Derdê dil


Mihemed Ebdê
mirwan94@hotmail.com

Ax niza çi dil li ser teye
Bi hesanî  te ez ji bîrkirim
Di despêka jiyana min de
Bi xortanî te ez pîrkirim
Evîna te ma di dilê min de
Wek kevokê te ez serjêkirim
Mam evîndarê lêvên te

Ji qehrê te ez têrkirim
Çi roj bû roja min te dît
Rima evînê di dil de te diçand
Şewq di da wek periya
Awir ji çavên te revand
Bûm evîndarê bejna te
Dil di can de te di hejand
Çi nazik bûn ew destên te
Hezar ayet ji bo te min di xwend

Ez Memim ma tu li ku dimînê
Xweda da Mem ji bo Zînê
Yarê çima tu xwe li ser min dibînê?
Mane evîna te ket li nav xwînê
Nazik û çav reşa minî
Kil ji çavên kewa di revînê
Ger ez mirim yarê û min te nedî

Gorna min veke, hingî bi kêf û ken tê min bibînê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…