Diyar EhmedDi sala nû de zimanê kurdî wê bibe zimanê fermî di welêt de,lê wê mamosta û şarezayên zimên kêmbin,deriyê koçberî û koçbarkirinê wê were girtin,jîn û jiyana gelê kurd wê serûbinî hev bibe û gavin berçav wê werin avêtin,miletê kurd wê li kurdîniya xwe vegere,bi êş û janên belengaz,jinbî û sêwiyên xwe bihese,têr û halxweş,rîsipî û kenkenên milet wê destê arîkarî û yarmetiyê dirêjî bêkes û perîşanên xwe bikin,û bi taybetî guhdaneka zêde bi malbatên girtiyên siyasî,wan xweragir û qehremanan yên ku dev ji mal û zarokên xwe berdane,xweşî û rehetiya canê xwe kirine qurban, ta ku azadî û serbestiyê ji miletê xwe re pêkbînin.
Di vir de jibîr nekin ku hûn mizgîniyê bidin dayîkên pakrewanên serhildana (12) ê avdarê,tenûra dil û hinavê wan sarbikin,û ji malbata şêxê pakrewanan re şêx Me””””şoqê Xeznewî re jî, ji wan tevan re bêjin:xwîna delal û xoşteviyên we li erdê ne ma,li ber serkaniyên xwîna wan ya zelal û comerd gul û kulîlkên rengîn bişkivîne,ked û karê partîzanên me bergirt,berxwedana girtiyên me vale neçû.lê mamostayê nav xweş rêzdar Qado Şêrîn, ka tu ji min re nabêjê,tenê daxwazek min ji te heye,ez yek ji wan xweragir û berevanê kêşa miletê xwe me,min lingê xwe daye tehtê û dibêjim:ez dev ji xaka bav û bapîran bernadim,çiqasî siyasetên çewsandin û binpîkirinê,bêkarî û birçîbûnê,serdestî û nejadperistiyê bihêz bibe, rijêma şovînist êrîşên xwe yên har û hovane xurt jî bike, min sûnd xwariye ku ez dev jê bernedim û bi tu deran ve baznedim,vêca ka bêje îsal li welatê me,li rojavayê kurdistanê wê rewşa ba û baranê çawe be,gelo…wê îsal baran bibare,dexil û danên me wê şînbibin,çêra sewal û kewalî,terş û dewarî wê çêbibe,kaniyên ava qerisî û şêrîn wê derbibin.bêje eger tiştin pêtvî jî hebin ezê ji we re rêkim,eger pêtvî be ezê hin fincanên ferforî yên ku em qehwa sibeha li ber dengê stirana hunermenda deng xweş Gulbuharê (kewa sibê bi xûne heyî bi xûne) tê de vedixun ji we re bişînim,yan nexşê kul û kelişî yê navdestên hin kesên bê şens û bext ku îro jimara wan li welatê me di pirbûnê de ye,yan jê ezê hin mû ji simbêlê xortin singpehin û navpol badayî bêkar rawestane li kêleka naverast û meydanên bajêr çavbelin li hêviya karin,yan jê kezî û biskek nazik û bedew ji pora keçikin dilgerim û çavbelek di mala bavên xwe de gula buhara wan seridiye,li benda şensên xwe yên wenda û devgirtî mane, û rêjeya wan jî pir bilind bûye û di bilid bûnê de ye,ji ber xortên kurda hêviyên wan dijiyanê de qurmiçandine,dev ji wan berdane û koçbarbûne,berê xwe dane ewropa, gelek ji wan di deryayan de xeniqîne û gelek dîtir barkirine dûr çûne,welat û milet jibîrkirine û kula biyaniyê di dilê wan de werim ye,koçberî ji wan re bû ye destpêka mirineka hêdîka,xortên dilpaqij û ciwan rêz û rawazên jiyana kurdewariyê jibîrkirine, welatê bav û bapîran valekirin.di ser van tevan de îro hikumeta sûriyê bi kunikî ketiye ber kolana bîrên patrolê de,zêrê reş di binê erdê de dikişînin,xêr û bêrên welatê me guvaştin,daweta dizî û talankirinê li dare .gelo… hûn nizanin wê kengî golên petrolê biçikînin,eger welatê me ma bê av û petrol, û baranên me jî ne weke berê ne, dexil û danên me çênabin, û miletê me jî penaber û koçbarbû,partiyên me ji hev belav bûne,zimanê me maye lawaz,bê kes û kar, ma ji nû ve emê li ser çi bigirîn,welatê hişk û ziwa,reş û vale…!!??.
Mamosta Qado welat tar û markirin,xêr û xweşiyên wê tev de dizîn,mirovên jixwefihêt û ji malbatên mezin serşorkirin,ew fêrî destdirêjî û parsekiyê kirin,xewin û hêviyên zarokên me di dergûşan de perçiqandin.bi kurtî welatê me weke seydayê Cegerxwîn gotiye : bûye welatê çirto û virto.

Şîrove (0)