Demhat Dêrikî
3. Berî te nas bikim, berî tu dilê min ji xwe re bibe, bike pêlîstika hest û kenê xwe di eywanên nûjenavahiya teşeya xwe, ez delalê ber dilê zeriyên gundê xwe bûm! Çîroka evîna min û keçikê; fîxana bilbilên sibehên gundê me bû, geşkenê gulên gundê me bû..ez û ew tov bûn, strana xuhdana palavana bûn! Werz, rez, zevîyên kulilikan, dehil û kaniyên gundê me, em di nava xweşikbûn û awazên buhuştî de dibrin di evîna dengbêjan de dikirin navê evîna kevot!…aaaaaaaax ji derdê te cîhana qehbe(laşfiroş)!…Li bendê be yarê, hêj peyv li ser dika şano di çavên dilan de dilê xwe vedikin!…
4. Lê, dema kenê çevê te di çavê min de dilê xwe vekir, min dilê xwe derxist û li ser sîniya; şîlan, nêrgiz û gulên sor pêşkêşî şevên te yên agirînî kir! Min sirûşta gundê xwe, zeriyên gundê xwe, çîrokên cotkariya gundê xwe di paxila te de jibîrkir! Ma te ser nivîsa rojname û kovarên bajarê şevê nexwend? Wa nivîsîne; “jibo cotê memikan gundê xwe firot!” û “jibo avjeniya di nav avcaniya wê de, bêhna nanê tenûrê li xwe qedexekir!”. “Jibo meştaziya wê, pakevîniya xwe jibîrkir!….te çi kir? Tez kirim kole di navbera her du lingên xwe de û te digot; wan demboriyan di xwendina pirtûknûjeniya min de jibîr ke, ma ew jîne? Gund! Bêhna tepik û rîxan, bêhna cilên xwehdangirtî! Ji xwe cilên wan?! Tew, ma kiras û xiftan jî cilin, ne ew yê mitrbane!..û te digot û digot û digot û her kêlî bê ku bizanim dibirim sêdarê!… de bila hemû dil gorî dilê Zînê û Edûlê bibin….