Mihemedê Seyid Husên
Nxwe ku ava çemê evra diherike, dê hêsirên zeriyên tîtal zaravekî taybet rave bikin, li cîhana miriyan berjewendiyên hevpar û ciyewaz li gel eydiyolojiyên nakokîbar gotebêj nabin.
Karxezala beriya Mêrdînê, raznameyekê di nava girdikên keziyên xwe de bi têrûtesel hûnaye, li ser kolînka nermebayê hêwa bo nemirê gewre hinatriye, lê dexsokiya qiralê rewanbirr di hinavên wî de bûye komer, û hezker ji hêrsa newaziyên dil, aramî û tenahiya pakrewan bûne yekber.
Qedera xapînok û fermana qiralê kêmewle, ew pêşewayê xweş rewişt û pêşzan, dûrbîn û bîrciwan, zarçêjer û gernejîna pêşiwar, guhdarê gelekî rêzdar, xest hêmen û fêrisê ferezan /Simaîl Umer/ ji nêv xizm, heval û hogirên wî revandiye, mixabin mîna baqê nîvco rewanê pakzayî, dilsoz û nemekdarê kurdayetiyê, hevkarê kar neryan, û awira giştî, bê wext û paxav giyanê wî mist kiriye, hîç rê nedayê ku temêniya xwe, erk û egersezayên xwe bo nifşên nûhatî ta bi derzî vekî, rola perwerdeya ziman bo heman nifşê hemdemî li serdema çerxê 21 ê û xwezyarên qûnaxa hestiyar, armanc, mebest û bernameyên tekoşînê di kar û xebatê de, bi yek zimanî radestî celebên şûnşopa xwe bikî, nemaze ku li gora guherînên cihanî, tiknolojiya pêşketî, şoreşa ragihandina birûskî, bo ku xwezane û pêşbîniyên xwe di pêşewatiyeke yekgirtî de li pêşerojê sertac bikî, û ji navkutka cemawir çarçuveya pêşewatiyê, di rêga hilbijartina azad û dîmuqrat de destguhêz bibe û berdewam rêbaz bikî.
Li virê pirseke balkêş ji xweber dipengize holê: gelo piştî koça gorbihuştî Simaîl Umer Sekretêrê partiya Yekîtî Dîmuqratî ya Kurdî li Sûriyê, heye ku lixêvên rasteqîna mirinê li ramanên Serokatiya tevgera kurdî ya siyasî bi giştî bixurice, ji dil û can bicixire û bi dilbarî zixt û zewrên dexsînê bide wan ku berhevdehatinekê çêbikin, li xwe hişyar bibin û bi giringî niwêneriya dîrokî li gel dar û destekarên xwe hilgirin, û biryara ku miletê Kurd ji 45 salan ve çavdêriya wê dike berya mirinekê bidin, nemaze ku heman berateya zîvarî û destêwerdana karbidestên ewlekarî jê dûr bikin, ji nû ve li şûnwarên tevgera pereçe-werçe, ya tarûmar, binemayên tevgereke yekgirtî bi yek ziman û yek gotara siyasî, guftûgoya birayetiyê di nav xwe de rêbaz bikin, xwe ji şert û mercên seqa dijheviya navxweyî bi yekcarî dawişînin, bi ser ve jî sedem û tilammên paşdemayînê, nemaze ku dîroka perçebûnê dirêj dikin ji binî ve destebirr bikin.
Mixabin neweku me gengeşaya êvara ku xwedê jê xweş çûye dilovaniya xwe bihîztiye, nemaze ku hêj gorbihuştî bi avegermê nehatiye şûştin û bi kefen jî nehatiye rapêçan, Eşîra wî ji temara xewa giran çit rabûye ser tapana, û ji nûve guh li bûneweriya xwe ya qeliyayî miç kiriye, û di encamê de yekser pêşinyar di biryara netewî de ji destê siyasetvan wergirt û destelatdarî lê kiriye, û Konê şînenîgeriyê ji Qamişloka girevtar raguhêztine gundekî dûrî destan, di çaxê ku em Kurd îro bi du tiştan xwe gelekî şanaz û bextewar dipesinînin. 1- rola Eşîrê di civakê de zêde kêmpeyda ye, li şûna wî silogan û diruşmên tekoşîna netewî rêberiya civakê dike, bi ser ve jî bîr û baweriyên kurdeyetiyê Eşîr tevlî rêzikên xwe yên paşverû binax kirine. 2- dîsanê weku me li pêş amaje pê daye, Kurd gihaye baweriyekê ku ji wê ezmûneya dîrokdirêj, nemaze ku Olê gelek ziyan gihandiye milet û ew ji doz û daxwaznameyên wî yên netewî dûr hiştiye, raberî heman paşdemayînê ji serdema çerxên 20 an ve Kurd li xwe hay bûne, û bi dilbarî rex û rê li ber tundrewiya olî girtine, bi say bizava ronakbîr û çalakiyên partîzan rol û bandora olê di civaka Kurdî de serbêş kirine, bi wateya ku ol baweriyeke cudaxwaze di rêvebiriya civakê de, tewer ku em çerxê 21 ê dijîn gerke tucar neyê ji bîr kirin.
Loma pêk ve dibêjim li xwe vegerin, kûr û dûr xûm bikin, hew li paş bizîvirin, ziq li pêş venerin, li civaka xwe vegerin, li kul û derdên wê guhdarî bikin, bala xwe bidinê asteya zanistî û ronakbîriyê di civaka kurdî de baş bilind bûye, di her malê de Ekadîmîsyon çêbûne, deskeftên tiknolojiya pêşketî hiştiye ku her rewşenbîrek li ser rûpelê Enternêtê, karibe kêra partiyekê bo bergiriya gireft û kêşeyên gelê Kurd bike, hişê xwe vegerînin serê xwe karê çandî û siyasî, rewşenbîrî û aborînasîn ne tenha weke berya 50 salî yê partiyê û partîzane, qey hûn di xwe de baş ne ramiyane, we pêşeroja kêşeya gelê xwe li ser terezûya rasteqînê baş ne nirxandiye û dirustir nexwendiye, hûn dê çawa heman sipardeya pêşgotî ya perçe-werçe raspêrin nifşên nûhatî, qey hûn tê de neponijîne ku ev berbat û felaketên paşdemayînê tev ji destê perçebûnê, giyanê helperestî, xwedbînî û berjewendiyên tekakesane û paşkokên ramanên paşverû yên hozperestî hatine serê me, we bal nekişandiye ser celebên ku sipardeya /emaneta/ zîvarî ji we radest bike, wê çawa tîşik, pîne û tixarîsên ku we di nexşeya rêxistinê de çap kirine bibşifînin, weku nemir Simaîl Umer bi helkefta koça xwe ya dawî em li vê bûgînê hişyar kirine, û para xwe di sipardeyê de jî sipartiy me/we yê mayî, mixabin ew negiha ku sipardeyeke /tevgereke/ yekgirtî bispêre nifşên nûhatî, ta ku ew ji ezmûneya we û xwe heman sipardeya hevgirtî, li gora xweztekên qûnaxê, pêşbînî û ezweriyên gelê xwe di çarçuveyeke yekgirtî de biparêzin.
Wek nimûne bala min kişandiye, xwedê jê xweş hozanê mezin dîroknasê Kurd Mihemed Emîn Zekî. ku di çend ristên helbestiyane û kêşesaz de temêniya wa dibêje: û xweztiye ku li ser kêla mêrav wî bêtin nîvisandin, eger ku mirinê pencên xwe li min rapêçan, û hêj min çavên xwe serbilid bi azadiya gelê xwe kil nekiribe, hinga xweş bizanin dê giyanê min tanî roja paşdawî di gorê de binale, lê eger ku ciwanên Kurd bixwazin giyanê min di bergorê de hêmen û kamîran bivesihe, bela ji navkutka tekoşînê tucar dûr neçin.
Dema ku çemê tî diçe ku deryayê gerden bike, mîna evîndarê şeyda bizavê dike ku xwe bigihîne yara xoşewîst, weku qad jî nikare ji ser rûyê gerdûnê, dêm û dîmenên hezînê rêş bike, wisa jî volkan û oqyanos tucar nikarin vîna evîndaran daqurtînin.
Belê evîndare û hest dibe ku dilê wî hawar dike çavên şîlove, diya pakrewanê Qamişlo tîne bîra wî, û xweş dizane kata civanê evra bi heman ciwanan re, mîna navkutka dilê wî yê birîndar seraqet lê dixîne, em tev diçin heman civanê ku navê wî li ser zimanê mine, û henasên rûyê wî li ber çavên mine.
Erê kekê Simaîl: dar û devî, çem û çyan xwe ji kaniyên pesaran dadiwerêvin, co û cobaran di rûhinarkên lat û zinaran de vedikin, ne li hiş xwe li ser te digirîm, li peravên asîmana li ser pira cinafatê xayiz dimeşim, weku hin caran fîxana peyvên dapîran, ji nihurîna şahdamarên dil derdibin, û mîna perî û firişteyên bihuştê li asîmana di ser serê me re dirêsin.
Çak têgihame keko ku hin caran mirov dibe giraw û goriyê paknewaziyên xwe, û li serbêşa helwestên jiyanê tewşedînî û polîpoşman li ser xwe diponije, lê dema ku tu bi bişkovê re di gernijî, wê yekser mîna lêvên xatûna sorgulî di pêşwaziya te de geş vedibû.
Bê guman ji dîroka berbatê, ji keftelefta bendemanê, ji rencekêşana dîroka kêferatê, min naskiriye ku Kurd ji malzaroka xemgîniyan afiriye, lewra di helkefta koçkirina Mamosta Simaîl Umer de, Sekretêrê Partiya Yekîtiya dîmuqratî ya Kurdî, mîn derfeteke keysenzêrîn bo xwe wergirtiye, tenha ku li gel kûraya şîna giran, gencîneya kul û derdên xwe/we yên şevnivistî û dîrokdirêj li ber xwênerê xoşewîst vala bikim.
Ji berbanga ku jiyan li ser rûyê gerdonê peyda bûye, û yezdanê xweristê yê yekpare behremî hemî zindîwaran û dezgeyên zendegî kiriye, mirov di hîletekî ewarte de, lihevhatî, keşxe û bê hempa afirandiye, ji hinga ve evîn û mirin hevparî hemî hêlekarên jiyana mriovan û hemî cûreyên şînkayî û texlîtên canewirên bej û avî bûye, lewra ji heman perensîpa jorgotî, min sîmboliya evînê ji bîr û boçûnên xwe, ji deng, reng û dîmenên xwerista welat {Kurdistanê} ya dîlber û bihuştiyane gewde kiriye, û ji têgeha ku evîn ji kînê, dexsokî û çavnebariyê cudaxwaze, herweku kîn û evîn du alavên dijhev, ango berevaj yên erênî û neyênî, mîna av û agir hevbeş û pêvedarî yasayên gerdûnî bûne, êdî hevrikiya navxweyî li ser heman baweriya bineretî bo bidestxistina rasteqînê hêj berdewam maye.
Herwiha ji destegava ku civak di mirovaniyê de dabeş bûne, bi ziman û rengên xwe, bi çand û kultûra xwe, bi xaknîgariya xwe ya taybet, navnîşan û nasnameyên dîrokî bo wê pelge bûne, wisa jî miletê Kurd mîna miletên cîhanî di her pênc parzemînên gerdûnî de, xwedî ziman, çand û kultûreke taybete, û di rojhilata naverast de, li ser şaristaniyeke dêrîn û di nexşeyeke taybet de rûniştiye û pê jî hatiye nasîn.
Êca di bafîkê de bi rastî min tucar dil niye ku li ser hêmanên aşopî, ango daşûrî bi tûjrexneyên neyênî rahêjim lawên hemrahên xwe, lê mixabe ku coşa rasteqînê û nûxwazên qûnaxa hestiyar, em pir pêdivî rexneyeke derlayen û zanava kirine, û xemxuriya ku serwayên tevgera siyasî û rewşenbîrî di bin bandora perensîpên eydiyolojiya totalîtarî û yekraweya tekdestelatdariyê de, şêwejiyana civaka kurdî xistine tengezariya paşdemayînê, nemaze ku rewş û pergala gelemşe ya bê sermiyan hiştiye, ku kesên helperest û rastîveşêr, wan kesên rastgo di civakê de gunehkar bikin, û xwezyarên berhevdehatin û yekgirtinê bo mafên rewa û egerseza piştguh bikin, wisa xayiz û bê serî xwe noq bûne genava dijheviya navxweyî, û ji eniya tekoşînê li hemberî dagîrkerên noker û xure rex dane ji destxweçûnê, lewra hêviya min her ewe ku li pêşewayên civakê guhdarî bikin, hinga teqez dê ala yekgirtinê bête hildan û hemwarî guhertinên dadperwerdeyî yên siyasî, çandî û karûbarê dîmuqrqtî û aştiyane bibin, dê hemî gireft û kêşeyan li ser zîlana hevbendî û hevpeymanî bêtin rêbaz kirin, bê perwa û paxav, ji xwebawer û piştrast dê destelatdariyê li rûmet û viyana xwe ya bê nakokîbar bikin.
Gereke mirov bihur qam bike.
Giyanê gorbihuştî diaxivînim: hîç ne ji reşbîniyan bi te re diaxivim keko, çiku reşbînî xwediyê xwe di genava bê hêviyan de teqlo-meqlo werdike, û bê hêvîbûn jî yar û xoşewîstan, çarenûs, gereft û kêşeyên giranbuha wenda dike, wisa jî çendî ku mirov hez ji welatê xwe dike, ewqasî mirov mafê xwe di azadiyê de dinirxînî, lewra min xweş bawere bira ku dê gelaxavtin bi te re dirêj be.
Dema ku mirov di jiyanê de baş diponije û bi dilbarî lê vedikole, hinga berî her tiştî mirov li avê digere, û tirsa agir jî yekser mirov dihingivîne, ji ber ku av sîmboliya jiyanê bo afrîdeyan qelafet dike, û bi avê mirov tîna xwe dişikîne, bi lehiya heman avê û coşa heman evînê mirov agirê daristanan û cengên cîhanî yên mezin vedimirîne.
Vêca çêtire yê ku nizane avjeniyê bike, an ku jiyanyariyê li ser terezuya hezînê bike, bela nêzî avê nebe, an ku tengî evînê jî nebe, ji ber ku evîn û av du metodên berdewamiya jiyana aram û tenahiyêne, li ser rûyê xweristê ji pêkîna gerdûnê ve peya bûne, ji ber ku av û evîn şahdamarên jiyanê zindî û çalak dihêlin, hemî êş û derdan, pirsgirêk û çarenûsan derman dikin, herweku welatê me Kurdistan têr ave, çem û çiyaye, çar demsalên cudaxwaz tê re derbas dibin, perçakî xawer û şahlewend ji bihuştê gewde dike, li ser rûyê gogzemînê mîrzayê gerdûnê yê gewre çêkroxiya wê çeleng afirandiye, lewra dê li ber dadgeha roja paşdawî niştecîyên xwe mîna tewankarên xemsar sintaq bike, çima ku tanî çerxê 21 ê bi xak, ziman û gelepora xwe ve dîl û bindest maye, herweku em bi çavên serê xwe dibînin û bi guhên xwe dibhîzin, bi keftelefta rojane hay dibin ku rûmet û payeberziya Kurd û pêşiwariya wî di cîhanê de birîn bûye û hêj dibe, diz û çolaxên bedkar û kêmrewişt destelatdariyê li biryara bûneweriya me dikin, stukra mafnasî, dirustkarî û yasayên serwatî û binemayên destûrî li ser awazên rêjîmên dagîrker direqisin, piroseyên wekhevî û saziyên civaka şarewerî xaçebir zîvirandine, di ser hemî yasayên mirovanî, dadiyên komelayetî, ji derveyî binemayên zanistî ve, di ser hemî kêşeyên bineretî re qevaztine, herêm li evîna aştiyane teng kirine, kaniyên çeman tanî bi ava binê heft pêlên zemînê ziwa kirine, ji ber zekema gendeliya bê sergoş û kiryarên finasgenî, hemî zindîwarên bej û avî li aziyê hiştine, ter û ziwa mîna Helebçeya nemir şewitandine, lê sed mixabe kekê Simaîl ku mirovek bi tena xwe nikare zixurekî ji cî bilivîne, herweku mirov di moxilê re ji çavên xwe pê ve nabîne, û hîç neraste ku ji serjimara melyonekê tenha mirovek xenêmayî û kamîran bijî.
Herwiha ezê çend dîmenên hestiyar, ji kevçika dilê xembar, raguhêzim ber destê xwendevanê xoşewîst, û ji xaweriya tîpên navê welat {Kurdistan} helbesta xwe ji dezî û avdeyên nexşeya xoşewîst, cîgehê zayîna xwe û nemir Simaîl Umer bihûnim.
Zeradeştê Pêxember gotiye: gereke mirov bizavê bike, ta ku dijmin bike dost, noker bike xwedawend û xwekarnas, nezan wergerîne hozan.
Xweş bawerim birayê Simaîl ku mirov li gel evînê dikare sînga xwe bide kelmên asê, ba û bahozên xurt, pêlên derya hêç, û gerdûnê bi giştî geşedar û çakbîntir wergerîne, behremendiya jiyanê bike buhareke rengîn, mehederî û mehrîvaniya mirovaniyê bike xweşbextî û lêboranî, çend xulekên evînê sezane ku mirov jiyanê buhatir binirxînî, dibe ku derya û gever bê binî bin, lê qet çênabe ku mirov bê amanc, arezû û evîn be, tanî bi canewir, tarawgehên berfireh û asoyên vala bi heyv û stêrkan re evînê dikin, îcarê jiyana ku mirov bo gireft û kêşe, bo diva û hemî hûrpîşên pirojeyên evênê ne azire, reha nehêjaye ku mirov lê bimînî, çêbûye ku carekê mirov serê xwe ji bo hêzdariya mal xûz kiriye, lê qet çênebûye ku bîrdozên evînê yên mîna nemir Simaîl Umer ê kêşegir û namedar serê xwe ji kesî re biçimînin, ku ne le akama evînê bana, (biborînin ku peyva Evîn di gelaxavtina me de wateya hezîna welat sîmbol dike) çûk li ber tavsorka rojava venedigeriyane lûsên xwe, zaroka bi şîr li sîng û berê diya xwe pelendar nedibû, yasemînê bi xunavê re ahenga kenyanê li dar nedixist, ji yadîgarên dîrokê evsane çê nedibûn û jîndarî nedigiha giyanê pêşbîniyan, me herdiwan jî destaneya Mem û Zînê, Ferhad û Şêrînê sedbare nedixwend, mirin û jaiyanê hevdû garden nedikirin, çendên caran û salan em li ser bêganeya zarokên xwe, di sirgûn, mişextî û penaberiyê de giriyane, berxika eware ji keriyê pez tenha tîna maka xwe nasdikî, çima xwedê nenasên ku em Kurd ji evînê kêmpar kirine, akincîyên welêt hogirî himêza evînê nebûne, loma ji nû ve pûçpelên salên payîza temen rewa dibin, mîna êşnasekî dilsoz, hemî kul û derdên bê çare, ji ezmûneya dîrokdirêj derman dikî.
Evîna welat di bîr û baweriyên me de jiyan bi serê xwe ye, ango rêbiwarî jiyanê herwe geşedariyê diweşîne, şê ye ku evîn rewan di kevir de bilivîne, ku ne bi saya evînê be mirov nikare pêşbîniyên mandê ciwantir raçavî cîhaniyan bikî, ku nivîser ji dil û can hez nekî tucar behremendiya afirandinê lê nabe mêvan, pênûsa wî nikare rûpelê sipî ramûse, nikare wateya peyvê çaksaztir biderbirîne, eger ku seqa, qad û asîmana bi kîmawiya kînê û dijheviya navxweyî lewitî bin, tucar teyrê Baz nikare li asoyan teqla fira xwe sînor bikî, nahêlin tekoşerên mîna Simaîl Umer ji lehenda şêran {Kurdistan} tîrdûmana çirayê bi birûskên çiraxan biguherin, û xwe aram raspêrin tenahiya çiyarêzan, ku em nehêlin zimanê rewanbêje rola evindarê dilsoz, bo yekgirtina rewşenbîr û siyasî rêwefermî bileyize, bi rêkûpêk zîvarên perçebûnê pîne li dûv pîne li ser binaxa evînî bidirû û gêçirme bikî, zexeliya biyanî û hevrikiya navxweyî paşax bikî, ziyanok û zêdekarên mîna Beko Ewanan, nehedana keysebaz û xwefiroşên derûnlawaz û kurtêlxuran ji hêmanên wê ve rêş bikin, tovê rêleç, çewtebîr û lewçeyan, devlok û dexsokên noker, gelac û tewşedînan biqelînin, ku mirov rê nede xameyar, wêjedost û ronakbîr, ku hemî kêşegirên namedar çekdariya pênûsê nekin, ku bo rêkeftinê hevbendî û hevpeymanan girê nedin, ku herdû hêzên pêşewa rêveberiya giştî rêbaz nekin, êdî binemayên bîrlêkirina xweşxaneyan, ku li ser lengerên yekgirtinê ava nebin, wê çawa serhaweyê nûguherîn û nûxwazên qûnaxê bêtin bi destxînin, û destegavên pêşeng bo yekgirtinê bêtin çesipandin.
Dibêjin kekê Simaîl dema ku nûzayî tê dinê, sînga dê tijî şîr dibe, û dema ku dimire hinga çavên dê tijî hêsir dibin, vêca ku wisa em weke berê paşdemayî tenha kayîna tembel û tiralan bikin, li ber dîwaran, li civat û mihrecanan, quretî û reşbîniyan çep û rast bifiroşin hev, çarenûsan di genava zikreşiyê û çavtengiyê de bihêlin, hezkirina tuxmê xwe, netewa xwe, dîroka xwe, kul û derdên xwe ji bîr bikin, gornepaş û sixtekarên helperest xelatan li hev bi parvekin, dirustkar û karnasên pispor xemsar li serbêşan qeşmerî û devjenk li wan bibarin, ji bîr kirine ku giyanê bizavêr, evîndar û berxwedêrên mîna Simaîl Umer tucar bêhode naçin û jibîr nabin, lê belê mîna hemî ezmûneyên cîhanî, dê zindar di rûpelên zêrîn de rêzgirtî û rûmetdar bimînin.
Herwiha jiyan bi xwe nefretê dide qels û lawazan, bi taybetî yên bê havil û ji gurdketî, ewên ku nikarin serbestiyê li şahinşahiya zirsawêr û xewnên xwe yên kelevajî bikin, û yên mayî di sînga felaket û şapazan de jar, perîşan, bê kes û kar mane, û li nêv xirecira aloziyên jiyanê bê çare dijîn, mixabe ku herêm bi şêneyên xwe ve zemanekî tagirtî dijî, rûyê qadê qeymaxekî zingarî girtiye, kujer ji dadgehê aferîn û nîşanan werdigire, û dadgêr pir şanaze ku bi destên xwe bergoreke tarî ji kevokê re dikole.
Naxwe ku em hêj di mijara mirinyariyê de diaxivin, hêjayî gotinê ye ku stirana evînî li ser jina Kurd neyê jibîrkirin, çelengiya bejn û bala gurciya tîtal, xivşa xezalan, gula çênî di şengerojeke buharî de, li nêv baxên xwerista welêt, li gel qehremaniya gel û kargoriyên gewre yên bi navûdeng, nemaze ku sîmboliya jina Kurdî di kar û xebatê de destnîşan dike, hîn bêtir jî ku nîvê civakê dijmêre û mîna xaka pîtdan pir dilovan û evînyare, di hemî hêlekarên jiyanê de dana wê zêmdare, herweku dê, jin, xûşk û tekoşiyare, hunermend û kevaniye, rêvebir û xameyare, dibistana perwerdeyîyê ye, rêhevala karker û cotyare, bizavêra welatparêze, milîtana serê zinare, çendî çalak û barbuhêre, rewanpak û nemekdare, rextê pişta pêşmerga ye, di hemî hûrpîşên jiyanê de pişikdare, bi yek carî wateya kînê rave nakî, helkefta birakujiyê tucar pesende nakî, demdar mîna gula bînmerdî, bo mûjde û mizgîniyên nûzayan xweş afrendiyare, di himêza xwerista kurdistanê de timî likare, peyrewiya niştemane, mêzaya berxwedan û şehadetê ye, jana îşkenceyê bi aramî xwariye, li ser sêdarcanê rewan qelen daye, qêlên dirindeyan bi xavî ew cûtine, li ber ritma qamçiyan dev li zimanê xwe kiriye, bê etlayî nefret daye dîrokê, bê hedn û tebat dest û mil daye mêr, da ku termê dîrokê raguhêze çerxê serkeftinê, loma dibêjin: şête, hişgêl û dîne, yê ku bibêje hêsir tenha bo mêzayê çêbûne, û desthilanîn û gernasî li ser eniya mêr tomar bûye, bi kurtî ne dûre nimûneya Leyla Qasim û Zîlanê, û bi hezaran weke wan şehîd ketine li meydanê, ji bo lehenda şêran cî û warê xoşewîst Kurdistanê. Ya ku nemir Simaîl Umer giyanê xwe behremî wê kiriye, û berya wî hemî leheng û bizavêrên navdar, nemaze ku giyanê xwe bo serxwebûn û azadiya wê gorî erzan danîne.
Kuurdistan lehenda Şêraye: cîyê ku cara yekem roka xawer lê hilatiye, cîyê ku mirovaniya pêşeng jê gav daye jiyanê, cîyê berf û baranê, cîyê şaneşîna çar demsalan, zivistan û havînê, payîza rengan û buharê, cîyê ku pêxemberan jê pêvedane şirûsê, jê navnîşan û rozname dane dîrokê, cîyê ku şaristaniya mirovaniya tarîperwer jê çav daye ronahiyê, cîyê ku bîna misk û mawerê jê baweşî gerdûnê bûye, cîyê ku gernejîna xweristê, deng û reng, seyr û dîmen jê vedane, cîyê ku li bin hetavên heyvê bi civanê dildaran sûnd xwariye, cîyê ku berbatê pistepist di guhên tofanê de kiriye, fermana keştiya Nûh ji hemecûriya zindîwaran, ji hemî texlîtên rewanan, cotê nêrza û mêzayan li bextê Cûdê civandiye, cîyê ku perwane û hemî balendeyan, perî û firişteyan li peravên bihuşta wî, jiyan û mirin berdêlî hev kirine, lê sed mixabe kekê Simaîl ku îro li heman cîyî pîroz û bêrîn Kurd mîna reben, bêgane û biyaniyan bûne niştewarên serbêşan, dêwên xure yên çavbirçî, li gel hevpeymans sêkuçikî welat lê kirine Giwantanamoya mezin, xwîna miletê Kurd giraw û gorî dagîr kirine, nehiştine ku cîyekî rêzdar û aram di nêv rêjîma cîhanî ya nû de, bo xwe bigire û saman bike.
Ji dîroka hevgariyan ve keko, welat bi ser serê nîştecî de kafûyekûn û wêrane, cîyê ku keçkaniya wê li pêşdemê riswa bûye, cîyê ku xwediyê resen tê de biyanî tomar bûye, bi saxî tê de zindan û binax bûye, xwezî bi dilê Simaîlê bira ku bi heman xaka pîroz hatiye sipartin, di himêza heman cîyê evra de, nemaze ku çavbirçiyên bedkar rûmeta wê dizîne, welat bi qad û asîmanê xwe ve, bi mirov, mal û mewdanên xwe ve, bi çand, ziman û Kultûra xwe ve, bi sinc, rewişt û gelepora xwe ve, li gel hemî rêzikên civakî li bazara xurt û qelsan bê meteh firotine, kevnetor û dîroka gelê me ji pêçanokan bişaftine, sêpila bav û kalan ji şûnwaran rêş kirine, cîyê ku min û kekê Simaîl dixwezt wêneyên xwe di çavên wê de bibînin, cîyê ku me Peyala Zergeşê ji sîng û berê wî vexwariye, cîyê ku min û wî zarotiya xwe lê bişîr vekriye, û li ber hilm û tîna wî bi delalî haş bûne, dê û bavên me omîdên xwe bi landikê re hejandine, cîyê ku radihêje yadîgarên qehremaniya hestiyên bav û kalan, cîyê ku dergûşa şaristaniyê ji zikê zemîna wê axiviye, ji nêv tertpêlkên vekolînan gencîneya kevneşopê, weke bîner û dîdevan raçavî mêjevan û arkolojiyên cîhanî kiriye.
Cîyê Hor û Lor û Someriyan, cîyê Sopar û Hewriyan, Şahinşahiya medya, Waşûkanî paytexta Mîtaniyan, û hemî malbendên Mezopotamiya, destaneya Mem û Zînê, sîmboliya Ferhad û Şêrînê, herdû ferzendeyên evînê, evîndariya meleyê Cezîrî, tundbawerî û dadperwerdeya Herîrî, netewperweriya Xanî, hêza helbesta Cegerxwîn, awazên sirûda Namî, jê re xweş dîdevan û pelgetirîn çavkanîne, cîyê ku gulîzar mîna temenkinê Simaîl. lê bi kavişkî hatine quraftin, cîyê ku li sipîdeya hemî rojên gerdûnî qurix û gelawêj, herdû sitêrên rêya vegerê, şopa kadizan, komika sêwiyan rêberî û pêwaniya rêdûr û sergerdanan kiriye, û dola kurdayetiyê mîna gorbihuştî, destegul bo xwe weke navnîşan pelge kiriye.
Erê keko ji destpêka toşê ve me destaneya welatê xwe di çar pişkan de xwendiye, me baş hewl daye ku perestgaha Laleş ji bîr nekin, mîna Zeradeştê pêxember ji navkutka dilê xwerista dîlber ya comerd, ji reng, deng û dîmenên xîn û xawer, ku zimanê tuxmê xwe afirandiye, evraya navê Kurdistanê di sincên firiştiyane de paraztiye, Kurdistan li ser lêvên me maye stiraneke xemkûr, maye hêsireke tewş li ser mijgulên çeşmeyan, soza civanê mirin û jiyanê me bi hev re daye, mîna çîçeka sorgulî dêm li ser keziyên kurmancî berdaye, li ber herikîna cobarên hêsiran, li nêv dehl û zeviyan li êmîşên çêjer bûne mêvanê xoşewîst, bûne xaleke xawer li jora tîpên navê welat çirax daye, û hêj li benda hewara welat, mane gaziyeke deng-girtî, lê herwe çakbîniya navê Kurdistan em kirine dîlê evînê, kirine yawirê heyvê, loma bi hemî zaravan me nefret dane bextê xwe yê likumî, li dermanê jana bê dengiyê em lekijîne, li poşmaniya xwe bûne pale, me êşa lêmikurhatinê bê îşkence kişandiye, li serê werîs di nava aloziyên girîşkî de geriyane, li dîrokê ji kûr û dûr pelendar bûne, me li ser eniya xwe çiraxa evsaneyan daniye, warê bihuştiyane li ser milê ewrên hêwa daniye, li ser zend û bendên xwe dîroka perçebûnê û birakujiyê dax kiriye, lê sipas ji dana yezdanê desthilanînê re, ku hewlên me bêhode neçûne bira wo, çiku çakbînî li şûna reşbîniyan ji nû ve di nifşên nûhatî de bişkivîne.
Heweku ez jî dizanim dê rojekê cîhana gewrik li paş xwe bihêlim, hîn çaktir jî dinasim ku dê û bavê min, xizm, heval û hogir li ser min bigirîn, loma min ji mêj ve hêsirên xwe di malikên çavan de zindan kirine, çima ku min poşmanî bi texmînî rave kiriye, min gelekî bi derengî li sezayên serkeftinê pirsiye, û hêj min ji ezmûneya têçûnê jî tobe nekiriye, dîroka dirustakrên evîndar di pendê de berevaj xwendiye, îcarê ji bo ku felaketên kargorî neyên jibîrkirin, min destê ku radihêje pênûsê dax daye, dîsa çima ku jiyana bê evîn li deverê kêmpeydaye, tenayî û destberiya tiral û korhêviyan jana bê hempaye, lewra min ji torfelaqiya zirkonevanan hewl daye, ku li şasiwarê peyvê bigerim, padîşahê helbestê bi destekî radihêje pirtûkê, bi destê dinê hêsiran dimale, xunava kamîraniyê li hawîrdorê dibarîne, omîd û hêviyan sertac dike, wisa jî mîna jana kêlîkê û şahiya hevdîtinê li gel çerxê çepgeriyayî, lixêvên hestên afirandinê û stûbariyên giranbuha sipartine pênûsê, û birûsk di paş ewran de bi şermokî xwe vedişêrin.
Birano ku em li dor masa girover hogirî hev nebin, ji encama guftûgoya hevpesende ji hev danexun, bi yek destî li zengilê yekgirtinê nexînin, berjewendiyên xwe yên netewî li pêşiya hemî kêşeyan rêbaz nekin, mîna heyva ku çavên xwe li sitêrkan dişikînî, û tarîka şevê bi hev re dixemilînin û li hev dibanînin, êca ku silava kaniyê stirana dil awaz nekî, govaniya xwe li ser pêçanokên dîrokê eşkere nebêje, bê tirs û paxav rasteqîna nasnameya xwe ji cîhaniyan re li ba nekî, bîrgeş tûjawiran nedin hemî gireft û kêşeyên mafrewa û erkseza, çima emê timî gunehên xwe bi hêsiran bişon, û hêj newazî ji dilên hemnijadên me li ser agirê hêtûnê diqiçqiçin, çima em bi dilbarî hewl nadin ku peyala şînenîgeriyê nema vexun, koromîdên baskokirî li ber ronîka melûl tew rave nekin, pêşçare û pêşinyaran bi hûrbînî, li ser serada hûr werbêj bikin, ji bo ku demdar bîrciwanên me ji xaweriya omîdan gavan bidine pêşerojê.
Çima em sûnd û peyemanan nadin hev ku tucarî dûrî hev nebin, ji dilê evîndar hemî arîşe û qedexeyan ji pêşiya xwe rêş nekin, bi yek dengî qîra desthilanînê nadin, li ser hîmê tekoşînê hemî qeyd û merbendan naşikînin, hin caran tavilî dibim ku çawa ezê dengê dilê xwe raguhêzim xaka welat, ku givalekên ewran rajorî evrazên çiyan xwe bi hevdû nexurînin, tucar tîrêja çiraxan ji birûskan venadin, pêkûristina peyvê ji kaniyên ziman dernabin, herweku ji kenyana lêvan û geşvebûna gulê, kêşesaziya helbestê hatiye afirandin, û hêj çavên me li ser sînorekî bê nişteman qerimîye, li ber sînga çiyakî asê bê şoreşvan hêwiriye, mîna nêçîrvanê bê tîr û kavan, qaşo me jana dilsoziyê ji nan, kevir û ziman naskiriye, û hîn jî çê tênegiha ne ku temenê xenêmayî ji giyanê ciwan buhatirî, car jî hene dil ji kevirê mefreq sert-tir dibînim, xewnan li ser devê birînê heldidêre, navê agir li ser rûpelê bê guneh dişewitîne, lê her stirana jiyanê hêj bê gernejîn tête pêşwazkirin birayê Simaîl.
Welato me hemî armanc bo navê te di dilê xwe de gencîne kirine, çendî rêawayên tev dek û weyne pir pilan û kêmewlene, çendî hemecûriya hezkirinê piralî û çirrwatene, dema ku baran tê, şermînî ji çîçekê direve, û kêlîka hêmen hest û newaziyan dixuricîne, bo min jî keko evîna welêt heyîna gel di jiyanê de diçesipîne, lê mixabin îro-roj kewt û komên ewran ji asîmanê herêmê mişext çûne, şalûr û bilbil gireva stiranê girtine, mane bi tenê li şûn kavlên berê jana bê kesî û keskayê dikişînin, ji ferhenga zimanê evîndaran peyvên sazeristê dinoşin, bang dikin dar û deviyan, emê ji kê re bistirên, xameyar dê helbestê ji kê re binîvisîne, hest, agadarî û newaziyên xwe ji kê re kevir li heste bixîne.
Welato me digot qey: Rokê xaweriya xwe ji te diziye, rivîna agir evîna dilan hartir kiriye, weku me jî ji hemî gerstêran razên dilê xwe ji rokê re gotine, loma me karîbû bistirên, êca emê bi melkeseke evsaneyî toza ser milê rokê rêş bikin, emê dengvedanê ji birûskê bistînin, heyvê daxînin ser rûyê gogzemînê, stêrkan lê bicivînin, li ber dadgeha evîndaran civanekî jê bistînin, ma qey hezkirina welatan şaşiye, ango me tenê bi hêza hêsiran dilgirtiye, gelo çima pîvaz di xaka ziwa de genî dibin, gelo kê em kirrîne, kî me difiroşe, me tucar ji bîr nekiriye ku kujer serbestiyê li dadgehê dikî, û di bin sîwana hetavên te de, arezûyên me li ber çavsoriya pirsê beravêtî dikin, û bersiv di gewriya ziwa de kelecana nepevketinê dikî, em baş têgihane ku giraniya gerdûnê, tenha li ser pişta bêzaran hanê dikî, û pistîka keçkaniyê li ser milê rûmetê şax daye, û destnimêja velerzî li ber dergahê bihuştê dudilî maye, cejin li benda helkeftê ye, tewanbar û govan li ber peravan tî mane.
Dem dibûre birayê Simaîl û hêj em li şûnwaran bi tûpişkê katijmêrê re dizîvirin, mîna stêrkên derdora aheyvê ji tirsa rijiyanê helawêstî mane, mîna geryana mêşa hingiv ku kulîlkê li dûv kulîlkê xûm dikî û dipelînî, mîna çira bê gaz ku tucar vênakevî, barana ku tucar bê ewr nayê xwarê, dara bê bişkov ku tucarî ber negirtiye, loma min ji serî ve emaje pê daye ku jiyana bê evîn bêhodeye, herweku ez û tu jî bêyî welatekî azad, nikarin li cîhana evîndaran bijîn, lewra tişta ku min ji xwedê û xwediyan xweztiye, roja ku ez bimirim ji dêvla hêsiran, pînê xaka ku hûn dê min pê bispêrin, bi ava kaniyên welat binimînin, ji bo ku giyanê min di tenaya bergora hêwa de, bi katên keskesoran re gul vede, û xwerista welêt di bin hilfa şînesayîya asîman de li min û we bibe bihuşt, ayîstanekî bê hempa bo hemrahên min sînor bibe, min hîn bêtir xwaeztiye ku zanibim axa ku hûn pêlê dikinê, bi kîjan zimanî dipeyive, çiku ji zayînê ve perwerdeyî evînê kirime, lê mixabe ku mîrazyê gerdûnê ji pêkîna mirovaniyê ve, em mirî anîne jiyanê, û me zindî diajo nêv agirê dojehê, hîç dil nikiriye ku rojekê me azad bi bûk û zavetiya mirin û jiyanê şabikî.
Di sêwirim ku gorbihuştî Simaîl Umer weke min temîniya xwe wisa dibêje: mebest û armanca gewre bo min ewe ku xortaniya xwe azad, aram û aştiyane bijîm, bi kohên çiyan ve helperikim, dakevim kûraya binê gelî, gerekê li serdeşt, sinceq û beybaneyên welat bikim, avjeniyê di gol, avgîr û çemên welat de bikim, bê ku mikur bêm: dixwazim hemî lawên nîjadên min bi hastên xwe cejna rojbûyîna min nas bikin, bê ku ew jî zixurekî ji cî bilivînin, tenha zanibin ku hilfa min jî çûye ser wan, cejin û sersal tev hevçerxî jiyana me bûne, ji mêj ve min silav dane hilatina roka serê sibehê, xewnên xwe jî çarçuve kirine, xwezane û omîd serûbinî hev kirine, ta ku ji min hatiye deskeftên heyî ji çavînokên birçî paraztine, dîsa hêviya mine ku welat tev şêneyên xwe li kêmaniyên min biborînin, soz û peymanan bidine hev ku piştî mirina min şîn û girî nekişînin, lê belê bangeweşiya nûçe û salixên şadî û kamîraniyan belav bikin, aheng û vestîvalan li dar xînin, ji bona ku omîdên lûsiyayî ji dilê evîndaran nerevin, û xewn jî hêlînên xwe li ser mijankên çavan her çêbikin.
Li sermiyanan negeriyame, dîndijminê pera me, zêr û zeber min navê, lê belê bi şahiya zarokan re, bo cejna aştîxwaz û azadîhezan dilê min li çepikan dixînî, hinga bê pêjinî tenha bo tiral û tembelan dimînî, û rivîna agir bê etlayî di nava belengazan de dileyize, lem di xwînê de jî kat didin, û stiran ji herdû lêvan bi qitûtî têne nihurandin, şîna reşgirêdanê keş û heawayê bi tarîewrên kîmawî dirapêçe, tanî bi qiralê rewanbirr karmendiya rewanmistkirinê piştguh dikî, loma xoşewîstirîn yadî ewe ku mirov serçavkên xwe ranekî, bo ku tucar birûskên bê meteh li evînê venedin, û rondik hew li ser jana dîrokê bêne barandin, bê guman em ji naxên dil birîn bûne, û îro kela oqyanosan hêçtir dipêle, geştî û kelek li îskele û kendavan natebitin, mîna şeva ku helbestvan dîno-mîno peyvan bi hev ve didrû û werbêj dikî, û di kerraya dawiya şevê de ji nîvê peyala vala avdeyên rista xwe dihûne, mîna mûma ku demdar hêsirên xwe dialêse, û hin jî ji kêfa devê wan gazekê vedibî, û hin dîtirê çavên wan ji hsiran venabin.
Lê pir daxe keko: ku hêj gelek ji me, di hêviya yadiyên heyamên kûr û dûr de kewijîne, çavên wan her timî ziq li paşin, û qet li pêş nazîvirin, weku hin ji pêşewayên rêxistinên siyasî tev rûdar, beg û serokêlên paşverû, nemaze ku her yek ji wan di kişwera tenistana xwe ya xewnedar de şûrê wî pasik girtiye, piştqof û hişpîr xwe sipartine ser gopalê riziyayî, bi serê hoza xwe sûnd dixun û rojiya yekbûnê girtine, û bo bernameyên rêkeftin û çarçuveyên pêşewatî, şîreta destêwerdêrên bêgane rêbaz kirine, bi yek carî berê xwe ji cemawir û rewşenbîrê serbixwe guhertine, ango cemawir bi hemî tîre û derbirînên xwe ve ew piştguh kirine, hîç hevrêjî pêşketina cîhanî û diruşmên hemdemî nebûne, şelafî, qeşawî û melaqiya xulamokan li ber tîna siysetê dikin, hemî mirovên civaknas, kadroyên hayîz û ronakbîr xemsar kirine, ji binî şêwra giştî talan kirine, tenha bi tol û heyfên kevnar yên navxweyî daketine, bi dilsarî gireft û kêşeyên ku destgul siysîne, û dilsoziya miletê welatparêz û nemekdar bo doza evra bi derengî xistine.
Lê hema ji hêla rewşenbîr ve, biborînin ku ew jî bo heman rêbazê bi hev de pijiqîne, dilê xwe ji karûbarê siyasî dixelînin, tenha diramin ku dê Kurdistanê bi gilî û gazinên helbestiyane, ango bi çend peyv û boçûnan, bi çend wêjenivîsên rewanbêje pêk bînin, belbî bi tepiskekê şoreşekê li darxînin, miletê xwe bi saxtî raguhêzên çerxê vemanê, yekser tû û nefretê didine siyasî, nakokîbarin ji binî tengî bîrekariya konevanî nabin, pênûsa wan di kalan de bo hemî dabaş û babetên siyasî zingar girtiye, li benda ku serokêl, şivan û gavanên kurtebîn dewleteke hemdemî ava bikin, wisa herdû hêzên serpereştî li ber deriyê çerxê 21 ê – dûrî gunehan – destkêşî xwe bikin, gevezoka tiral û tembelan û destêwerdana esayişên çavpêl hêj li dare, bê vewestan û rawestan hewleke mezin didin ku xîmavê ji dilê pênûsa ronakbîr ziwa bikin, loma ez jî weke te dibêjim keko, ku bi hestên xwe neşaş bim, keş û hewa herêmî pergende û lewitiye, vêca derfetekê dixwazim bo ku li civanê roja gonê, ezê hemî razan bo we eşkere bikim, pîlan, raman û hemî helwestên bergûman ji we re riswa bikim, mat nemînin ku hêj li devera hanê bazara derewan dibe, kose berkoseyan gengeşe li kolanê bê sergoş hiştine, li devera dîtirê hin kêmçare û derûnlawaz pênûsên xwe erzan firotine, hinan jî devên xwe şima kirine, erk û sezayê pênûsa rûmetdar bi derengî xistine, mane li benda ku bişkov bi kavşkî vebin.
Lewra mirov gelekî li ber xwe dikeve keko: nemaze ku hêj bîrlêkirina hozanî û zanistî dûrî destaye, tenha hewara me maye ku mezelê miriyan ji hestiyên ziman çanda yekgirtinê li babikin, li asteyekê mirov angoyî dimîne, gelo afrîdeyên wa ji civakê û qûnaxê sirgûn bûne, bi yekcarî alavên ragihandina pêşketî rêya xwe bi wan nexistiye, ango civak bi xwe ji wan mişext bûye, û di encamê de herdû ji hev tengijîne, êca ku li ber destê padîşahê goristanê guftûgoya miriyan nekin, û li ser destî gornepaşan hevdû haş nekin, di rêkeftin-nameyeke evra de daxuyaniya derngmayî û şevnistî dernexînin, ji hawîrdora masa girover gotebêja birayetiyê zelal nekin, û destguhêziya aştiyane bo serwatiyê bi parvenekin, lê pir mixabe ku tenha em mirî nayên guhertin, bi taybetî ku li vê redeyê zikê saxan ji hev tijîye, jehra kînê û rikberiya navxweyî henasên pêşerojê giravî kirine.
Vêca ku serê min tê de here tucar evînê bi kînê naguherim, rikberiya zavê hoza wenda ya paşdemayî û sûravka perçebûnê, li şûnwarê yekgirtina hemdemî rêbaz nakim, diruşma keysebazan û bangewaziyên pûçencam li şûna ala aştî û tenahiyê hilnadim, mîna teyrê baz dixwazim rizgar bifirim, li valahiya asoyan serbest birêsim, mask û rekeh bêhna min diçikînin, hewl didim ku kemend û zincîran bişikînim, hîletê min ji evîna zorzane ya gerdîş û kilasîk diçe, mane we ez bê zabend hiştime, we nasnameya min ji mêj ve talan kiriye, we pelgnameyeke sor daye min, we xaka çandinî û avdêranê ji min sitandiye, we navê gund û bajarên me guhertine, pesteporta min jî bê vîzaye, paswan û qelawizên ser peravan, min û hemî kesên ku kêşeya azadiyê didozînin, bê pirs û rêdan wan binçav dikin, we mîna meymûnê ku iyarê şêr bikişîne serê xwe li me kiriye, we bê sûc û guneh em kirine pirojeyên mirinê, bê guman bo min jî xweş çesipiye, ku ne ji giringiya zimanê min yê netewî û nasnameya welatê min ya taybet û cudaxwaz bûna, ne ji sitratîjiya malbenda welatê min ya navendî li rojhilata naverast bûna, ku ne ji serjimara pir ya zendegî û dirameta ser û binê zemînê ya gencîneya dewlemend bûna, berî her tiştî we zimanê min talan nedkir, û ewqasî sînordaşên dagîrker bi ser welatê min de pelû nedibûn.
Lewma ji dilê evîndar her dibêjim: min tu divê welato, min bo te ji berbanga pêkîna mirovaniyê ve nimêj kiriye, hemî pîj û kelem, tabî û çeper, bendav û çiyarêz, fêrmist û mawer, bexçeyên gulîzaran, periyên bihuştê, firişteyên textê şahanî, xweşxane û sera, bergor û Terqînê serê me li hedan nexistiye.
Gihame payîza temen, hest û newaziyên evîna te hêj li giyanê min dixuricin, bi dizî pelemarî rewan û agadariyên min dibin, reha min neşê ye ku wan di xwe de bê nasname veşêrim. Kurdistan destegul evîna mine birano, sîmbola evîndaran, pirzika ser zimanan, lehenga çîroka minî, bo wê zengilê dilê min bê rawestan û vewstan her û her lêdixînî, eger ku dîrok çavên xwe veke û ji temara derziyên bencê hişyar bibe, ji nû ve bîneriya xwe li ser dîrokfiroşan bi têr û tesel bibêje: û serboriyên min/te/we û yara evra bi pelge û çavkanî ji we re bibilîne…sipas.

Sersaxî
Bo xizm, kesûkar, hevaljiyan û zariwên wî.
Bo miletî Kurd û Kurdistan.
Bo hemî heval û hogirên wî.
Zindarî bo giyanê nemir Simaîl Umer.
Her bijî Kurd û Kurdistan.

…Qamişlo 20 – 10 – 2010
gorîcan@hotmail.com