Ma qedera kurdaya ku ji qesr û xanîyan bikevin kon û çadiran de ?

şevger

Ji nêza û birçîbûnê û ji zilma rêjîmê kurdên rojavayêkurdistan terka cî û warê xwe dikin û dibin penaber !!

Herêma rojavayê kurdistan  ( Cezîr –koban – Efrîn ) axa wê wekû zêre zere dema giringîyek pê hebêt ji hêla dewletêve, di salên 30an heya salê 1960 ji Dêrika hemko u heya dighe Efrîn, hemû gundên me bi av û çem bûn, bi dar û dehl û bax û zevî bûn,hemû rengên fêkî û rengê daran têde peyde dibûn ,hemû rengê merr û mêşin têde hebûn, kerîyê pez û garana dewaran toz bi gundan dixistin, hemû rengê teyrik û tilûran hebûn, bihara rojavayê kurdistan mîna buhiştê qeşeng û xweş bû û dihate xemilandin bi rengê gul û sosinan u bi nêrgiz û çîçek û şilêran, xal dikete sulavan û nexasim ava zelal ya kanîyan, xelkên deverê şerim dikirin ku kuştê xwe yan jî fêkîyê xwe bifroşin ji ber xêr pir hebû, xelkên kurd têr bûn ji xak û arda xwe,
her kesî ji gundê xwe kuşt û mirîşk xwe dixwarin, her kesî  ji firaza xwe genim u ceh û nok u nîsk û qûtê xwe werdigirtin, heya ardû ( tepik û ka û êzing.. uu ) tev ji gundên wan bûn û qet peywestî ne dikir ku herin ji bajran tiştekî bikirin ji bilî cil û pêlavan ,
Pişti damazrandina yekemîn partîya kurd li Sûrîyê ( Partî Demoqrati kurdistan – Suriye) ji destê pêkê xwesteka partîyê rizgarbûn û yekîtîya kurdistan bû,  bi rêberîya nemir Osman Sebrî bû, lewra metirsînek ket dilê rêjîma Suriyê û xwest bilez pîlanan pêk bîne ser gelê kurd û vê partîyê ji kok vemrîne û ji van pîlanan :
– Rê girtin li siyaseta  kurdî û bi hemî rengên zordarîyê û tûnd û dijwarî hemberî tekuşerên kurd
– Peydekirina nakûkîyan di navbera axa û cotyaran de û girêdana axayan bi dewletê re û piştgirîya axa û begewatên kurd.
– Ku dibîstan u cada û aliktirik- kehreba di gundên kurdan de nebin, de reben û nezan bimînin û di bandora mêjîyê aşîrtî û girêdana bi olê û fewdalîzmê de bijîn.
Ev qûnax wisa derbas bu û gelê kurd li suriyê  pir êşû derd û alozî kişandin û heya gihşte salên 1960 u ji xwe 1958 peymana yekbûna Suri û Misrê be qerar bû dewam bikêt, Ebdul Nasir serokê Misrê Dezgehekî teybet ava kir li Shamê bi rêveberîya ( Ebdul Hemîd Serac ) û ji armancên Ebdul Nasir u Serac ewbû ku rewşa kurdan têk bibin û kurdan lawaz bikin û wan bi xapînin de bikaribin wana ji cih û xaka wan dûr bikin û Ereban bînin nav herêma kurdî, min bi rehmetîyê ( Reşîd Hemo re) hevpeyvînk bi deng tomar kirîye wisa got: ku Ebdul Nasir û di rîya Ebdul Hemîd Serac re xwe nêzî kurdan kir û ji kurdan xwest ku alîkarîyê bikin û hevbendbin li dijî Turkî de peymana (Bexdad ) were hilweşandin, mamosta Reşîd Hemo got: Ebdul Hamîd Serac kovarek bi navê (şiroq )dorst kiribû û derfet dabû me kurdan ku em kurd têde her tiştî binivsînin û behsa pirs girêkên kurdan bi zelalî bikin û heya ku me bi dijwarî têde şerê Turkî dikir û me piştevanîya kurdên bakur dikir, helbet ev xwestek vekirî Ebdul Hemîd Serac ji mere got hun kurdên Surî piştgerîya kurdên Bakur bikin , me ji Serac re got başa hunê mafê kurdên Surî bidin me? Bersiv ew bû em ne dijî wene va hun dibînin ku (Kotla axa u begên kurd) destekê ji EbdulNasir digrin û hevalbendên mene,
weku tîbînî : Belkî Nêzîk pertûkek çep bikim ji dengê Nemir Reşîd Hemo dema min di koçka Rojavayê Kurdistan de 5 xelek tomar kirin ser dîroka siyasî ya rojavayê kurdistan, wê axivtina wî pir tiştan hişkere bike.
Barzanîyê nemir dest bi şoreşa îlûnê kir di 1961 de, nav û dengê Barzanî û bayê şoreşa pîroz hêzek mezin da hemû kurdan li çar parçeyê kurdistanê û kurd li her cihî bûne piştgir bo şoereşa îlûnê,li vir rêjîma Surî bilez û bi dijwarî berê xwe da gelê kurd li Suriyê u di sala 1962 beryar hat girtin bin navê ( Reşa awerta – halet tewari )u heya niha hîna berdewam dikê û ji bilî wê beryarek şofînî û rêgezperstî û onsûrî hat girtin ku nas nama ji 400000 kurd hate standin u beşekî din ji kurdan bûne (Mektûm) yan jî bê dekoment,
Mebesta min ji vê şerovekirina berfereh ewe ku çawa vê rêjîma zalim û dektator  xwestîye ku kurdan dûr bike ji cih û warên wana û bi van zagonan u bîlanên unsurî û rêgezperestî lê dîse nikarîbû bighe hemû armancên xwe, ji ber baran û çem û av hebûn u irada kurdan xurt bû bi doza wan ya rewa, ji ber wisa kurdan dikarîbûn jiyana xwe berdewam bikin u ji zikê xaka  xwe têr bibin,
Mihemed Talib Hilal got divê em wisa li kurdan bikin : aşikê ûr ( mîda) insanê kurd bisekinîn û wî birçî bikin de şşikê mêjî û aqil bi sekine û hingî wê xema insanê kurd bibe ku tenya pirsa nanê xweyê rojana bike û çawa zarokên xwe ji nêza û mirinê bi parêze.
– Ya herî xirab ku heya roja îro raman û pêşneyarên wî zabitê bi navê ( Mihemed Teleb Hilal ) bi çî dibin sal pey sal û bi zagonan ku çawa kurd pûç bibin u direvin û kêm bibin û çawa Ereb bikevin şûna wana de , pertûka wî  ya unsorî van xalan qelem dide:
. xala herî giring ew bû birçîkirina miletê kurd, ku febrîka u karxanên kar li navça kurdî ava nebin ji hêla dewletêve u ne hêlin ku kurd jî febrika u karxanan venekin , Ceada û rê venebin de gundên kurdan neyên girêdan bi hevre  u bi bajaran ve,
– dibêje divê nexweşxana û dibîstananneyên avakirin li herêma kurdî,
– Rê girtin li siyaseta kurdî
– goherîna cografîya herêma kurdî, bi anîna 100000 Ereb ji deverên dûr û bi cî kirina wana nav gundên kurdan de, de jiyan li kurdan teng bibe, de ew gundên Ereban bibin mîna gundên istixbarata û mina qeraqolên asayêşa rêjimê,

– rê girtin ber navên kurdî û feriz bibe ku kurd navên Erebî li zarokên xwe bikin

– goherîna navê gundan û kemberkirina herêma kurdî bi anîna Ereban.

– piştgerîya  axayên kurd u dorst kirina nakûkîyan di navbera  cotyar u axan de , yan jî di nav civata kurdan de

-piştgerîya şêxan de kurd bihtir bi olê ve werin girêdan u durî pirsgirêka netawî bibin.

– şerê sembolên kurd bikin û her tiştekî nexweş bi wana ferz bikin û wana bihelînin ji kurdîbûna wan.

–ji hêla siyasî de weku min di dest pêkê de got xebat û tekuşînek hişkere hebû ku xwesteka siyasî têde diyar bû ji rêjima sûrî re ku ew bû ( rizgari u yekîtiya Kurdistan ) u bi bawerîya min ew xwestekek rast bû u her bijî ji Osman sebrî re, ji ber di eynî dem de Barzanî şoera wî geşbû u barzanî digot Kurdistan yan neman u peyva Kurdistan yan neman ne tenê hokmê atunomî u xotmoxtarîye , ew bi xwe serxwebune , vêca rêjima Surîyê bi tûndî berê xwe da Nemir Osman Sebrî u 18 caran ew kire zindanan de u 2 caran sergon kir li dervî suriyê û rêjimê ji sala 1961 u heya 1964 bi teybet dest bi girtina rêberîya partî kir û bi hemû hêza xwe u leystikên xweyên gemar ajote ser û xwest ku vê partîyê (PDK-S )hilweşîne u rake ji kokê, lewra me bihîst ku çawa hijmarek ji rêveberên partiyê di zîndanê de li hemberî tûzik u xwesteka partîyê û Nemir Osman sebrî derketin u gotin di dadgehê de : em xebatek dikin mina avakirina komeleyek çandî û rewşenbîrî û hineka ji wan berpirsan ameze û mohir kirin ji rêjîmêre ku dozek siyasî nekin, lê nemir osman sebrî di dadgehê de ji doza xwe nehate xwar û teslîm nebû ji dewletê re, bi dengê mamosta yosiv Dîbo û nemir Reşîd Hemo u Xelêlê reş u hinek dî di arşîva  koçka Rojavayê Kurdistan de heye ku wan mamostayan gotin : ku Nemir Nureddin Zaza mixabin hîna di zîndanê de kete bi bandora hin malbat û axayan de û ji tûzik u xwestek u navê partîyê hate xwarê, mixabin îdî nexweşîya herî xerab dest pêkir ku nakûkî û şerê hev û tohomkirina hev bi xiyanet û teslîm kirinê û ji xwe ev yek ji armancê serekî bûn yên dujmin,,,,, parçebûnan dest pêkir û navê partiya demoqrati Kurdistan suriye hate gohertin û îdi bo parti demoqrata kurd li suri , û xwesteka rizgari u yekbuna Kurdistan ji ibetal bû û xwestek bo mafê çandî u kulturi u ziman û hêzkirina biratîya kurd û Ereb û rakirina zorê ser gelê kurd u jiyanek wek hevî di welatê suriyê de, ji hingî u heya vê roja niha em têde tu xwesteka hişkere u zelal nine , yan jî 50 salî tevgera me bê xwesteka siyasîye û bihtir xwestîye ku xwe bi parêze û li ser cih û ware bimîne bi rengê yekî sax û ne mirî,, çendî cihê sipasîyê ye  tevgera kurdî bi hemû partîyên xwe ku dikarîbû di cergê rêjîma Bassa dektator de u ji nav çavsorîya vê rêjîmê ya bi hasin û agir u qirkirin û imhakirinê hîna di domîne, em dizanin ku tevgera me a kurdî pir bê hêz û lawaze u qelse ji sedemên parçabûnê , ji ber tevgera me nikarîye ji xwere lêvegerekê ava bike de beravanîyê ji milet bike, ji ber van parçebûnan partiyên me nikarîbûn ku ev bû 40 sal mesela nasnamê çaraser bikin, nikarîbû li hemberî anîna Ereban u kemberkirina herêm rojava derkevin, nikarîbû van zagonê (49) rawestîn yan jî rakin, vê tevgerê nikarîbû têkilîyan bi dewletan re çêbike û xwe di hundurê Sûrî de teng hişt, ser vêqasê de tevgera me nikarîbû sûd ji serhildana 12 adarê bigire û bi serde hinek ji rêberîya partîyên kurd ew serhildan pûç kirin û tirs xistin dilê milet de û partîyên me bûne 2 beş, beşek jê xwest serî rake û çalakîyan bike û beşa din xwest ser têla niştîmanî û biratîya kurd û Ereb xebatan bike,
Binerin li Tunis û Cezaîr çawa milet berxwedanan dike bo mafê jiyana xwe û zêdetir ji 25 kes qurbanî dan ji ber tenê mihash bilind bibe u rewşa karker û xwendevanan baş bibe, binerin li qubletê ( Sudan ) ku partiya rizgarî qubletê Sudanê bi rêberîya (Dr. Gorg gerek) ku di 1983 bi zemenkî pir kêm dikarîbûn pirsa xwe bi cihanê bidin naskirin u pir dewletan ji xwere bikin dost û va me dît çawa gihana serxwebûna xwe u hezar carî serxwebûna wan li wana pîroz be , helbet em dizanin ku miletê qubletê sûdanê ev nêzîkî 50 salî tekuşînê dikin u berhemê azadî u serxwebuna xwe pir şehîd û qehreman dan u yek ji wana Dr. Gorg gereng, lê hêla din binerin ku 50 Salî tevgera me dema xwe winda kirîye bi nakûkîyan û parçebûnan û bi ezezî û hizbîyeta teng û bi rengê aşîrtîya siyasî berdawam kirine u berjawendîyên xwe parastine, binerin çawa milet dighin serxwebuna xwe, çawa li Bosna u Hersik u Kosovo û Alpaniya û herêma Kurdistan a fedralî, ser vaqas goherînan de tevgera me hîna bi ramanê tirsê dijî u hina xwesteka siyasî naxwazê, tenê ketîye doza Surî niştîmanê me ye u em demoqratî u wek hevî dixwazin, yan ji nama dişînin ji serokê dewletê re u doza (nan ) dikin , ma qey doza 4 melyon kurd bûye doza Nan ? bawer bikin hinek ji serokên van partîyên me dikarin ji kîsî xwe bi 10an  firnê nan vekin u belaş bidin feqîran lê mixabin wisa nakin u wê nekin jî, gelo ma çi maya ku em li ser bitirsin? Xak u erd jî ji destên me çû, gund u bajarên me ji ber zagona 49 vala bû u kirîn u firotina xanîyan qedexe bû li kurdan , ya herî em li ser ditirsîyan jin û keç u namûs bû, mixabin va miletê me ji birçîbûnê ji cî û ware xwe direve ber bajarên mezin u dikeve çadir û konan de, va keç û jinên kurd paqijîyê û xolamtîyê di nav malên Ereban de dikin ,ma qedera kurdaya ku em ji qesr u xanîyan bikevin kon u çadiran de ?
Peyweste ku tevgera kurdî şîkayet û gilîyê rêjîma Suriyê bike ber dewletên Europa u cîhanê û sûc bike sitwê vê rêjîma unsurî û regezperest de, ku serokê rêjima sueiyê bûye şagirtîyekî biçûk di destê dewleta Turkî de, rêjîma Turkî van şîretan li Beşar Essad dike u hevkarin bi hevre de kurdên rojavayê kurdistan tu serheldanên din nekin, ji şîretkarîya dewleta Turki ji beşar Essad re : ku Ew çemên avê yê ku ji Turkî diherikin werin birîn, de kurdên Surî bê av bimînin  u de kurd gundan berdin u birevin ji devera xwe, ez qurbana xudê me ku xezeba wî jî ji ya Bassa faşist xirabtire, ku nêzîkî 10 salan rehm u Baran nine û erda Cezîrê ji kêm avî qelişî û bu sehraa û toz û zoxir, ji xwe dema baran tunebe u çem ziwa bibin wê bibe sebeba koçberî u çolkirina gundan, ser rewşa kêm baran barînê de pir zaon û zilm u zordarî jî tê meşandin ser gelê kurd, bes nayê wê wateyê ku gelê me destên xwe deyne ser çokên xwe u teslîm bibe û em bawerin bi gelê xwe ku wê carek din serî rake u serhildanek fereh bike , ji ber xwudê ji zordestan re na hêle , divê tekuşîn berdawam bibe û kurdên rojava xwe rêxistinî bikin bi xebatek nûjen û bi mêranî u hişkere doza mafê xwe bikin, mafê ( Hokmê zatî- yan jî fedralî ) , ji buna kurd bi romet bijî u ser axa xwe bimînin dive xudan deselat bin û ew xwe bi rêve bibin, hingî wê bikaribin û jiyanek xweş bijîn u cih u warê xwe ava bikin , lê dema ku mafê xwe ne  wergerin wê bimînin mina kole u bindestan u tim ber derîyê xelkê koçber û penaber bin .

2011.1.11

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…