Besam Mistefa” Dema bavê min nexweş bû , li
Nexweşxana Rehmê min ev nivîsî “
Li wê dê be !
Li wê quncikê …
Bila çavên me tije dû bibin
Û em yeko yeko nexweş bikevin ..
Li me bixe eger te xwest ..
Xeberan ji me re bide ….
…………..
Ji min re bibêje :
” Besam ka hişê te ?
Wêje ti nanî nade te …”…
Yan tiştekî nebêje û li rojan binere
Dema ew di ber te de diçin û silav nakine te ..
Û bere dilê te yê bêzar
Bibe şahidê raperîn û şoreşan
Raperînên bayê
Şoreşên hewayê ..
Bere bibe şahidê
Bihevketina kadizan
Harîna pêlan
Kelkela xwînê ……..
Xebera ji wêjê re bide
Ewa ku tu pir jê hez dike
Xebera ji min re bide
Ez ê ku tu pir jê hez dike
Xebera ji
Erd
Asîman
Stêrk
Mirin
Jiyan
Rabirdû
Dema niho
Paşeroj
Welat
Hemû welatên dunyayê re bide ….
Belkî ,
Duvre em hew di navbera roj û şevê de şaş bibin …
Lê !
Li wir be yabo !
Li wir be !
Li wir be !
Çavên me dê kor bibin eger
Em rojekê li wir mêze bikin û tu ne li wir be !
Ode dê mezin bibe
Dîwar wê bi salan ji hev dûr bikevin
Ode dê biçûk bibe
Dîwar dê bi hevdu ve bibin
Ta ku me mîna xweliyekê bihêrin ..
Vaye hişê min hate serê min û
…………………….
Ez bûme wêjevan !!!!
Li wir be û hew ……!







Şîrove (0)