Me saleke tijî êş û serkeftin li paş xwe hişt

Kamran Simo Hedilî

Dagîrkeran xwestin, sala du hezar û dehan bi sêdarvekirinan, kuştinan û bi girtina pêşeng û zanên me derbas bikin. Me jî xwest sala du hezar û dehan bikin sala bi cihanîna daxwazên xwe.

Li rojavayê welatê me, nijadperstiya dagîrkerên Baasiyan bi girtin û qedexkirinên li ser kurdan, dixwestin kurd ji welatê xwe barbikin û ev beşê kurdistanê ji wan re bimîne. Çavnebariya li dijî daxwazên kurdan bi hemû hovîtiyan berdewam kir.
Her daxwaza gelê kurd weke daxwazeke ne di cih de hate dîtin û xwediyên daxwazê bi îşkencan hatine girtin. Dilê nijadperestên Baasî bi vê jî têr nebû û bi dehan di nav Artêşa xwe de ciwanên kurd kuştin.
Li başûrê welatê me, dewletên dagîrkerên beşên din ê kurdistan û nijadperestên arab bûne asteng ku herêmên li dervî kurdistanê mayî werin ser herêma kurdistanê. Herêma Musil, Kerkuk, Xaniqîn û herêma Şebek li benda careseriyê ne. Ev herêm hê nehatine ser herêma kurdistanê û bêçareserkirin ji sala du hezar û yezdehan re man.
Li Rojhilatê welatê me, du hezar û deh bi sêdarvekirina têkoşer û şoreşkerên me çû. Li vî beşê kurdîstanê dagîrkariya rêolî û nijadperestî berdewam e. Her meh navê ciwanekî kurd ji bo bi sêdarvekirinê beyan dikin. Rêvebirên komara îslamî van gefan li dijî tekoşîna gelê kurd bikartînin. Bi sêdarvekirina ciwanên kurdan hevkariya xwe nîşanî Tirkiye dikin. Bi kuştin û girtina kurdan dixwazin Eniya şer li ber kurdan fireh bikin. Bi van kirinên hevkariya xwe, dixwazin Tirkiyê ber bi ailiyê xwe ve bikişînin.
Li bakurê welatê me, dagîrkerên nijadperestên tirk bi operesyonên leşkerî, dîpomasî û aborî bi hemû hêza xwe di du hezar û dehan de hatine ser kurdan. Ji êrîşên xwe agevek bi paş ve na evêtin. Tenê şêwê şerê xwe guhartin. Ji berdêla siyaseta înkar û nenaskirinê bi siyaseta xapandinê dixwazin dagîrkeriya xwe berdewam bikin. Tirk têgihiştin ku bi metodên kevn nikarin tekoşîna kurdan têk bibin. Ji ber ku kurdan xwe gihandiya rêberiya xwe. Têgihiştin ku kurd ne kurdên berê ne û kurd bûne xwediyê vîna ji pola. Vê carê ji bo ku vîna kurdan bişikînin û wan bê vîn bihêlin bi hezaran pêşengên siyasî û çandî girtin û avêtin girtîgehên xwe.
Lê xêrnexwaz û dagîrker çiqasî  bixwazin êş û janê bidine me jî, du hezar û deh bi biryar û pêkanînên xweş derbas bû. Di du hezar û deh de baweriya serkeftinê gur û geştir bû. Ez bawer dikim di van du sed salên dawî de, cara pêşî yekdengî, hevgirtin û hestên kurdan ên netewî wisa pêş dikevin. Cara pêşiyê ku xwestin û dirûşimên kurdan wisa nêzîkî hev bûne. Cara pêşiyê ku kurd bi partiyên xwe yên siyasî û bi saziyên xwe yên sivîl wisa ji bo yekîtiyê dengê xwe derdixin. Cara pêşiye ku kurd dagîrkerên xwe wisa asteng dikin.
Bila du hezar û yanzdeh bibe sala bêkuştin, bêqoçberkirin û bêzîndankirina kurdan.
Bila bibe sala bicihanîna daxwazên me.

31.12.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…