ZIMANÊ KURDÎ BÛYE BAZARA QEŞMERAN

FÛAD SÎPAN

Di pê ewqas ked, berxwedan, şer, tekoşîn, gorî û cangoriyan, miletê Kurd xwe hê jî negihandiye azadî û serxwebûna xwe. Neyarên Kurdan mecbûr man hin parî û keriyan biavêjin ber Kurdan û wan wek zarokan bi televîzyonan aşt bikin. Lê mixabin piraniya yên ji wan parî û keriyan sûdê werdigirin ne ew kes in, ku bi dehsalan e bedelên giranbiha dane, ew kes in ku di jiyana xwe de ji bo Kurd û Kurdayetiyê tiliyên xwe nelivandine.

Bê guman hin tiştên baş jî hene û hêdî hêdî dertên pêşiya Kurdan. Wek mînak di trt 6ê de êdî hin bernameyên bi rêk û pêk herwisa bi zimanekî baş têne pêşkêşkirin. Bernameya cîran cîran û bernameyên zanistî gelek kêfa mirovan tînin. Di Dunya tv de jî bernama Civat û Kilam gelek dewlemend e.
Lê bivê nevê qeşmerên ku zimanê Kurdî dilewitînin jî hene. Mixabin mekanîzma ku hê bikaribe li pêşiya wan qeşmeran bigire nîne. Belê temaşevan mekanîzma here mezin in û dikarin dengên xwe li dijî lewitandina zimanê Kurdî derxin û pêşî lê bigirin.

Ji ber ku ez televîzyonan temaşe nakim, lê hin caran bi pişadî be jî rastî bernameyên qeşmerên ku zimanê Kurdî di televîzyonan de dilewitînin têm.

Ez naxwezim bi giştî red bikim, lê di Dunya TV de bi taybet bernameyên şahî û mûzîkê pir xerab û bi zimanekî pir nizim û lewitî têne pêşkêşkirin.

Divêt Dunya TV pêşiya van tiştan bigire û zimanê Kurdî ji destê wan qeşmerên bazirgan ku nizanin zimanê Kurdî bi kar bînin rizgar bike.

Heger Dunya TV û yên din dixwezin xizmetekî baş ji milletê Kurd re bikin, divêt van rexneyan baş bidin ber çavên xwe û li gor wê jî tevbigerin.

Televîzyon ne wek tiştên din e. Divêt hemî bernameyên televîzyonê ji hêla ziman ve, çi ziman dibe bila bibe bi rêk û pêk be. Nabe bernameyek di warê ziman de baş be û bernameyên din jî di warê ziman de lewitî bin. Çimkî televîzyon eyna ye. Bi mîlyonan kes temaşe dikin û di bin bandora wê de dimînin. Ev bi taybet ji bo zarokan girîng e. Zarokek dema ziman di televîzyonê de tewşomewşo bibihîze, ewê jî wisa tevbigere. Ev jî dibe sedema xerabbûna ziman.

Ez bangî dê û bavên Kurd dikim, ji wan hêvî û rica dikim ku nehêlin zarokên wan, wan bernameyên xerab di televîzyonên Kurdî û yên din de temaşe bikin.

Almaniya, 11.12.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser…

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…