Diyar EhmedBelê, miletê Ereb ji bo xwe dernediket û daxwaza mafê xwe jî di xweşî û wekheviyê de ne dikir,ne dikir neko ne dixwest yan ne dizanî,lê ji ber wan rijêmên sitemkar û zordar ew derî li pêşiya wan bi kilîtên tirsê girtibû,tirisa wan xwe li sînorê hiş û sewdanê milet pêçabû,kovanê dilê wî vegirtbû,tevna çavkaniyên tirsê li dorê vedabûn,tirs ji dezgehên esayîşê,ewlekarî û hewalgiriyê,tiris ji zigurd,nanxwer û bêkêrên partiya desthilatdar ya ku serkêşiya dewlet û komelgehê dikê,tiris ji leşker,patoxwer û xwefiroşan, û ev yeke tev bi destên rijêmên Erebî dihatin kirin û li gorî hişemendiya wan dihat hûnandin, û eve demeka dirêje kar û xebatên xwe kirine, ku bi xurtkirin û pirkirina wan dezgehan dîwarê tirsê asê û bilind bikin,û di vê derbarê de milyonên dolaran terxankirine û lê di mezêxin,hevsarê dêwê sitem û zordariyê berdidin,devê dehbê bilinkirina buhayê kel û pelan li piştê vedikin,yasayê binpîdikin.gumandikirin ku bi tirs û birçîbûnê, û pirkirina dezgehên ewlekarî û esayîşê wê bikarin çira xweragirî û berxwedanê di dil û canê miletê Ereb de vemirînin.ji ber wê jî ketin berde komelgeh derizandin,têkilî lawazkirin,êmnahî û aramî nehiştin,civak ji hev kirin,nakokî,hevrikî,newekhevî û bêbawerî di komelgehê de belav kirin,kesên kêmşiyan kirin serwer û yên bêkêr kirin berpirsyar.lê dawiyê kêr giha hestî, miletê Ereb westa,nema karî di bin nîrê dirêjiya rojên rewşa ewarte û giraniya sitem û zordariyê de xwe bigirê,di bin barê perîşanî,bêkarî,belengazî,çewsandin,tirs û diziyê de pişta xwe rastbikê, milet ji gotin û sozên nerast bê bawer bû,ji pilan û pirojeyên bêber yên ku rijêmên rêgir û nijdevan di derbarê geşepêdan û çakkirina civakê de di danîn bê hêvî bû,û van rijêman ne tenê xêr û xweşiyên welatê wan talankirin,lê xwestin di nava rojê de welêt ji wan bidizin,rasterast kar û berheviyên xwe kirin ku desthilatê bikin desthilateka xumalî ya binemalî.
Evê siyaseta reştarî ya ku rijêmên Ereb eve çendî salin bi kartînin, bû cihê xemgînî û dilsariyê ji milet re û hêviyên wî di jiyanê de beravêtî kirin,û bi gera serhatî û serboriyan re giha wê baweriyê ku ev rengê rijêman ne pêşdikevin û ne jê dikarin xwe bi guherin.êş û janên di dilê birîndar de veşartî kate dan,terafa agirê nixumandî di dilê canemerd û qehreman de çirûsk da,xwîna zelala dilê Mihemed Elboezîzî ji wan re hêsûyên nîşanê serastkir,li ber çira xwîna wî ya paqij rêyên çareseriyê xuyakir,miletê Ereb ji xewa giran hişyarkir,perda reş li ser çavên wî çirand,tîrêjên rojeka nû li welatê Ereban diyarkir,dolabê guhertinan gera,zivirî û deng veda, derê hebana kerbûn û bêdengiya hezarên salan vekir ,miletê Ereb ji nû ve vegera û cihê xwe di nava miletên jîndar de girt,rabû serpiya,netenê daxwaza wekhevî û guhertinan kir,lê belê daxwaz kir ku ev rijêmên zordar,diktator, destqirêj û gendelkêş ji welatên wan bar bikin.destpêkê ew daxwaz mîna gaziyeka perşikestî di binê bîreka kûr de hat bankirin û di peyî re pêlên vîn û kîna zehmetkêş û hejaran ketin serhev de,bû lehiyeka mezin û bihêz dîwarê tirsê hilgurand,baregayên partiya serkar şewitand,dezgehên ewlekarî û hewalgiriyê hilweşand,esman hejand û erd di bin lingên serê rijêmê û alîgirên wê de kir koziyk agir.dawiyê çare nema ,derî tev li pêşiya rêveberên rijêmê û dûvelankên wê hatin girtin,tenê ma li ber wan deryê revê,yan zêndanê yan jê kuştin û darvekirinê.

Şîrove (0)