Rojek ji bona pirsên kurdên Sûriye

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hevkariya Encûmena Kurdên Sûrîyeyê di 13/11 an de rojek ji bona Kurdên Sûriyeyê amade dike.

Diderdora  300.000 kurd li Sûriyeyê bênifûs in û ji hemû mafên xwe yên hevwelatiyê bêpar in.  Di vê rojê de em dixwazin li ser rewşa kurdên ku mafên wan yên hevwelatiyê tûnene û li ser encama deklerasyona 49an a serokdewletê ku rê nade kurdan da ew erd, xani û milk bikirin û bifroşin û bi vî awayî rewşa wan ya aborî zexmettir dike, rawestin.
Piştgiriya te û bêşdariya te girîng e.
Bi xêr bên!
Tarîx: 2010.11.13, Seat: 13:00-16:00
Cî: Kista Träff/stora salen
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hevkariya Encûmena Kurdên Sûrîyê li Swêdê

EuroKurd News-eurokurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…