Dibe pirtûk

  Isma’îl Umer li gor karîn û derfetan 47 salan ji bo me hemiyan, ji bo doza gelê xwe xebat kir. Di şazde saliya xwe de tev li tevgera kurdî bibû û bê rawestan ta roja dawî ji jiyana xwe xebat kir.

Ji bo ku em tim Isma’îl Umer li bîra xwe bînin û xwedî li nemirên xwe derkevin, me biryar û soz daye ku gotar, helbest, berhem, helwest û daxuyaniyên partiyan, wêne û nameyên sersaxiyê yên ku piştî mirina wî hatine nivîsandin, her wisa yên ku dê hîn di pêşeroj û di çilrojiya wî de bên nivîsandin û xwendin, bikin pirtûk, pirtûkek bi du zimanan, kurdî û erebî.
Me ta ana hemû gotar, berhem, daxwiyanî, wêne û nameyên sersaxiyê yên di malperan de belav bûne, dane ser hev, û rojane malperan dişopînin û berheman kom dikin.
Îca heçê ku li ser nemir Isma’îl Umer çi nivîskar, çi dost, çi partî, çi bi navê partî û rêxistinan tiştek nivîsandibe, an dê hîn binivîse, çi li welêt çi jî li derve, her wisa dê hîn di çilrojiya wî de binivîse, mîna gotar û sersaxiyên ku di behiyên nemir de hatin xwendin, bila li ser Maila jêrîn li gel wêneyekî xwe yan logoya partiya xwe, ji me re bişîne.
E-Mail: pirtuk@live.com
Mala we ava, gelek spas ji bo alîkariyê.
Her şad û li pêş bin.

Qado Şêrîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...