Awazên latekê di şîna welatperwerekî de.. Diyarî giyanê nemir Îsmaîl Ûmer


Lewend Dalînî

Dengvedana koçkirina te,
Di nav lêvên latekê
Ji ên Kepezê Kîkan de
Zîz dihat, brûskek da
Û keserek kûr
Di bim simê zemên de

Kişand???!!!
Û serê xwe
Di şîneke kûr
Û bi mitale  de
Tewand
Bi awazekî kelogirînî
Xwe vewejand
Û ber bi asîmana ve
Diçû
Û li şar û şaristanan
Bela dibû

Bi dengbihîstina wî awazî re
Çil beybûn
Bi rê ketin
Çar sînor derbaskirin
Û li goristên
Xwe bin xak kirin
Berî dema xwe,
Şîn bûn,
Katdan,
Pişkivîn,
Û bûne gul…..
Dehan Xwe kesk kirin
Dehan Xwe sor kirin
Dehan Xwe spi kirin
Û dehan jî Xwe zer kirin
Lê tuwan xew reş nekir????????!!!!!!!!!!!!
Li giyanê mêvanê pakrewan
Xwe pêçan
Ber bi asîman ve bilind bilind
Rêstin
Û dîlanek danîn
Stêrkan jî xwe nêzî hev kirin
Ji wan re li çepikan dan
Û bûne xêlîvan
Ber bi bûhişta

Narîn   

Şam Çirya Paşî 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…