Nizar Yosif
Ji qelan ê sergo yên xwe berdan
Tiyên herdem
Ji qulîteyên jehir î ne nûşiyan
Çermçir ê kizirî avêtin
Kizik ên pehtî hiştin
Ji mand ên sînor kêşan revîn
Karwan li pê kêşa hev çûn
Nîşan ji wan ve nexuyayî
Hogirên xwe şopandin
Ji rojhilat
Berû şînwarên rojava
Li kêl ên gor ên xwe hiltepilîn
Bi rê de wenda kirin kefenên xwe
Lê bi xwe re hilanîn
Spîxavikên makên belengaz
Seriyên bê kitan
Pirç verûtin
Kurol ên rût
Li pê deziyên xav lîlandin.
Karwan li pê kêşa hev çûn
Nîşan ji wan ve nexuyayî
Hogirên xwe şopandin
Ji rojhilat
Berû şînwarên rojava
Li kêl ên gor ên xwe hiltepilîn
Bi rê de wenda kirin kefenên xwe
Lê bi xwe re hilanîn
Spîxavikên makên belengaz
Seriyên bê kitan
Pirç verûtin
Kurol ên rût
Li pê deziyên xav lîlandin.
06,07,10