Kolompoyê kurd li amed e

Mustefa ÎSMAÎL

Hemî bajar naşibin hev, her bajarekî taybetmendiyên ku wî cihêwaz dihêlin heye. Dîroka her bajarekî ne wek ya bajarekî din e. Jiyana civakî ya her bajarekî li bajarekî din dubare nabe tevî ku di hin xalan de nêzikahiyek di navbera wan de hebe jî, lewre, nêzîktêdayina me jî ji her bajarekî re naşibe yê din
Hin bajar germahiya xwe li te dipêçin, û dostaniya xwe li te ferz dikin, ta tu dibî dildarê wî. Hin bajar jî dihêlin ku tu ji yekemîn hevnasînê de biryara venegera li wî car din bistînî. Hin bajar ne li yaqî durfkirina wî di nivîsekê de ne, çu ku xwe bernadin rehên te û di neynikên giyanê te de namînin, lê bajarine hene dema tu wan nanivisînî bi sûcekî gewre dihesî. Ez jî amedê dinivîsim, da ez xwe kujer hest nekim.

Berya ez herim amed min xwest car din li pirtûka siyasetmedar û nivîskarê kurd Nûredîn Zaza, ya jînenîgarî, bi sernava ( Jiyana min ya kurdî .. an qêrîna gelê kurd ) vegerim, çu ku berê min xwendibû, û tê de raste hin agahiyan derbareyî amed hatibûm:

–   Amed bi sûrê xwe yê gewre tê nasîn, di wî sûrî de çar deriyên ku têkiliyên amed bi cîhana derve re çêdibin hene.

–   Di dema serhildana 1925 an de, amed navenda fermandariya feyleqê çaran ya artêşa turk bû.

–  Serhildêrên kurd nikaribûn amed rizgar bikirana, asebûna sûrê amed kelemek bû li pêşiya şoreşê…û hin agahiyine din.

Wêne ya ku min ji amedê re, di bîreweriya xwe de sazkiribû bêhtir ji bandora xwendinê, pê re jî ji hin dîmenên bajêr ku, di televîziyonên kurdî de derdiketin hatibû holê. Amed di hizra min de bi wateya kuştina hêviyên kurdan, têkçûna şoreşên kurdan dihat. Amed ew bajarê ku dadgeha istîqlalê ya ataturk tê de bi sedan siyastmedar, rewşenbîr, û şoreşgerên kurd bi darde kiribûn bû. Lê ne amedê ew rola ji xwe re hilbijartibû, ne jî wê dixwest ku bibe şahîd li ser hemî têkçûnên kurdan, bê goman wê jî dixwest biba bajarekî kêfxweş, li dûrî tirajêdiyan û sînariyoyên qirkirinê. Ez bawer nakim ku li ser riwê gerdûnê bajarekî ku bixwaze xelkê xwe koçî kuştinê bike hebe. Amed ne ewqas bê wijdane.
Di kêlîkeke derûnî de, di tevlehevîyeke derûnî de otobûsa me ket amedê, sûrê ku min ew di pirtûkan de xwendî bê derî bû, topên turkan û artêşa komara tirsê li ser sûr xuya nedikirin. Ez nedzanim min û hevalên xwe çend caran otobûs rawestand, da em ji xelkê ku di kolanan de dimeşiya hin pirsan bi kurdî bikin, û bersivan bi kurdî werbigirin. Tevî ku piraniya bersivan bi zimanê turkî bûn jî, lê me diborand, çu ku em dizanin bi salane ku, bihna va gelê rûmetdar qedexeye, liva wî sînor kiriye, û şêweyên xwe îfadekirina wî komplo kirîne. Em dizanin we çi êş û azar dît, ev sûrê beden reş jî dizane. Lê nuha amed amedeke din e, ew wek teyrê efsanewî fînîq ji nava xweliyê hatiye vejandin, û li nasnameya xwe ya talankirî digere, emê jî bi te re li xwe bigerin amed.

Amed mûzexaneyeke vekirî û berfirehe, abîde yên di amed de dihêlin ku tu wê wek bajarekî piralî bijimêrî, ji her kolanekê, ji her zabûqekê bihna bapîr, mîvan, pend, ziyanî, û serkewtinên hezar salî tên. Di kolanên amed de rehberên turîzmê bi te ne geregin, bosele bi te ne gerege. Tenê hestên te besin. rehberê tûrîzmê tenê sernavên pehn di bajarekî de bi te didin nasîn, nikarin hemû pirsên te bibersivînin, êdî li te dimîne ku tu li bersivan bigerî, û tevgera bajarekî bi awayekî baş û kûrahî binasî. Lê westabûna herdu xûşewîstan metîn û qadîr ji daîreya turîzmê ya şaredariya bajarê mezin a amed bona me bê goman cihê rêzgirtinê ye. Wan xweşmirovan amed bi dilên xwe ji me re didan nasîn.
Li amed, di vê serdemê de, dîroka kurdî car din têt nivîsandin, li amed her mîvanek mecbûre ku agahî û înformasiyonên xwe ji nûve bijene, Amed îroj ji kurdên bakur re rola diyocîn layersî dilîze, dixwaze wan ji taritiyê rizgar bike, da em car din ji tirêna azadiyê nekevin. Amedê sûd ji tecrûbeyên salên berê wergirtiye, û berê xwe daye pêşerojeke bê sînor e, ew jî dihêle ku bajarê xewna me bi dûrî bîreweriya qirêjiyan keve.

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…