Wêneya 1em

 
Axîn Mîrxan

Gelek caran
xwe di nav pûşên xewnan de didît
bayê bîranînan
bêndera wî di dêra
barkirinke  ne ji dil

xwe li riwê wî dipêça
çirayên hevdîtinê dîsa şewq dan
û niha çav li demên derbasbûyî digerin
û xwezî  bi sed  xwezî
dîsa bi bilûra şivanekî keriyên bêrîkirinê zîvirîn
xendeya ku di wî  wêneyî de wek xwe ma
ne hate guhertin    
tiştên  çû  dida dû
bîranîn  newstiyan ji rêveçûnê.
Ne xwiya ye
her kêlîkek bêrîkirinê 
biqasî werzên salê bû
 yên rûşuştî.
 Direviya
mîna zer payîzê
rengîn dibû mîna
keskesorekê di ber baranê re
leylaneke  zû  nepenî  bû. 
Valahiyeke nexweş
dibe ku yê di wî wêneyî de ne tu  yî
yan yê nuha ne tu yî
ne tu yî.
Şev û roj bûn cêwiyên oxirê
û ji nişkêve
valabû hinder
çira reş  bû
li bin guhê dîwara dikeve
tu nikarî tiştekî  bijimêrî
 wekî berê, tiliyên te
najimêrin
niha wêneyên te yek bi yek
di ber çavan re derbas dikim
weku ji destpêkê de
gelek tiştan bibîrtînim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…