Dilê min borî êvare


Şêrzad Zeynelabidîn

Dilê min borî êvare
Serê min gêj pê potîne
Ev êvare gelek sare
Çavên damay dil xemgîne
Rojê perê xo dahêla
Hetav sorka were bibîne

Çi canyeka qeşenga lê
Spêde hemî te gorîne
Te çend har berdan beyara
Pezê xwe ka tu bicemîne
Ji rêka min vede dehla
Ev çi pêjan û strîne
Ji dîdarê min ne dûrke
Ku çavên min di birsîne
Li te çi geşe bihare
Li min sotin dil û sîne
Ji çavan te durr dibarin
Te lêv şekr û hingivîne
Bi êk nêrîna çavên te
Dil û ceger velerzîne
Çi lê bikem mulkê dunyayê
Bo çine çîn û maçîne
Kalik dirya li rêka te
Nê min pehnî keliştîne
Her bihostek bi sed sala
Ku min pêngav têk bestîne
Were zalim pênceh û şeş
Bihar ji jîyê min borîne
Çi stêreka geşî li asman
(Ji gurohê mah û perwîne )
Bes agirî berde dilî
Kezî û biska bes bihejîne
Ma kengî hoye dildarî
Ma ev cenge an evîne ?
Dilê min te ji min barkir
Her carekê tu bizivrîne
Barê xema ka tu bihêle
Wî rûbarî ka bişeqîne
Te lêv al wek helhelokê
Te sîng û ber soryazîne
Çi geş bihare dêmê te
Ew çi çerwan û şevîne
Ew çi gulên bistîk zirav
Ew çi sêv û çi hirmîne ?
Ew çi hêve li ser hêvekê
Ew çi bêla şaneşîne
Ew çi fêqyê ho gehiştî
Ew çi tuhûrk û tûne
Ew çi kemere li navtengê
Ew çi şale çi rûşîne
Ew çi çavên dil hengêvin
Ew çi tîrên agirî ne
Ew çi baqofkên ne vebûy
Ev çi dilên azirîne
Ew çi dile hosa yê kel
Ew çi dojeh çi êtûne
Ew çi bêhne hoya nerim
Lûlaperên berçelîne
Ev evîna ho ya mukum
Dê bêy kevrên xweristîne
Ew çi heyva xerman girtî
Ew çi zendin ew çi rûne
Ew çi pirçê ho ta belav
Lêv hinarkên radoşîne
Ew çi xale li rûyê te
Ew çi berdilk û morîne
Ew çi mêxek li difna te ?
Ew çi sosin çi solîne
Ew çi qede ew çi bala
Çi gerdena reng zêrîne
Ew çi qutke ew çi kiras
Ew çi nitrek gulalîne
Ew çi tîte li enya te
Lewendî jî armûşîne
Ew çi tîrin ji çava dibarin
Ev çi dilên herişîne
Ew çi nerme rêve çûne
Ew çi naz û dalehîne
Ew çi bendin çi heyranok
Ew çi zêmar û narîne
Ew çi pit pit çi gazinde
Ew çi daxaz û nifrîne
Ez çi bêjim hêşta kême
Gotin hemî diqerisîne
Wek naza te qed nabînim
Ne çi Sitî û ne çi Zîne
Ne Sineyî û ne Sablaxî
Ne Mêrdînî û ne Çelîne
Were avde van gulzara
Panê baqofk çirmisîne
Bulbulê jar bê deng maye
Yê bê xunav û esmîne
Mi pişt çemya wek gopalî
Pirasî li min têk peşîne
Ev êxsîre gêj û lal man
Sewda ser û helhelîne !!
Li benda te qermokî bûn
Hemî pêgve dihefsirîne !!
Bê ser û ber pirçê belav
Dê bêy gurga veçirîne
Tev qehr û kovana ji dilî
Tu bide bay û bifrîne
Min nevêt rojekê bi xem bî
Dura ji çava ne barîne
Neyara tu vede ji rêkê
Ji mirwetê diqemoxtîne
Çi bê biha û bê nirxin
Wek simaqê dibişaftîne
Were avake tu dilî
Nê berkaşxank diheriftîne
Ka bibişkure wekî rojê
Ka wan xema bihelweşîne
Ka kê dilê te hêlaye ?
Ku wan çav lê perçiqîne
Zerwêle ev sal ne hatin
Hudhud û kew nezivrîne
Kanê gasre ka reşwêle ?
Bihar bêy wan bihar nîne
Tu bikey bê dilya dilî
Tu bi xudê ma guneh nîne ?
Eger her ho binalim ez
Tu bi xudê key ma ev jîne ?
Ger te nevêt ne bişkurre
Pîçek lêva biliv livîne
Heta spêdê li benda te
Ji hizrada me xew nîne
Ku rêka te gul û gulzar
Ya min pir dirk û dasîne
Her wezim stêra dihejmêrim
Gundî hemî dinivistîne .

2010

mêxek = qerenfil
radoşî = tirş û şirîn
gasre , zerwêle , reşwêle, hudhud = balindene
kaşxank = helaşê banî ji navda , supîtk

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…