Dîsa çend agahiyên pêwist ji Ehmedê huseynî

  Doh (07-12-2010), nizanim kê li xwe daniye?, bi navê avestakurdê, ku ew jî yek ji çayxaneyên internêta kurdên sedsala bîst û yekê ye, bi sernivîsa “Bi sixêfan bersiva rexneyê da” der barê min de, nûçeyeke bêpîvan, dîsa ji alî ziman û vehûnan û hevoksaziyê ve berbad û bêyî  rêzgirtina sadetirîn mercên weşana helwestbar, hatiye belavkirin. Ez ê mafê xwe yê rewa yê bergiriyê bi kar bînim û li vir dîsa piştrast bikim ku bîr û boçûnên min ên der bare keysperest û qelembazan de, ne sixêf in, ne jî rik û tolhildan in, bi qasî ku ronîkirin û şirovekirin û pêşkêşkirina dîmena malkambax a kurmanciyê ne!
1.
Dema ku ez behsa keysebazî û sextekarî û tunebûna behrenendî û lawaziya hişmendiya zimandirêjan dikim, ez merc, zanîn, hoker û rêbazên afirandin û dahênanê pêşkêş dikim. Ji boyî têgihiştina van çemk û têgehan, van bîr û boçûnan, van analîz û lêhûrbûnan, pêwist e nivîskarê zimanê bindest ha ji Ibnî xeldûn, Franz Fanon, Oktavio Paz, T. C. Eliot, Foko(Foucault) û Lîvî Ştraws(Levi Strauss) hebe. Bi kurtî, ew peyvên ku hûn wan bi “sixêf” bi nav dikin, peyvine wisan in ku derûn û psîkolojî û sinc û rewişt û gerdîşeyên bindestan dadimezirînin. Yanî di derûniya bindestan de, piştî şûştina mêjî û kavilkirina hestan û qirkirina taybetmediyan, sextebazî û bêbextî navên rexneyan werdigirin û rexne jî di heman derûniyê de wek sixêf tên pejirandin. Yanî di serdemên bindestan de, tiştên nizim bilind dibin û yên bilind jî bi alav û hişmendî û mekanîzma çanda serdestan, nizim û mandele dibin. Min behsa tiştekî takekesane yê tu kesî nekiriye, min behsa ast û sewiyetên nivîsandinê kiriye. Wek nivîskarekî kurd, mafê min ji yê her kesî bêtir e ku, nêrînên xwe der barê asoyên çand û wêje û nivîsandina bi kurdî ragihînim, li gorî zanîna xwe, xwendin û têgihiştina xwe, li xelkên wendayî bigerim û xalên lawaz jî, hem zeft bikim û hem jî pêşkêş bikim. Ger ev hewldanên min, ji alî kesên ku xwe wek keysebaz di nivîsên min de dibînin û xwe wek sextekar hest dikin, bi sixêf(!) werin şirovekirin, ragihandin û naskirin, ji xwe pêwist nake bibêjim, ku bi wan sixêfan(!) pir serbilind im. Ya din jî, kesên ku min dinasin;  dizanin ku, bi qasî helbestê, di sixêfên rastîn ên kurmanciyê de jî zîrek im, bi taybetî çêr û sixêf û xeberên amûdiyan. Ez behsa hin bare(halet) û diyardeyên ku di kurmanciyê de, êdî dest pê dikin genî dibin, dikim.

2.
Dixwazim avestakurdê baş serwext bibe ku, sinc, exlaq yanî ethic stûna çare ya felsefeyê ye û bikaranîna vê stûnê di warê ragihandinê de, bi taybetî di ragihandina  bindestan de, pêdivî,  helwest û berpirsyariyeke civakî-dîrokî û wijdanî ye. Bi mebesta ku helwesta xwe ya li dijî nivîsara min biçesipîne, hevokeke ku min nenivîsandiye dixe nav neynûkan da ku xwendevanan bixapîne û pêre pêre jî behsa xwendevanan û helwesta wan bike. Lê avestakurdê ji bîr dike ku xwendevanên kurmanciyê ne yên berî bîst salan in, pir bi hêsanî dikarin bîrtûjiya xwe ya xwendinê bi kar bînin, rastî û derewan, reş û spî  ji hev derxînin. Pir jî bi hêsanî dikarin çêjê ji nivîsarên tekûz û dewlemend werbigirin û deqên berbad û sade piştguh bikin. Lewra ez hemî xwendevanan agahdar dikim ku hevoka di nav neynûkan de ya ku li ser navê min hatiye nivîsandin, ango hevoka ku xistiye nav neynûkan bi mebesta ku ji nivîsa min hatiye wergirtin, ew hevok di nivîsara min de tune ye!

3.
Dixwazim avestakurd bizanibe ku, li tenişt xwendina xwe ya felsefeyê, min zanistiya derûnî yamî “Psychology” xwendiye, yanî min Freud, Adler, Jung, Bergson, Durkheim, Air, Carnap, Vtnjstein xwendine, yanî hêza min ne bi tenê ya xwendina rêzan lê ya di nav rêzan û di paş rêzan de jî heye. Yanî di kêlîkên xwendinê de, hêza min a zaftkirina hizirîn û têramandin û fikirîna bi zimanê serdestan jî heye. Yanî dema hûn behsa rexneyan û rexnevanan dikin û asta nivîsandinê di nivîsara rexneyî ya rexnevanên we de negihêje asta derbirîna şagirdekî ji pola nehê ji şagirdên zimanên din, wê çaxê gumanên mezin der bare keysperestî û sextebaziyê li ba min çêdibin. Hûn behsa rexnegiran dikin, baş e! kê, li ku, kînga û di kîjan çand û ziman û kulûrê de dîtiye ku, rexnevanek sernavê nivîsa xwe ” Rexne ya kurdî qedexe ye”  şaş binivîsîne??? Dema ku sernavê nivîsê şaş be êdî dê kurmancî çi hêviyan ji naverokê bike?
Madem hûn dibêjin rexnevan, gerek hûn pêre jî, eger ne sextebazî be; bibêjin hilgirê asoyên hêma û nîgaşê, desthilatê alavên derbirîn û veristinê. Pêwist e jî hûn bizanibin ku asta rexnevanî ji ya dahêneran û afirêneran ne kêmtir e. Mandelekirina van rastiyan, berî ku xapandina dîmenê, civakê, cîhana rewşenbîrî û hişmendiya bindestn be, xwexapandin û avjeniya di xewnerojkan de ye.

4.
Diyar e hin ji rexnevanên rexneya ne rexne û hin ji kesên ku dixwestin maçî pêlava Ocalanos bikin; lê bi dest wan nediket, li hêviya min in ku bîranînên wan ên serdemên şoreşgeriya gulgulî vejînim û ji wan re behsa pêlava Ocalanos bikim. Bila ew kes bîna xwe fireh bikin. Lêkolîna min a bi sernavê “Bejnên kurt û zimanên dirêj…” berdewam e. Di lêkolînê de dê pêrgî gelek mijaran bibin, her wisa dê hin mijarên lêkolînê jî pir hêjayî wê yekê bin ku di çayxaneyên internêta kurdên sedsala bîst û yekê de, bibin mijarên nûçeyên derewîn, rexnevanên sexte û nivîskarên nezan û nexwendewar jî.

08. 12. 2010

Nûçeya avestakurdê ya der barê nivîsa min de:
http://avestakurd.net/news_detail.php?id=11302

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…