , vêca çi dibe bila bibe ! . Zarzimanê wan di riya dezgehên wan ên raghandinî yên rengîn û pir alî re , bi herhawî dikin ku rûyê hêz û kesayetiyên nerazî û rikebir reş derîne û bêje – xwedê giravî – ev xwepêşandan , çi li vir û çi li wir , karê nokerên hêz û dewletên biyanî ye …. !, lê , bûyerên heyî , rastiyên berçav digel gelek rapor , dîmen û wêneyan , didine xuyakirin ku , ew hêz û cemawerên xwepêşandanan , ne ajan û nokerin , nejî şêt û bêhişin , an terorîst û xwînrêjin … Ew mirovhez , dilsoz , dilgerim û hişyarin , heyranê miletên xwe ne , xwedî doz û daxwazên dadmend û rewa ne , bi şêweyên aşkere û aştiyane dengê xwe li beramber malxurî û setemkariyê dihildin û dibine ciyê rêzgirtin û hezkirina gelên xwe .
Hêjayî gotinê ye ku , di pêkanîna van çalakî û guhartinan de , xwediyên rola herî li pêş û berçav , nûhatî , xortên zana û nifşên nû ne , ewên dilgerim , sernerim , xwedî hêvî , jîr û jêhatî ku , bi Entirnêtê baş fêm dikin û karin li destên xwe bigerînin da bi hev re têkildarbin û bibine hêz .
Li hêla dî jî , ew guhartinên mezin , pîroz û serkeftî yên ku li Tûnis û Misirê cîbecî bûne û li cîgehên dî jî dibin , didine zanîn û xuyakirin ku , rewşên hundirî , pirsên xizanî û bêkariyê , pirsa demokrasî , rûmet û mafên mirovan , jêder û bingeha guhartinan ne , û çendî hêz , partî û tevgerên siyasî serbixwe û welatparêz bin , ne li gor siyaset û berjewendiyên derve bin , û biryarên wan hêz û partiyan di destên wan de bin , ewqas , dê serfiraz û serkeftî bin .
Pirsgirêkên welatên Ereb û rojhilata navîn bi tevahî , Sûriyê jî di nav de , cîbecîkirina alfebeya demokrasiyê , rêzgirtina mafên mirovan , çareserkirina pirsa bêkarî û perîşaniyê ye , pirsa azadiya peyvê û wekheviyê ye .
Di gavavêtin û serkeftina çareserkirina van pirsan de , pirsa gelê kurd jî ciyê xwe yê rast dê bibîne û çê nabe jê bête cudakirin . Hê jî gelek henin naxwazin bawer bikin ku dem hatiye guhartin , û bi darê zorê , bi girtin û lêdanê , bi kuştin û xwînrijandinê , bi tang û topan û şerxweziyê , girêk û astengî bêtir dibin , nexweşî , derd û kul , kîn û keder kûrtir dibin , rê li ber aştî û diyalogê dixetime û tê girtin .
Heleb 22.02.2011
===================

* Sekretêrê parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…