Konê Reş
Ew di sala 1934 an de li gundê Hesarê ji diya xwe bûye… Di sala 1939 an de dest bi xwendina Quranê kiriye.. Di sala 1949 an de daketiye Sûriyê, di gundê Qerehesenê re derbasî gundê Xizna û di pey re gundê Til Marûf bûye û li bal Şêx Ehmedê Xeznewî xwendina olîtiyê bi dawî aniye û bûye melakî 12 ilmî..
Di bîranînên xwe de dibêje: Li Tirkiyê me Kurdan bi zimanê tirkî dixwend û piştî ez hatim Sûrî, me bi zimanê erebî xwend.. Di virde min ji xwe re got: Gereke zimanekî me jî hebe, pê bê xwendin. Weke van zimanên din.. Lê piştî ku li helbestên Cegerxwîn û paş re yên Melayê Cizîrî ku di civatan de dihatin xwendin guhdarî kir, bi wan pir kefxweş dibû.. û Piştî dîtina Cegerxwîn û mele Ehmedê Palo dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir.. Ne bes wiha; nameyên xwe jî bi kurdî dinivîsandin..
Piştî van karên wî, mala Şêx Xiznewî jê dilgiran dibûn û gotin: Dîn bûye, berdaye û çûye gihaye gunehkaran.. Hina saloxên karê wî gihandin desthilatên rêjîmê, wiha ew û bi çend melayên din re hatin girtin. Lê belê bi rêya dostaniya mala şêx hatin berdan..
Ji sala 1966 an ve mala wî li Qamişlo ye, taxa Qenat Elsiwês e, ji sala 1988 an ve, kêferat bi nexweşiyê re dikir û devê wî nedigeriya ta ku îro 25.01.2011 koça dawî kir û çû berdilovaniya Xwedê. Hem jî îro ew li Qamişlo, di gorstana Qidûr Beg de hat veşartin.
– Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995
– Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
– Rêziman: Destnivîs
– Ferhenga Kurdî – Kurdî, Destnivîs
– Ferhenga Kurdî – Tirkî, Destnivîs
– Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs
– Mewlida Pêxember, Destnivîs
– Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs
– Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs
– Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.
– 11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs
– Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs
Hêjaye gotinê ku mamoste Zeynelabdîn Zinar jî pirtûkek wî li Swêd çap kiriye, navê wê nayê bîra min. Her wiha wiha rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standine wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelatek ji Koma Narîn a folklorî..
Fermo van çend firdikan ji helbesteke rehmetî li dor mirinê bixwînin:
Hey wax ji derdê mirinê, ez pê nizanim wê çikî
Ev bê dila pir ijdehar, bo çî me dê winda bikî
Îdî nema peyvê dikin, mîna kesê ku bê devin
Îdî nema ew têr dixwin, lewra dikin tirs û fedî
Qey tê bihêlî carekê, pey mirinê ez vegerim?!

Şîrove (0)